HANNOVER – Li bajarê Hannoverê ya Almanyayê, çalakiyên hevkarî bi Rojava re îro jî berdewam kirin. Bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û Meclîsa Gel a Hannoverê, meşek hate lidarxistin ku sedan kes beşdarî wê bûn. Çalakî ji bo protestokirina êrîşên li dijî Rojava û bi daxwaza naskirina statûya siyasî ya herêmê hate organîze kirin.
Meş di destpêkê de bi rêzgirtinekî ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre, girseya gel li kolanên Hannoverê meşiyan û li dijî siyaseta êrîşên li Rojava re bertekên xwe nîşan dan. Girseya ku qada çalakiyê tijî kiribû, diyar kir ku heta daxwazên wan were bersivandin, ew ê li kolan û qadan têkoşînê bidomînin.
Di axaftinên ku di dema çalakiyê de hatin kirin de, hate destnîşankirin ku Rojava ne tenê herêmek e, lê belkî îradeya hevjiyana gelan, azadiya jinê û civakek demokratîk temsîl dike. Axaftvanan bal kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî û diyar kirin ku naskirina statûya siyasî ya Rojava ji bo gelên herêmê girîngiyeke jiyanî heye. Peyama “heta ku Rojava azad bibe, têkoşîna me dê bidome” derket pêş.
Di suca meşê de girseya gel pir caran sloganên “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Jin, jiyan, azadî” û “Terorîst Erdoğan, terorîst Colanî” avêtin. Bi van sloganan, hêzên berxwedana li Rojava hate silavkirin û berpirsiyarên êrîşan hatin eşkerekirin.
Bi vê meşê hate gotin ku armanc mezinbûna hevkarîya bi Rojava re li Hannoverê û berdewamkirina seferberiyê ye. TCŞ Hannover û Meclîsa Gel a Hannoverê ragihandin ku di rojên bê de jî dê çalakî wekhev bidomînin.


