NAVENDA NÛÇEYAN – Ji kalema Tolhıldan Sara: Li Îranê civaka pir-neteweyî bi pêşengiya jin û ciwanan li dijî sîyasetên tepisandinê têkoşînekî azadî û demokratîk dimeşîne. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” îradeya gelan ji bo pêşerojekî hevpar, wekhevî û azad diyar dike.
Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan di Nav Şoreşa Azadîya Îranê de
Civaka Îran civakekê pir renge ku pêkhatiye ji gelên Kurd, Beluc, Azerî, Ereb, Fars tê pêk tê. Civakek bi vê rengî dikarê pêşerojek vî dewlemend hebe ji ber ku civak zemînek pir
mezine ji bo demokratîk bunê da diyar kere. Li heman demê da dikarê pêşenge demokratîk
bunê ji bona rojhilata navîn û le heman demêda jibo cîhan jî bike. Îran piştê avabunê netewe
dewlet heya niha nikariye istiqrarekî mayînde bi temamî bida çêkirin. Ji ber ku netewdewlet di Îranê da nikarê temsîlîyêtê temamê gelên Îranê bike û gelên Îranê heya niha beşek ya wî
zêde xwe aydî dewlet û sîsteme dijmin geredayî nedîtiye. Van mijaran nîşan didin kû mijarên esasîyê gelê Îranê azadîye. Dewam kirina têkoşînê gelan li ser vî esasê buye. Têkoşînê gelan di sala 1979’an da di hemberî hikumetê, Mehemed Reza Şehî Pehlewî, da li ser vî esasê bu. Her tim gelên Îranê ji lêgerîna sîstemekî demokratîk bune kû bikaribin parçek ji xwe bibînin. Bêyî kû sîstemekî desthilatxwaz berjewendî perest li ser gelan desthilatdarî bimeşîne, gel bi karibe bi awayekî demokratîk xwe birêve bibe.
Pêvajoya 1979 kesayetiyên pêşeng wekî , Xusrew Gulesorxî û hwd. têkoşîn û berxwedaniyekê pir mezin li hember dewleta şah û hêzên istixbaratên wê serdemê (sawak) meşandin. Bi sedan mirov hatin qetil kirin bi rêbazên herî hovane çalakvanan û serhildêran re eşkence kirin u piranîyên van hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyêda wekî niha pêşengê civakê dikirin hedef. Jin u
ciwan di hatin qetil kirin, tecawiz u wendakirin. Piştî derketinê Şah di Îranê da û avabunê
şoreşê gelan, axan anjî malan, hatin û dest danîne ser şoreşê gelan. Di vê pêvajoyêda
hikumetê Şah u sawak, qasî civakê tepisandibun, eşkence u zordarî meşandibu ku tenê
hedefê gel ew bu ku sîstema Şah hikumetê wî bê hilweşandin. Civak di vê pêvajoyêda bi
piskolojîyekî bi vî rengî jiyan dikir, bi civîna Şah kesîn pêşerojê Îranê serkeftî dibe. di heman
deme da Îran ji destê dîktatoran xelas dibe. Lê belê hesabê vê nikaribun ku dîktatorên din bi
maske u qalibên cuda xwe amade kiribun ku di baştirîn, derfetê da şoreşê gelan bidizin û
xwe li ser gelên Îranê hakim bikin. Bê gûman di despêkê hatina ser deshilatdarî Xumeynî gelê
Îranê nav ne hat qebulkirin u têkoşîn da bune. Ji ber ku hedefên gelan ne guhertinê karekterê ku
ser desthilat bu, belkî hedef guhertina sîstemê hakim u deshilatdar bu. Li rastiyêda tehlîl
kirinê evêku kursiyê desthilat ferqê wî nîne şah li ser runê anjî Xumeynî, bi awayekî xurt
nînbu. Rêber APO dibêje demokrasî, kes jî li ser vê kursîyê runê di, 24 seat da dikare
bibê dîktatorê herî mezin. Ji ber ku rastîyê desthilat bi vê rengîye, pêwîste civakekî bitepisînî ku
bikaribî liser kursiyê desthilatdariya xwe mayînde bibe u bibe dîktatorekî herîbaş. Ev gelê kû tê
tepisandin kîne? Gelên ku bi kedên xwe û xwînê xwe û têkoşîna xwe şoreş kirine. Piştra
hatine ser desthilata melayan êrîş ser civakê kêm nebu tenê navê sawak hat guhertin.
