Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Botan milîtanekî Apoyî bû ku li gelek qadên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi fedakarî ked da û kar kir."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/11/2021 - 11:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Botan, li herêma Garê dema ku bi erka xwe radibû di 18’ê Mijdara 2021’ê de di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a qirker de şehîd bû. Diyar e ku ev êrişa nemerdane di encama sîxurî û îxbarê de hatiye kirin. Hevrêyê me Botan li gelek qadên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi fedakarî ked kar, kar kir û milîtanekî pêşeng ê Apoyî bû. Berevajî îdîayên çewt ên medya şerê taybet a Tirk, berpirsyarê têkiliyên derve yê partiya me nîne.

Agahiyên li ser navnameya hevrêyê me Botan wiha ye:

Nasnav: Botan Malazgîrt
Nav paşnav: Lêhat Goren
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Suheyla-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Mijdara 2021’ê / Garê

Hevrêyê me Botan li bajarê berxwedanê yê Serhedê li Milazgirê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû ku berdêlên gelekî girîng daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji ber van taybetmendiyên malbatê, hevrêyê me Botan partiya me PKK nas kir û sempatiya xwe jê re çêbû. Bi bandora têkoşîna azadiyê ya partiya me û şehadeta xizmên xwe, hevrêyê me Botan ji demên ciwantiyê û pê ve tevlî karên legal bû. Lê belê baweriya xwe bi wê yekê anî ku li dijî dewleta Tirk a ku qirkirinê li gelê me ferz dike, tenê bi têkoşîna çekdarî serketin dikare bê bidestxistin, lewma berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêyê me Botan piştî ku demekê li herêmên Zap û Avaşînê ma, di nava vê pêvajoyê de pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû û ev pîvan bi rengekî serketî xiste pratîkê. Di heman demê de li ser têkiliyên hevrêtiyê kûr bû ku yek j pîvanên bingehîn ên partiya me ya li nava gerîla ye û ji bo hêjayî Rêber Apo û şehîdan bibe timî hewl da. Her wiha di vê pêvajoyê de ji aliyê leşkerî ve jî xwe bi pêş ve xist û ji bo karibe bi her awayî li dijî mêtingeriyê şer bike xwe amade kir. Sala 2015’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Rojava kir, hevrêyê me Botan bi hawara gelê me yê li vê derê ve çû û tevlî gelek şer û pêngavên şoreşgerî bû, di rizgarkirina mirovahiyê ji faşîzma DaÎŞ’ê de bû xwedî kedeke mezin. Tevî ku di vê pêvajoya şer de gelek caran birîndar bû, ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê bi gavekê jî venegeriya. Berevajî, kîna xwe ya li dijî dijmin mezintir kir û baweriya serketinê ya bi têkbirina mêtingeriya Tirk re di kesayetiya xwe de bi cih kir. Ji bo vê jî gihîşt wê encamê ku divê di gerîlatiya profesyonel û felsefeya Rêbertî de bêhtir xwe kûr bike û tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû. Piştî vê kûrbûnê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pejirand û bi erka fermandariyê bû yek ji pêşengên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Hevrêyê me Botan li ser şarezabûna xwe ya ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve, di nava jiyanê de jî bi kesayetiya xwe ya xwezayî û sade bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar pêşengî ji kar re kir û bû mînakekî şênber ji xeta fermandariya serdema nû re. Heta kêliya ku şehîd bibe bi vê têgihiştin û berpirsyariyê tevlî bû.

Hevrêyê me Botan hêr kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bû xwedî kedeke girîng. Bi hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê wezîfeyên welatparêziyê bi cih anî. Di serî de malbata hêja ya Goren em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku serketinê teqez bikin, ku fermana şehîdan e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cemîl Bayik: Her kes ruhê berxwedanê ji xwe re bike esas wê bi ser bikeve

Nivîsa Pêş

Ji ciwanên Baselê pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji ciwanên Baselê pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê

Ji ciwanên Baselê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê

Xwepêşandanên xwendevanên Başûrî bi biryar didomin

Xwepêşandanên xwendevanên Başûrî bi biryar didomin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.