Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dayikên Aştiyê: Azadî û aştî bi Serok pêkan e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/11/2021 - 10:37
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Dayikên Aştiyê: Azadî û aştî bi Serok pêkan e
ParvekeTweet

ŞIRNEX – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Tecrît di her qada jiyanê de bandora xwe nîşan dide. Bi taybetî jî ev tecrît bandorê li jin, zarok û ciwanan dike. Azadî û aştî bi Serok pêkan e.”

Li Girtîgeha Îmraliyê 22 salin tecrîdek giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin. Demeke dirêje ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Serlêdanên ku parêzer û malbata wî ji bo hevdîtinê dikin jî carna bi hincetên pûç ên wekî cezayî wî yê dîsîplînê heye tên retkirin û an jî ev serlêdan bê bersiv dimînin. Herî dawî jî derketibû holê ku bi hinceta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan volte avêtiye cezayê disîplînê lê hatiye birîn. Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan di serî de malbata wî ji aliyê raya giştî ve jî di be sedema bertekan.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê jî têkildarî tecrîda girankirî axivîn û bertekên xwe anîn ziman.

‘Îqtîdar ji fikr û ramanên Serokatî ditirse’

Nafiya Kurt, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ji rewş û tendûristiya wî gelek bigûman in. Nafiye, diyarkir ku tecrîda girankirî ne bi tenê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her wiha li ser tevahiya civakê tê meşandin û wiha got: “Tecrîdê bandorek mezin li ser me jî kir. Em kurd di bin vê tecrîdê de ne. Em vê tecrîdê nalet dikin û dibêjin ku rojek berî rojekê vê tecrîdê bi dawî bikin. Herwiha ev tecrîd bandorê li ser tevahiya girtiyan jî dike. Ji ber vê yekê divê tecrît bê bidawîkirin. Bi tecrîdê re şerê heyî jî gûr bûye. Li çiyayan çekên kîmyewî bi kar tînin û zarokên me dikûjin. Em vê qebûl nakin qebûl nakin û bila vî şerî bi dawî bikin. Cihanê guh û çavên xwe girtiye li hemberî vî şerî û dengê xwe dernaxe. Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Îqtîdar bi girankirina tecrîdê dixwaze kurdan tune bike, ji ber vê yekê jî tecrîdê ranake û her ku diçe kur dike. Îqtîdara ku naxwaze kurd hebin ji her aliyî ve êrîş dike. Ji fikir û ramanên Serokê me ditirsin. Heta Serok azad nebe em ê tim di bin tecrîdê de bin. Ev tecrît di her aliyî de bandora xwe li ser me dike. Şer, kuştin, girtin û binçavkirin gelek zêde bûne. Tecrît li ser hemû aliyan bandora xwe dike. Ji bo azadiyek mayînde divê tecrît bê rakirin. Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Daxwaza me bi tenê ew e. Ji bo rakirina tecrîdê divê em hemû rabin ser piyan û qebûl nekin. Roj ew roj e ku em bêdeng nemînin û dengê xwe bilindtir bikin.”

‘Em azadî, aştî û yekitiyê dixwazin’

Zeynep Begenîr jî bal kişand ser tecîrda girankirî û got: “Ji girtîgehan bigire heta qadên jiyanê ev tecrît bandorek mezin li ser me dike. Bi girankirina tecrîdê re hem li bajaran û hem jî li çiyan şerê heyê mezintir bûye. Em ji cîhanê dipirsin çima çav û guhên xwe girtine û me nabihîze? Tecrîda li ser Serokatî ya li ser gelê me ye. Bi taybetî ev tecrît bandorê li jin, zarok û ciwanan dike. Li her derê şerekî qirêj tê meşandin. Li aliyek zarokên me di girtîgehan de ne, aliyekê dinê jî bi çekên kîmyewî zarokên me tên qetilkirin. Sedema van hemû yan jî tecrîda girankirî ye. Em kurd jî dixwazin ku wekî hemû gelan xwedî Rêber û xwedî Serok bin. Dema tecrîda li ser Serok bê rakirin dê li ser me jî rabe. Em azadî, aştî û yekitiyê dixwazin. Divê em hemû dayik dest bidin destên hev tecrîdê bidin şikandin û aştiyê ava bikin. Em dayik şer naxwazin. Divê li ser maseyê rûnên û pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin. Em jî dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Em jî maf û hiqûqê dixwazin. Em dixwazin şerê qirêj bê sekinandin û zarokên me ji girtîgehan bên derxistin. Ev hemû jî bi azadiya Serokatî pêkanin.”

