Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê: Her sê hevalên me li ser polîtîkaya qirkirina Kurdan hatin qetilkirin

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê: Em ê ji vê desthilatdariya faşîst a ku hevrêyên me qetil dike her roj hesab bipirsin, qat bi qat hesab bipirsin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/12/2021 - 12:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê: Her sê hevalên me li ser polîtîkaya qirkirina Kurdan hatin qetilkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê ragihand ku bûyerên mirinê yên li girtîgehan zêde bûne, parçeyek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

Daxuyanî wiha ye:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker, li her derê bi rengekî bêperwa êrişî gelê me û nirxên me yên têkoşînê dike. Ji bo têkçûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê binixumîne, tecrîda li ser Rêberê me giran dike, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bi her awayî sûcên şer dike, li Şengalê êrişê dibe ser pêşengên rêveberiya xweser, li Rojava êrişî mirovên me yên welatparêz dike, li zindanan jî girtiyên şoreşger ên welatparêz qetil dike. Ji ber têkçûna li hemberî têkoşîna me, bi bêçaretiyê van êrişan hemûyan dike. Lê belê ev êriş wê nikaribin pêşî li hilweşîna faşîzmê bigirin, berevajî wê kîn û hêrsa me mezintir bike û li ser bingeha berpirsyariya li pêşberî şehîdan wê bibe wesîle ji mezinkirina têkoşînê re.

Yek ji qadên ku ev êrişkariya faşîst bi rengekî hovane lê tê meşandin zindan e. Bi deh hezaran mirovên me yên welatparêz û şoreşger ku li ser bingeha qirkirina Kurdan li zindanan hatine girtin, ji bo bên teslîmgirtin, îradeya wan bê şikandin û ji têkoşînê bên dûrxistin, bi her awayî polîtîkaya zext û êşkenceyê tê meşandin, zindan veguherandine navendên tolhildanê û êşkenceyê. Her roj agahiyên şehadetê ji van navendên zilm û êşkenceyê tên, girtî yek bi yek têne qetilkirin. Di hefteya dawî de hevrêya me Garîbe Gezer, 15’ê Kanûnê jî hevrêyên me Halîl Guneş û Abdulrezak Şûyûr hatin qetilkirin.

Zext û êşkenceya li hevrê Garîbe hate kirin berê di çapemeniyê de hatibûn weşandin. Karakterê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminatiya li Kurdan û polîtîkaya qetilkirinê ya li zindanan a bi êşkenceyê, bi xemsariya me yên li derve re bû yek û hevala me Garîbe li pêş çavan hate qetilkirin. Nebûna qeyda dîmen a kêliya şehadetê, her tiştî radixe pêş çavan. Eger xwekuştin bûya ji xwe wê dîmen yekser li çapemeniyê bihata belavkirin, mijar bihata girtin. Bi rengekî eşkere, zanebûn, bi daxwaz û plankirî hate kuştin.

Bi heman rengî Halîl Guneş hevrêyekî me bû ku di pêvajoya berxwedana zindanan a nêzî 30 salî de xwedî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê bû. Ji ber van pirsgirêkên tenduristiyê li nava raya giştî weke yek ji girtiyên nexweş dihate naskirin. Sekna hevrêyê me Halîl a li zindanê bi temamî sekneke fedayî bû. Hevrêyê me Halîl li hemberî nexweşiya kanserê û li dijî zext û êşkenceya faşîzma AKP-MHP’ê bêyî dudilî li ber xwe da, li gorî ruh û kevneşopiya berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê tevgeriya û di dilê wî de ev berxwedan xwedî cihekî mezin bû. Hevrêyê me Abdulrezak Şûyûr jî li dijî her cûre polîtîkayên teslîmgirtin û êrişan ên faşîzmê bi biryardariyeke mezin li ber xwe da, bû xwedî jiyan û sekneke bi rûmet.

Her sê hevalên me bi zanebûn û li ser bingeha polîtîkaya qirkirina Kurdan hatin qetilkirin. Ev hevrêyên me ji her alî ve ewladên bedew ên gelê me, milîtanên mezin ên têkoşîna me ne. Îro hîn jî ji bo kuştina bi hezaran girtiyên nexweş, êşkence jî di nav de bi her cûreyî kiryarên xerab têne kirin. Lê belê divê were zanîn ku sekn û biryardariya van hevrêyên me ji bo me moral e, hêzê dide me. Em ê ji vê desthilatdariya faşîst a ku hevrêyên me qetil dike her roj hesab bipirsin, qat bi qat hesab bipirsin.

Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, ji hevrêyên xwe yên li zindanan hemûyan re, ji gelê me yê welatparêz re dixwazin û li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrêyên me yên şehîd bûne re em soz didin ku li dora azadiya Rêber û gelê xwe em ê bicivin û têkoşîna xwe li ser xeta serketinê bimeşînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku xwedî li cenazeyên hevrêyên me yên şehîd derkevin, bi rengekî girseyî tevlî merasîmên sersaxiyê bibe û berdêla xwe çi dibe bila bibe li dijî van komkujiyan dakevin qadan. Em bang li hêz û derdorên demokrat û rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, saziyên çep û sosyalîst, mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê dikin ku li ber van komkujiyan rabin, dengê xwe bilind bikin, bibin deng ji berxwedêrên li zindanan re, bibin nefes ji berxwedêran re û bi baweriya ku wê ev nêzîkatî bê nîşandan silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

RSF: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşte 488 kesî û bi vî rengî rekor şikand

Nivîsa Pêş

Girtiyê nexweş Halîl Guneş li Edene hate veşartin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Girtiyê nexweş Halîl Guneş li Edene hate veşartin

Girtiyê nexweş Halîl Guneş li Edene hate veşartin

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdan

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdan

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.