Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Hevreyê me Rûbar wê di têkoşîna azadiyê de hertim were bi bîranîn

"Hevrêyê me Rûbar Hebûn 7'ê Kanûnê li gundê Hacilar ê navçeya Hewagê ya Rihayê şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Edîtor: Nucan Serdoz
12/12/2021 - 11:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Hevreyê me Rûbar wê di têkoşîna azadiyê de hertim were bi bîranîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da:

“Hevrêyê me Rûbar Hebûn 7’ê Kanûnê li gundê Hacilar ê navçeya Hewagê ya Rihayê şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Rûbar Hebûn
Nav paşnav: Ferhat Tûnç
Dem û cihê şehadetê: Riha
Dayik-Bav: Remziye-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Kanûna 2021 / Riha

 

Bajarê me yê Rihayê ku xwedî çandeke kevnar e û malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, di heman demê de hebûna xwe ya civakî û çanda kevnar heta vê serdemê parastiye. Xelkê me yê Rihayê yê welatparêz, ku bi kedkarî û dilsoziya bi xaka xwe tê naskirin, ji berê ve xwedî li gelek berxwedanan derketiye û kesayetên pêşeng afirandiye. Ji ber vê yekê xelkê me yê Rihayê bi taybetî bûye hedef ji dewleta Tirk a qirker re û kiryarên asîmîlasyonê û polîtîkaya şerê taybet li ser hatiye meşandin. Li gel nokerî, paşverûtî, komên kontra û her cûre kiryarên li derveyî mirovahiyê jî xelkê me yê Rihayê dest ji berxwedanê bernedaye. Tevî hebûna hin hêz û derdorên noker hevkar ên hewl didin têkoşîna azadiyê û berxwedana bi rûmet a xelkê me yê Rihayê gemarî bike jî, xelkê me yê Rihayê timî daye ser şopa lehengên xwe yên pêşeng û berxwedan mezin kiriye.

Hevrêyê me Rûbar jî li dijî polîtîkayên bêesîlkirina Kurdan ên dewleta Tirk a qirker, hîn di ciwantiya xwe de dest bi têkoşînê kir. Daxwaza xwe ya têkoşînê roj bi roj mezintir kir û li dijî zîhniyeta qirker hesta tolhildanê li gel xwe zêde kir. Gihîşt wê baweriyê ku li dijî dewleta Tirk a qirker, yekane rêya serxistina şerê azadî û hebûnê yê Kurdan, bi berxwedana gerîla dibe. Li xaka ku tê xwestin mehkûmî lenetkirinê bê kirin, xwedîderketina li welatparêziyê, dîroka civakî û çandê tenê bi têkoşîneke xurt dibû. Hevrêyê me Rûbar ji bo barê giran ê mîrateya dîrokê hilde ser milê xwe, zanîbû ku divê xwe bi her awayî feda bike û bêyî bikeve dudiliyê bû rêwiyekî vê rêya azadiyê. Ji bo xwe bigihîne asta rûmetê ya bûyîna fedayiyê gelê Kurd ê mezlûm, berê xwe da çiyayên azad.

Bi her awayî tevlî jiyana gerîla bû û di kedkarî, pêşengî û dilsoziya bi hevrêtiyê re sekneke bi mînak nîşan da. Bi vê sekna xwe li her qadê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Pêwîstiyên milîtaniya fedayî ya pêşeng hewl da di kesayetiya xwe de şênber bike û mîsyona pêşengiyê bi fedakariyeke mezin pêk bîne. Ji Xakurkê heta Zagrosan li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erk û berpirsyarî rabû û bi rengekî serketî wezîfeyên xwe bi cih anî.

Li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a qirker, ji xwe re kir esas ku di têkoşînê xwe de şareza bike û hevrêyên xwe perwerde bike. Wezîfeyên xwe bi biryardariyeke mezin, bi îradeyeke xurt bi cih anî. Hevrêyê me Rûbar bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hate xistin. Di asta pêşengiyê de gelek çalakî jî koordîne kir. Faîzma DAÎŞ’ê sala 2014’an dema ku êriş bir ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewl da gelê me qir bike, rahişt çeka xwe û bû yek ji fedayiyên ku ber bi eniya herî pêş ve beziya. Li Mexmûr û Kerkûkê li dijî paşverûtiya DAÎŞ’ê bi lehengûı şer, di vî şerî de birîndar bû û ji bo ji eniya berxwedanê qut nebe bi her awayî hewl da. Li eniya Mexmûr-Kerkûkê heta dawiyê ma û piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê têk bir, ji nû ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya.

Bi biryardarî hewl da ku tecrûbeyên wergirtî li ser bingeha rê û rêbazên serdema nû ya gerîla de bixe li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê. Li ser vê bingehê derbasî herêma Rihayê bû, demeke dirêj li vê derê ma û xwe ji dijmin parast. Bi tena serê xwe gelek kar kir û encamên gelekî girîng û hêja bi dest xist. Dema ku bi erka xwe radibû di 7’ê Kanûna 2021’ê de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Rûbar bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji 12 salan wê çavkaniya sûdwergirtinê û meşaleya rêya hevrêyên xwe be. Di têkoşîna azadiyê de wê her tim bê bîranîn. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja, xelkê Rihayê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TEV-DEM’ê li ser bombardûmana dewleta Tirk ya dagirker a li ser Meclîsa Gel a Xanesorê daxuyaniyek da û nerazîbûnên xwe yên li hember xiyanetê nîşan dan

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşar: Civak tu carî zaliman efû nake

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Civak tu carî zaliman efû nake

Malbata Şenyaşar: Civak tu carî zaliman efû nake

Li Enqere polîsan herî kêm 30 xwandekar binçav kirin

Li Enqere polîsan herî kêm 30 xwandekar binçav kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.