Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir

''Fermandarên pêngavên şoreşger ên li Serhedê Hevrêyên me Rohat Amed û Şoreş Andok ku 21'ê Tîrmehê li Patnosê û li qada Arzepê ya Gilîdaxê yên Agiriyê di şerê dijî artêşa TC'ê ya dagirker de heta bi hilma xwe ya dawî şer kirin, alaya azadiyê ku ji Ihsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskiyê Têlî dewr girtin heta dawiya jiyana xwe parastine."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/09/2021 - 11:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 74 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî 2 gerîlayên ku şehîd bûne ev agahî par ve kir:

”Fermandarên pêngavên şoreşger ên li Serhedê Hevrêyên me Rohat Amed û Şoreş Andok ku 21’ê Tîrmehê li Patnosê û li qada Arzepê ya Gilîdaxê yên Agiriyê di şerê dijî artêşa TC’ê ya dagirker de heta bi hilma xwe ya dawî şer kirin, alaya azadiyê ku ji Ihsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskiyê Têlî dewr girtin heta dawiya jiyana xwe parastine.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

 

  Nasnav: Rohat Amed
Nav û Paşnav: Ramazan Akalin
Cihê Jidaykûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Şerîfe – Mehmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Serhet/ 21’ê Tîrmeha 2021

 

Nasnav: Şoreş Andok
Nav û Paşnav: Kasim Kaya
Cihê Jidaykûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Behîce – Sadî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Serhet/ 21’ê Tîrmeha 2021

 

HEVRÊ ROHAT HETA HILMA XWE YA DAWÎ BI LEHENGÎ ŞER KIR

Hevrêyê me Rohat li Amedê li nav malbateke welatparêz û bi rêz û rêçikên çanda Kurdî çêbûye. Ji ber sedema ku malbat li xasetên Kurdatiyê xwedî derketiye hevrêyê me Rohat bi van nirxan mezin bûye. Bi geşbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li nav malbatê meylek li ser tevgera me ya azadiyê çêbûye û tevlî partiya me PKK’ê bûne. Ji ber sedema ku ji malbatê hin jê tevlî nav refên gerîla bûne û ji ber derbên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li pey hev li ser dagirkeran û ji ber ku rûyê rast ê dewleta Tirk a qirker bi têkoşîna me derketiye holê, hevrêyê me Rohat ketiye nav liv û tevgerekê. Bi vê liv û tevgerê bêhtir bala xwe daye ser tevgera azadiyê û di serî de xebatên ciwanan, gelek xebatên legal kirine. Dema van xebatan rastiya me ya gel û civakê xweştir nas kiriye, li pirsa azadiyê ya gelê me hûr bûye. Her wiha xasetên pergala kapîtalîst ku mirov ji rastiya wê dûr dixe, dike ku mirov li xwe xerîb bibe ji binî ve red kiriye û bawerî pê aniye ku jiyaneke mirovî encex bi pergaleke sosyalîst dikare bibe. Piştî ku hevrêyê me Rohat qinyatê pê tîne ku jiyana bi azadî û rûmet ya ku lê digere li nav PKK’ê ye sala 2005’an tevlî nav refên gerîla dibe.

Roja pêşî ya ku tevlî nav gerîla bûyî ku ji ciwantî ve xeyala wê dikir tevlî nav gerîla bibe, dema ku çav li yekîneyên pêşî yên gerîla dike ev zehf tesîrê li ser dike, vê kêliyê weke kêliya herî hêja û nayê jibîrkirin a jiyana xwe dinirxîne. Ji ber ku felsefeya jiyanê ya ku diparêze û pîvanên jiyana gerîla li hev dike, hevrêyê me Rohat zû hînî jiyana gerîla û çiya bûye, di demeke kurt de serwextî hemû kitekitên gerîla bûye. Hevrêyê me Rohat dibe heyranî çiya û cografyaya Kurdistanê ku ji bo têkoşîna azadiyê lê bide hatiyê, bi sirûşta Kurdistanê re dibe yek. Ji ber vê xwestiye ku tevahiya cografyaya Kurdistanê nas bike, xwestiye li hemû qadên Kurdistanê gerîlatiyê bike. Bi xasetên xwe yên kedkar û fedekarî li her qadê xebat kiriye, bi vî aliyê xwe tam bûye milîtanê peywirê. Di serî de Qadên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên welatê me Kurdistanê xebatên şoreşê kiriye, bi tecrûbeya xwe bûye fermandarekî zîrek ê gerîla. Her wiha bi xisletê jiyana xwe ya sosyalîst nasnameya sosyalîst a partiya me PKK’ê di kesayata xwe temsîl kiriye, ji vî alî ve hemû hevrêyên wî ew mînak ditiye. Hevrêyê me Rohat bawerî pê aniye ku li dijî şerê tayet ê dijmin ku rojê 24 saetan dike, divê 24 setan têkoşîna îdeolojîk were dayin û ji vî alî ve tim hewl daye ku xwe pêş ve bibe. Ji ber vê tim ketiye nav liv û tevgerekê, di kesayata xwe de şroeş li ser şoreşê kiriye. Geşedana li kesayata xwe qet nedaye sekinandin, kiriye ku zû li rewş û diyardeyên nû were. Bi vê çarçoweyê bi ruh û can bawerî bi doktrîna Jinûveavabûn û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ku ji bo gerîlatiya serfiraziyê wer avakirin ketî rojeva rêxistina me. Hevrêyê me Rohat ji bo baweriya xwe ya bi serfiraziyê, tecrûya xwe bi hemû hevrêyên xwe re par ve bike û ji bo ku her hevrêyê xwe bike milîtanê pêşeng ê meşa me ya serfiraziyê pir hewl daye. Bi pêvajoya perwerdehiyê ya bi sedan hevrêyê xwe re têkildar bûye, geşedanên hevrêyên xwe gav bi gav şopandiye. Ji vî alî vê, hewl daye ku peywirên hevrêtiyê bêkêmasî bi cih bîne û nirx li nirxên sereke yên partiya me zêde kiriye.

