Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên Cenga Xabûrê: Gerîla li pêşiya dagirkeran wekî mertalan in

Gerîlayên YJA-Starê yên di çeperên şer a Cenga Xabûrê de diyar kirin ku jin bi taktîkên nû her tim çalak in û li ser baweriya serkeftinê şer dikin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/11/2021 - 10:34
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Gerîlayên Cenga Xabûrê: Gerîla li pêşiya dagirkeran wekî mertalan in
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li xaka Kurdistanê gerîlayên azadiyê bi çalakiyên xwe qadên berxwedanê geş dikin. Serkêşiya şerê dîrokî jî gerîlayên YJA Starê dikin. Gerîlayên YJA-Starê qala seknên wêrek yên di nav qada şer de kirin.

GERÎLA BI HÊRSA TOLHILDANÊ DIÇE SER ÇEPERAN

Yek ji fermandara Cenga Xabûrê Roza Sila diyar kir ku di pêngavên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosan de jin bi awayekî afirîner tevlîbûn û heta niha jî îradeyek ji pola li hember dagirkeran raber dikin û got “Ji bo serkeftineke mayînde tevgereke xurt çêbû. Di şerekî dijwar de asta tevlîbûn û disîplîna her hevalekê îradeyeke mezin ava dikir. Gerîla çiqasî dildarê soza xwe be wek zimanê wî çalakiya wê jî derdixe holê. Di mijara taktîkên serdemê de her hevalek jin bi hêrsa tolhildanê ve li ser çeperên dijmin de diçûn. Li gorî pêdîviyên demê şêwazeke tevgerê hat avakirin. Nûbûn jî li gorî kêliyê ye. Gerîla, li gor nûbûnên heyî û piralî fikrandinê ve pêdîviyên demê dibîne û bersiv dide. Tarzê dewlemend derdixe holê.” Fermandara gerîlayan Roza, di dawiya nirxandinên xwe de got, “Jin di vî şerê de pêşeng in. Ji ber vê dijmin herî zêde êrîşî jinan dike. Em baş dizanin dijmin di dema xwe ya herî lawaz de ye. Em ê ti carî tola gelê xwe û ya hevalên xwe erdê nehêlin. Em bi ruhê berxwedanê re mezin dibin. Dilê me di vê cengê de her tim germ e.”

‘VÎN Û ÎRADEYA GERÎLA TU CARÎ TUNE NABE’

Yek ji gerîlaya ku di pêngava Cenga Xabûrê de di çeperên şer de cihê xwe digire Lîlav Jînda ye. Lîlav Jînda diyar dike ku dijmin êrîşeke hemwext li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û li hember vê jî gerîla bersiveke dijwar da û wiha berdewam kir, “Pêngavên tolhildanê heta niha di asta herî jor de bersivê dide dagirkeran. Îrade, vîn û wêrekiyên gerîlayan bi awayekî şênber ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê dîtin. Dijmin bi awayekî hovane êrîş dike. Heke tevgera me ya azadiyê heta vê gavê serkeftinên mezin bi dest dixe û dimeşe, bersivên tund dide dijmin ev jî tê wê wateyê ku hêza dijminê me tuneye ku hêz, bawerî û vîna gerîlayan têk bibe. Ji ber ku ramanên Apoyî ku wekî aveke zelal e û gerîla jê avê vedixwe û xwe li ser pêyan digire, fikir û hêza xwe mezin dike ji ber vê yekê tu carî têk naçe. Dijmin çiqasî bi awayekî hovane êrîşê bike jî ji ber ku me soz daye Rêber Apo û gelê xwe, dijmin nikare armancê xwe pêk bîne. Dijmin di nav têkçûnekê de ye û ev tişt li ber çavan e.” Gerîla Lîlav dawiya nirxandinê xwe de bal kişand hêza fedayî ya ku di azadiyê de israr dike û wiha got, “Ruxmê ku li Avaşîn, Zap, Metîna çekên kîmyewî li hember gerîla tê bikaranîn lê vîn û îradeya gerîlayan tu carî lawaz nabe. Ev rastiya têkoşîna gerîla têr dike ku têkçûna êrîşkaran were zanîn. Rastiya fedaîyên Rêber Apo ev e. Di kêliyên pêwîst de ne tenê xwe feda dikin, bi heman awayî laşê xwe wek mertalekî didin pêşiya gazên jehrê û agir jî. Tu carî em ji vê dozê paş ve gav navêjin. Xezeba Kurdistanê bi keç û xortên gelê Kurd ya ku li serê çiyayan de şer dikin, bi pêş dikeve. Îro em jî vê xezeba Kurdistanê temsîl dikin. Bersiva li hember dijmin wê bi vîn û îradeya gerîlayan be. “

‘EM Ê BI RUHÊ BERXWEDANA ZENDÛRAYÊ RÊ NEDIN KU DIJMIN PÊŞ VE WERE’

Gerîla Zîlan Cudî di çeperên şer de têkoşîna jinan ya ku pêşengtî ji şer re dike dinirxîne û dibêje berxwedaniyek bêhempa ye li çiyayên Kurdistanê de tê meşandin û wiha berdewam dike, “Dagirker êrîşên xwe piralî dimeşînin lê em jî di çeperên şer de ji bo azadiyê şer dikin û li ber xwe didin. Bi taktîkên gerîlayên serdemê her roj li hemberî dijmin çalakî tên kirin. Berxwedaniya hevalên Zendûra û her hevalekî me pêşî li dagirkirina axa Kurdistanê digire. Hevalên li Zagrosan li pêşiya dijmin wek mertalekî ne.”

Gerîla Zîlan dawiyê de anî ziman ku di nava şerekî dijwar de moralek mezin ji berxwedaniya heyî digrin û wiha bi dawî dike, “Em bi moralekî mezin şer dikin. Em gerîlayên YJA-Starê bi taktîkên nû di serdema ji nûveavabûnê de çalakiyan li ser dijminan dikin. Di vir de reng û têkoşîna hevalên jin li pêş e. Em ê bi ruhê berxwedana Zendûrayê rê nedin ku dijmin bi pêş ve were. Di binê her darekê de, di her çeperekê de gerîlayên azadiyê hene û li ber xwe didin. Li çiyayên azad serkeftin a gerîla ye.”

ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Dengê Ciwanan” dest bi weşanê kir

Nivîsa Pêş

Dayikên Aştiyê: Azadî û aştî bi Serok pêkan e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayikên Aştiyê: Azadî û aştî bi Serok pêkan e

Dayikên Aştiyê: Azadî û aştî bi Serok pêkan e

Zanîngeha Rojava Xwendekarên nû girt – Azadiya welat li ser her tiştî re ye

Zanîngeha Rojava Xwendekarên nû girt - Azadiya welat li ser her tiştî re ye

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.