Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li dijî êrişên Dewleta Tirk, gelên Rojava daketin qadan

Bi dirûşma “Bêdengiya we erêkirina qirkirina xweseriya Êzidxanê ye” gel li seranserê Kantona Qamişlo daketin qadan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/09/2021 - 14:56
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li dijî êrişên Dewleta Tirk, gelên Rojava daketin qadan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşma “Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina xweseriya Êzidxanê ye” şêniyên kantona Qamişloyê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigire.

AMÛDÊ

Bi dirûşma “Bêdengiya we erêkirina qirkirina xweseriya Êzidxanê ye” şêniyên navçeya Amûdê meşiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Meşa ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye organîzekirin, ji çerxerêya Jin a li navçeyê dest pê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên nexweşxaneya Şengalê rakirin.

Beşdarvên meşê di nava kolana sereke ya navçeyê de meşiyan û li qada Şehîd Cîhad a li naverasta bajêr rawestiyan. Meş li qadê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Celîle Osman axivî û got: “Dewleta Tirk her tim dibêje ew ê gelê Kurd qir bike. Lê gelê Kurd li hemberî êrişên qirkirinê serî natewîne.”

Celîle destnîşan kir ku civata navneteweyî berpirsa êrişên domar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ne û wiha pê de çû: “Heke destê wan di van êrişan de tune bûya, bêdeng nediman.”

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên navçeya Tirbepsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal û Mexmûrê şermezar kir û got bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina êzidiyan e.

Beşdarvan li pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û di nava sûka navendî de meşiyan. Meş li pêşiya Navenda Meclisa Navçeyê rawestiya û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Asya Cuma axivî û îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji bo tola xwe ji herêmê hilîne, ji ber ku DAIŞ ji aliyê hêzên herêmê ve hate tunekirin, êrişî Şengal û Mexmûrê dike.

Asya diyar kir ku bêdengiya civata navneteweyî rê da dewleta Tirk ku komkujiyên xwe yên li dijî gelên herêmê berdewam bike, lê daxuyand ku gelên herêm koletî û zulmê qebûl nake.

GIRKÊ LEGÊ

Her wiha bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê meşiyan. Destpêkê li Qada Şehîd Xebat kom bûn û di kolana sereke ya navçeyê de meşiyan.

Di meşa ku li naverasta navçeyê rawestiye de endama rêveber a Kongreya Star Xaliye Îbrahîm axivî û berxwedana şêniyan û gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir. Xaliye wiha axaftina xwe domand: “Ji 4 mehan ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) û şêniyan komployên mêtîngeriyê têk birin. Dewleta Tirk ji ber ku li pêşiya berxwedana gerîla bi bin ket, êrişî Şengal û Mexmûrê dike. “

DÊRIK

Bi sedan şêniyên Dêrikê bi xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kampa Şehîd Rustem Cûdî li Qada Azadî kom bûn.

Xwepêşandanê bi diruşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a faşîst, ji Qada Azadî dest pê kir û di sûka navendî re derbas bû.

Xwepêşandêran berê xwe dan Qada Jinên Azad û veguherî kombûneke girseyî. Xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Kongreya Star, Hediya Ebdullah diyar kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan û projeyên demokratîk ên li herêmê ne û wiha domand: “Dewleta Tirk vîna gelê Kurd û gelên herêmê hedef digire, her wiha hewl dide tecrûbeya Neteweya Demokratîk ku di nava hemû pêkhateyên herêmê de yekîtî pêk aniye, tune bike.”

Hediya bang li Kurdan kir ku têkoşîna li dijî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk mezin bikin.

ÇIL AXA

Li Çilaxa, bi dehan şênî û pêkhateyên navçeyê daketin qadan û pankartên ku li ser nivîsên “Na ji dagirkeriyê re, Na ji xiyanetê re” hene û wêneyên şehîdan hildan û li kolana giştî geriyan.

Xwepêşandêran berê xwe da qada garajê, piştre yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê a Kongreya Star Emanî Şêx Hesen diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî siyasetên xwe yên dijminane li ser gelên herêmê dimeşîne û bi tu awayî hesebana ji desthilata Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê re nake, ev jî hevkariya wan di van siyasetan de piştrast dike.

Emanî berdewama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gel û Şengalê û bêdengiya navneteweyî hemberî van sûcan şermezar kir da zanî ku bêdengiya wan tê wateya berdewamiya siyaseta tunekirinê ya li dijî gelê Kurd.

Di dawiya axaftina xwe de, Emanî Şêx Hesen bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û sûcên domdar ên li dijî gelê Şengalê rawestînin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Dîcle emanetê axa welatê xwe yê Kurdistanê ye

Nivîsa Pêş

Gerîla di Werxelê de dîsa lê da – 5 dagirker bê bandor in!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê bîlançoya şerê 2 mehan parvekir – 389 dagirker hatine ceza kirin

Gerîla di Werxelê de dîsa lê da - 5 dagirker bê bandor in!

Ji HPG daxuyanî: “PDK êrîşê komek gerîlayan kir, agahî ji hevalan nayê standin”

Dîsa PDK Dîsa Îxanet - Êrişê 7 Gerîlayên HPG'ê kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.