Hevrêyê me Rohat bi fermandariya xwe tim hewl daye tevlî meşa me ya şoreşê û serfiraziyê ya li Bakurê Kurdistanê bibe, li ser vê mijarê rawestiyaye. Bawerî pê aniye ku Şoreşa Kurdistanê encex bi têkbirina dewlat Tirk a mêtinger dikare bibe û ji bo vê ramana xwe pêk bîne derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Hevrêyê me gelek çalakiyên ku li Serhedê derben giran li dijmin dayî hem koordîne kiriye û hem jî ew bi xwe tevlê bûye û bûye yek ji mînaka fermandarên bêmînak. Herî dawî li qada Patsonê di şerê dijî dijmin de heta hilma xwe ya dawî bi lehengî şer kiriye, pêdiviyê milîtaniya Apoyî bi layiqî bi cih aniye û şehîd bûye.

HEVRÊ ŞOREŞ TIM BÛ MÎLÎTANEKÎ APOYÎ YÊ MÎNAK

Hevrêyê me Şoreş li Colemergê ku li Botanê bi welatparêziya xwe û bi serhildanên di dîroka xwe de tê zanîn çêbûye. Ji ber sedema ku derdora lê jiyayî qada çalak a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye û ji ber welatparêziya ji dîrokî ve tê, meyla xwe li ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê çêbûye. Hevrêyê me Şoreş bi demê re fêhm kiriye ku divê meyla xwe bide ser têkoşînê, di serî de xebatên ciwanan li gelek qadan xebatên şoreşger kiriye. Lê li dijî gavên faşîstî yên dewleat Tirk bawerî pê aniye ku bi geşkirina têkoşîna gerîla serfirazî û serkeftin pêkan dibe.

Hevrêyê me Şoreş bi vê armancê sala 2013’an tevlî nav refên gerîla dibe, ji bo ku xewn û xeyala zaroktiya xwe pêk tîne pir kêfxweş dibe, tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê bi moral û têkoşîneke çalak dike. Gerîlatiyê û jiyaya çiyê weke şêwaza jiyanê qebûl dike, enerjiya ku ji sirûşta Kurdistanê standî, dike haveynê geşkirina têkoşînê. Ji ber vî xasetê xwe ti gaveke jiyana xwe vala nehiştiye, hemû dema xwe daye ji bo ku hevrêyên xwe geş bike. Hevrêyê me Şoreş pir bala xwe dide ser hunera leşkerî, li ser mijara taktîk û stratejiya şer, hewl daye ku li dijî dijmin çalakiyên zengîn û afirandêr bike. Bi vê çarçoweyê pêşengî li gelek çalakiyan kiriye ku li herêma Xakurkê pê derbên giran li dijmin dane û raya giştî li van van çalakiyan xwedî derketiye. Di çalakiyan de bi şêwaza fedayî derketiye pêş, bi vê şêwaza xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mil3itanê Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Şoreş weke gelek hevrêyên xwe xeyal kiriye ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne pir hewl daye. Sala 2019’an derbasî Eyaleta Serhedê dibe, li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dike ,tecrûbeya xwe ya li ser şer bi hostayiyeke mezin li qadê bi cih tîne. Bi şêwazeke fedayî tevlî gelek çalakiyên li herêma Serhedê dibe, di van çalakiyan de dijmin tê şehtkirin. Hevrêyê me Şoreş bi aliyê xw eyê dilnimz, kedkar û li serkeftinê rawestiyayî ,bûye yek ji mînaka bijare ya Şoreşa Kurdistanê, herî dawî li qada Gilîdaxê, di şer de bi fedayî şer kiriye û şehîd bûye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyêne me fermandarên leheng Rohat û Şoreş ku bi jiyana xwe û bi şêwaza xwe ya fedayî ya li nav şer rêya serfiraziyê û şoreşê nîşan dane û bi şehîdbûna xwe ya talîmata pêkanîna xeyala ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” dane, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana didome – Apê Dedo bang dike!

Nivîsa Pêş

Şehîd Dîcle emanetê axa welatê xwe yê Kurdistanê ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şehîd Dîcle Uzum Cenazeya keça xwe girtin

Şehîd Dîcle emanetê axa welatê xwe yê Kurdistanê ye

Li dijî êrişên Dewleta Tirk, gelên Rojava daketin qadan

Li dijî êrişên Dewleta Tirk, gelên Rojava daketin qadan

Manşet

  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.