Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me radestî me kirine, bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
30/12/2021 - 15:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin, ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me radestî me kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“30’ê Tîrmeha 2021’ê di bombardûmanên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Qendîlê, hevrêyên me Argeş û Cîger şehîd bûn ku her yek ji devereke Kurdistanê ji bojiyana bi rûmet û azadiya gelê me tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş Zagros
Nav paşnav: Peyman Şemşîrî
Cihê jidayikbûnê: Kirmaşan
Dayik-Bav: Betul-Ferhad
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tîrmeha 2021 / Qendîl
Nasnav: Cîger Efrîn
Nav paşnav: Mûstafa Bekrî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Halîme-Abdo
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tîrmeha 2021 / Qendîl

 

ARGEŞ ZAGROS

Hevrêyê me Argeş li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda Yarsan ji dayik bû. Hevrêyê me Argeş pakî û pîvanên rastî yên çanda Yarsan di kesayetiya xwe de temsîl kir û bi vê taybetmendiya xwe her tim bû kesayetekî cewherî. Heta dawiyê baweriya xwe bi pîvana yekîtî û wekheviya mirovan a baweriya Yarsan anî û ev yek di têkoşîna xwe de jî nîşan da. Di heman demê de nasname û çanda xwe di her şert û mercî d parast, nêzî 2 salan cihê xwe di nava Platforma Yarsan de girt û ji bo parastin û pêşvebirina çanda Yarsan kedeke mezin da. Hevrêyê me Argeş ku ji ber zext û zordariya hêzên mêtinger neçar ma koçî Ewropayê bike, li vê derê jî xwedî li çand û nasnameya xwe derket. Dema ku li Ewropayê firsend dît ku sîstema kapîtalîst a ji aliyê çandî ve xerîbê wê bû, ji nez ve nas bike û taybetmendiyê dij bi mirovan a vê sîstemê dît. Li ser vê yekê kete nava nakokî û lêgerînan û Rêberê me nas kir. Hîn di destpêkê de kete bin bandora felsefeya Rêbertî. Bi taybetî li ser paradîgmaya jiyana xwe dispêre azadiya jinê û ekolojîk demokratîk a Rêberê me kûr bû, cewhera xwe di nava vê paradîgmayê de dît. Hevrêyê me Argeş piştî ku partiya me nas kir yekser tevlî nava karên rêxistinî bû. Hevrêyê me Argeş piştî ku Rêberê me û Partiya me nas kir, li ser rêbazên têkoşînê rawestiya; li dijî dijminê ku qirkirinê li gelê me ferz dike û li hemberî kapîtalîzmê baweriya xwe bi wê yekê anî ku rêya herî bi bandor têkoşîna çekdarî ye. Sala 2017’an berê xwe da Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi hesreta kûrketina ji Kurdistanê, bi moral û kelecaneke mezin a xwegihandina çiyayên azad, tevlî nava jiyanê bû. Hevrêyê me Argeş bi coşa xwe ya li nava jiyanê û moral û mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re û bi hunera xwe ya li qada leşkerî bû gerîlayekî şareza. Di heman demê de xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kir û li gel vê yekê ev kûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Argeş ku qîmeteke mezin dida hevrêtiyê, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar her tim hewl da ji hevrêyên xwe re bibe alîkar, weke milîtanekî pêşeng li dijî dijmin têkoşiya. Bi enerjiya erênî ya ku tevlî jiyanê dikir, li her qadê coşa şoreşgerî serwer kir û tecrûbeya xwe ya jiyanê bi felsefeya Apoyî kir yek, bi vî rengî wezîfeya xwe ya pêşengiyê bêkêmasî bi cih anî. Bi van taybetmendiyên xwe yên bêhempa wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

CÎGER EFRÎN

Hevrêyê me Cîger li Efrînê ku bi hezaran lehegn da Şoreşa Kurdsitanê û bi welatparêziyê mînak e, li nava malbateke ku berdêlên giran li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da, ji dayik bû. Hevrêyê me Cîger mîna bi hezaran hevrêyên beriya xwe, zû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji derdora xwe nas kir. Weke taybetmendiyeke xwezayî ya cihê lê dima, cihê xwe di nava Şoreşa Kurdistanê de girt û partiya me PKK nas kir, xwe nêzîkî wê kir. Bi taybetî bi pêşketina Şoreşa Rojava re ev sempatîzaniya xwe derbavsî asta şoreşgeriya çalak kir û di serî de karên ciwanan tevlî gelek karî bû, nîşan da ku ciwanên Kurdistanê divê di Şoreşa Kurdistanê de bi rola xwe rabin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir, bi dayina berdêlên giran jî hevrêyê me Cîger li gel gelê me yê berxwedêr ê bi rûmet cih girt, bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer kir û pêşî li komkujiyên li ser gelê me girt. Di vê pêvajoya şer de hovîtiya mêtingeriya Tirk ji nêz ve dît û baweriya xwe bi wê anî ku tenê bi têkoşîna gerîla mêtingeriya Tirk dikare bê şikandin. Bi vî rengî sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cîger piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi tecrûbe û agahiyên leşkerî yên di pêvajoya şerê Efrînê de wergirtî ji bo kûrtir bike, gelekî hewl da. Bi taybetî pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pejirand, gihîşt wê baweriyê ku tenê bi vî rengî dikare bersivê bide pêvajoya heyî. Hevrêyê me Cîger azadiya gelê me û Rêber Apo ji xwe re kir armanca bingehîn û her kêliya xwe bi vê kûrbûnê derbas kir, jiyana xwe li ser vê bingehê da rûniştandin. Bi dilgermî, kesayetiya xwe ya xwezayî û fedakar li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Cîger wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

Hevrêyên me Argeş û Cîger bi baweriya azadiyê tevlî nava refên têkoşînê bûn û her kêliya xwe bi têr û tijî têkoşînê derbas kir. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên em em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soza xwe dubare dikin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

Nivîsa Pêş

Jinên Tîrêjên Rojê li dijî notirvanan çalakiyeke bombeyî li dar xistin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî notirvanan çalakiyeke bombeyî li dar xistin

Jinên Tîrêjên Rojê li dijî notirvanan çalakiyeke bombeyî li dar xistin

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.