Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedana Zindana didome – Apê Dedo bang dike!

Çalakiya li Mexmûrê di roja 261'emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 244'emîn de dewam dikin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/09/2021 - 11:46
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Berxwedana Zindana didome – Apê Dedo bang dike!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 282’yemîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 261’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 244’emîn de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50’yemîn, di roja 282’yemîn de berdewam dike. Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.

Girtiyê nexweş Ozkan: Dewlet li benda cenazeyê min e

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku bi kuştina Fermandarê Artêşa Tirk ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin ku ji aliyê JÎTEM’ê ve bi kanasê hatibû kuştin tê sûcdarkirin, ev tişt got: “Ji bo ku dosya min bê girtin dewlet li benda mirina min e. Dewletê bixwe ji xwe re qurbanek hilbijartiye.”

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, di sala 1993’a de bi angaşta ku tevlî bûyerên bi sûîqesta Fermandarê Artêşa Tirk ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin li navçeya Licê ya Amdê dest pê kirine bûye hat darizandin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Qetilkirina Bahytiyar Aydin û berpirsyargirtina Ozkan a ji vê qetilkirin piştî vegotinên endemekî berê yê îstixbarata tirk careke din ket rojevê. Ev endam ji kuştina Bahtiyar Aydin Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk Îlker Başbûg berpirsyar nîşan da û got ku Ozkan weke qurban hatiye hilbijartin. Rexmî vê rewşê jî Ozkan, di 83 saliya xwe de 26 sal in girtî ye û gelek nexweşî lê peyda bûne û roj bi roj rewşa wî nebaş dibe.

5 zarokên Ozkan hene û ji vana Nevzat û Mûrat Ozkan, zehmetiyên ku weke malbatî dikişînin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.

‘DÛMAN JI LICÊ BILIND BÛ’

Ji zarokên Ozkan ê herî biçûk Nevzat Ozkan, diyar kir kir ku dema bûyerê hê zarok bûye û wiha got: “Roja qetlîamê (22’ê cotmeha 1993) leşker hatin gundê me û lêgerîn kirin. Dema leşker hatin gund dûman ji Licê bilind bû û dengê teqîna çekan hat. Li ser vê leşker careke din vegeriyan Licê. Hatin û derketina ji Licê hatibû qedexekirin. Heta 3-4 rojan parlamenter jî nikaribûn bên Licê. Wê demê 14 sivîl hatin qetilkirin û 30 kes jî birîndar bûbûn. Digot şer e lê ne ji PKK’ê ne jî ji leşkeran kes nemiribû û birîndar nebûbûn. Piştî navenda Licê gundan jî şewitandin. Ji ber vê em ji neçarî koçî Edenê bûn. Ji vir jî em derbasî Mersînê bûn. Min bavê xwe li girtîgehê nas kir. Me gelek zehmetî kişand. Di temenê xwe yê zarokatiyê de ji neçarî dixebitîn. Em zarok bûn bavê min hat girtin. Hesreta bav jî tiştekî din e.”

WÊ DOSYA NEYÊ GIRTIN

Ozkan, da zanîn ku li gorî li xwe mikurhatinên dawîn rayedarên dewletê yên mîna Beşîr Atalay, Efkan Ala û Îlker Başbûg mudaxaleyî doza bavê wî kirine û ev tişt anîn ziman: “Nêzî salekê me dozên Licê û Cizîrê lêkolîn kir û gelek tişt derxist holê. Dema ku bavê min bê berdan wê dewlet plana ku kiriye qebûl bike. Hinceta berdewamkirina girtina bavê min ev e. Ji ber rewşa bavê min em her sibe bi guman ji xew radibin. Dema ku dîmenên wî yên dawîn hatin weşandin me got wê vê carê berdin lê hê jî girtî ye. Em hêvî dikin ku edalet cihê xwe bibîne lê li welat edalet tune ye. Herkes dizane ku bavê min ne sûcdar e. Herkes dizane ku JÎTEM’ê kiriye. Heke vê dosyayê bigirin jî wê di wijdanê raya giştî de ev dosya neyê girtin. Wê rojek teqez derkeve holê. Daxwaza me ew e ku rojên xwe yên dawîn bi me re derbas bike.”

JI HEMAN MALBATÊ 4 KES GIRTÎ NE

Kurê Ozkan Mûrat Ozkan jî bi lêv kir ku piştî giritna bavê xwe ji gund derketine û rexmî vê jî zextên li ser wan bi dawî nebûne û wiha got: “Bavê min jî di nav de ji malbatê 4 kes girtî ne. Di 16 saliya xwe de hatim binçavkirin û îşkence li min hat kirin. Ji sala 1993’an ve tevahiya malbatê hem di hêla maddî hem jî di hêla manevî de gelek bi bandor bûn. Bavê min 15 girtîgehan guhertiye. Dema em li Edenê bûn ji bo em zehmetî bikişînin bavê min birin Girtîgeha Mêrdînê.”

OZKAN: DEWLET MIN QURBAN HILBIJART

Ozkan, diyar kir ku çi dibe bila bibe wê doza xwe bidomînin û heke hewce bike wê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê (DMME) û diyalogên di navbera xwe û bavê xwe wiha ragihand: “Ez bi bavê xwe re li heman girtîgehê mam. Têkiliya me ji ya bav û kurê wêdetir têkiliya hevaltiyê ye. Hin deman me bi saetan li ser dozê diaxivin. Ji min re ev tişt got, ‘Ji bo dosya bigire dewlet li benda mirina min e. Dewlet min bernade û li benda cenazeyê min e. Ji xwe re qurbanekî hilbijartiye’. Ji ber ku tiştên anîne serê wî bavê min ji edalet û hiqûqa dewletê bawer nake.”

MA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Werxelê berxwedana dijî dagirkeriyê û gerîlayên serdema fezayê

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir

HPG'ê nasnameya 2 Şehîdên Serhedê parvekir

Malbata Şehîd Dîcle Uzum Cenazeya keça xwe girtin

Şehîd Dîcle emanetê axa welatê xwe yê Kurdistanê ye

Manşet

  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.