‘Serokatî rê nîşanî jinan da’

Zeynep bal kişand ser girîgiyaRêberê Gelan ya di warê azadiya jinê de û ev tişt got: “ Serokatî j bo me jinan gelek girîng e. Bi saya Serokatî jinan mafên xwe nas kirin. Jin îro bi saya Serokatî li kolanan e û li dijî zilm û zordariyê dengê xwe bilind dikin. Ji ber vê jî tecrît bi taybetî bandorê li jinan dike. Em dixwazin di demek nêzde de bi Serokatî re hevdîtin bê kirin. Divê yekitiyek baş bê avakirin. Sazî û degehên navnetweyî jî divê dengê me bibihîzin. Dema ku tecrîda li girtîgehan û li Îmraliyê bê rakirin wê hemû tişt çareser bibin. Daxwaziya me kurdan azadî û aştî ye.”Zeyenp şerê li başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Barzanî çimadestên xwe nade destên me. Sedema wê çi ye? Ew û em kî ne? Çima ev şer dane destpêkirin. Bila neyê lîstikên îqtîdarê.”

‘Em li dijî tecrîdê bêdeng namînin’

Emîne Alkiş jî bi lêv kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê jin û ciwan li dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwe bikin xelek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî tecrîda girankirî bêdeng nebînin. Em ê li berxwe bidin û tecrîdê bi dawî bikin. Banga min ji gelê me re ew e ku xwedî li Serok derbikevin. Serokê me li ser rêya heqîqetê ye. Serokatî tim li aliyê azadî, aştî û wekheviyê ye. Aramî û aştî di destên Serokê me de ye. Ji ber ku îqtîdar ne azadiyê şer dixwaze şerê xwe her ku diçe mezintir dike. Divê dewletên navnetweyî li hemberî pêkanên îqtîdarê bêdeng nemînin. Divê ew bêdeng nebînin. Ger ku Serok azad be dê şer jî bi dawî bi û aramî bê vî welatî. Tu tişt bi kuştin, girtin û binçavkirinê çareser nabe. Dawî li vê zilmê bînin. Tecrîd bandora xwe li ser rewşa cenazeyên zarokên me jî dike û cenazeyan nadin malabtan. Divê em xwedî malbatên van cenazeyan û bi taybetî jî li dayikên wan derkevin. Êdî kezeba me dayikan dişewite. Piştî ku tecrîd giran bû malên me hatin xirapkirin û li bajarên me şer mezin bû. Sedema van hemû pirsgirêkan tecrîd e. Lewra jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrît bê rakirin. Banga min di serî de ji jian re û bi giştî ji gelê Botanê re ye ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û rabin ser piyan. Bidawîkirina şer di destê Serok de ye. Divê em bêjin êdî bes e. Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê bedenên xwe didin ber birçîbûnê. Divê cîhan jî dengê me bibihîze.”

ÇAVKANÎ – JINNEWS

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên Cenga Xabûrê: Gerîla li pêşiya dagirkeran wekî mertalan in

Nivîsa Pêş

Zanîngeha Rojava Xwendekarên nû girt – Azadiya welat li ser her tiştî re ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Zanîngeha Rojava Xwendekarên nû girt – Azadiya welat li ser her tiştî re ye

Zanîngeha Rojava Xwendekarên nû girt - Azadiya welat li ser her tiştî re ye

Perwerda xweparastinê ya jinên ciwan

Perwerda xweparastinê ya jinên ciwan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.