RANYA – Ji Peymangehê ya Ranyara’yê de îro ji bo pişgiriya Rojava’yê çend kesan re röportaj hat kirin. Röportajda, Kurdistanê êdî ne çar parçe ye, lê yek parçeye, û pêwîste ku hemû ciwanên Kurdistanê bi yekdengî pişgiriya berxwedana Rojava’yê bidin, hate destnîşan kirin.
Hevpeyvanan di axaftinên xwe de bal kişandin ser berxwedana jina şervan ku porê wê hate qut kirin. Hat gotin ku ev kiryar nîşana iradeyê û berxwedana jinê ye û “eger kezîyeke were birîn, dê bi hezaran kezî bidin hunandin.” Ev gotin wek sembola berxwedanê û berdewamîya tekoşîna jina hate diyarkirin.
Di dawiyê de, bang hat kirin ku bi taybetî ciwanên Kurdistanê bi her awayî piştgirîya xwe ji berxwedana Rojava’yê nîşan bidin û li dijî êrîş û zordariyan bêdeng nemînin.