Bi nave saziyê itlaat, zihnîyêtê qirkirin u tepisandina civakê bi ezmunê sawak
dewamkir. Pirsgirêkên aborî, civakî, nasname û hwd. dewamkir. Qetlîaman ser netewek
bi awayekî pir ektîf hat dewamkirin, yek ji nimuneyan biryarê kesayetîya (xalxalî) ji bo qetlîam li Kurdistanê da bu. Îradeya jin u ciwanan nehat naskirin. Bi siyaseta meşandina şerê taybet madeyê hişber u fihuş belav kirin. Bi van rêbazên qirêj hewildan jinan u ciwanan ji
rastîyê welat derbixin ku bikaribin di pêşerojêda civak bêdeng bihêlin u pêşî li
sererastkirina jinan u ciwanan hemberê sîstem bigirin. Beşek din ji civakê Besîc kirin, hildan bi sîstema Besîc kirinê gelê Kurd, Beluc, Azerî, Ereb ji rastî xwe derxînin wekî xulamekî dewlet hertim bên bikaranîn.
Di desthilatdariyê 47 salî da sîstemê Komara Îslamiyê Îran heya niha berxwedaniyê gelan
bi taybet jin û ciwan li lutkeya da buye, yek ji sedemên li ser lingan mayîn u gihîştina vê
serdemê di dîrokê Îranê de, bandoriya berxwedanî û têkoşînê ku hatiye meşandin
buye. 47 sal serhildan, boykod kirin. Bi awayekî pir xurt hat kirin ew ruh
fedakarîyêkî pir mezin dewam dike. Rejimê Îranê her tim dengê nerazî u azadîxwaz bi
mermiyan bersiv da bi vî rengî xwest xweser lîngan bigirê u bi tirs û rêbazên hovane civakê
bê deng bike. Lê belê her sîstemekî ku ber be hilweşandin û dawî bunê biçe pratîkên bi vî
rengî dij bi mirovan dimeşîne.
Îran piştî şerê ,12 roje bi Îsraîl re gelek wedahî di aliyê civakî u li heman demê da gelek
wendahiyê siyasî jî da. Ger ku hindêk alîgirê dewlet jî hebe di vê şerê da piranî
baweriyêwan bi dewletê nema. Ji ber ku ger Îran karî bu heya niha beşek alîgir ji xwera
rêxistin bike li ser vî esasê buye ku şerê siyonîst (Emerîka, Îsraîl) dike. Evqas sale, aboriyê
Îranê ji bo vî şerê hatibu veqetandin. Civak jî li ser van esasan dixapand, lê belê encamê vî li
şerê ,12 roje da derket holê. Îsraîl u Emerîka halê lewaz ya Îran tehlîl kirin u bi awayekî
pratîkî xwestin gelên Îranê li şerê, 12 roje da li hemberê dewletê Îranê bikarbîne. Bi vê rengî
Îran bixin bin hakimîyetê xwe. Lê belê gelên Îranê nehatin tehrîk kirina Îsraîl u
Emerîka, ji ber ku li rastiyê dîrokê da vê mijarê vekirî li pêş çave ku tu carê gelan naxwazin
hêzekî ji derve mudaxale bike û Îranê dagîr bike. Îsraîl u Emerîka carekî din dît gelên Îranê
dîrokê jibîr ne kirine û nayên lîstokê wan jî. Piştî şerê,12 roje çend meh derbaz buye u carekî
din bi pêşengtiya gelê Kurd li bajara Îlamê Rojhilatê Kurdistanê da ser rakirina gelan geşbu û
bixwera bajêrên din a Kurdistan û Îranê rakir serlînga.
Li vê derê dabu ku Îsraîl û Emerîka
ketine dewre û hewildidin bi vê rengê nîşan bidin ku, di bin bandorî u rêvebirinê van ev
serhildan geşkirîye. Ji cîhan re nîşan didin ku gelê Îranê, daxwaza wan ,Îsraîl û
Emerîkaye, helbet rastî bi vê rengê nîne. Ev serhildan di sala 2022 heya niha bi awayekî aktîv
û bi rê û rêbazên cuda cuda ji aliyê jin u ciwanan tê rêve birin u kirin şoreşe
jin, jiyan, azadî. Niha jî gelên azadîxwazê cîhanê bin bandoriyê şoreşê jin, jîyan, azadî
dane. Lîstokê esasîyê ku Îsraîl û Emerîka dixwazin bilîzin, dizîna şoreşê gelane. Be taybet şoreşê
ku bi pêşengtiya jin u ciwanan tê rêvebirin. Dewletên wekî Îsraîl u Emerîka dibê ku hêzê wan
ya leşkerî têrî hilweşandina dewletê Îranê bike, Lê belê nikare hêz, îrade û baweriyê gelên
Îranê hilweşîne û dîrokê bi civakê bide ji bîrkirin. Îran li rewşekî hilweşandinê daye, di wan
çend salên dawîda gelêk pûanên siyasî, civakî, aborî û hwd. wendakir. Hêzên derve ku bi salan
amade dikir lewaz bun û bêşek jî hilweşiya. Niha jî bi rêbazên êrişa leşkerî li ser civakê
dixwaze nefesê xwe ya dawî bikşîne. rejîma ku gihîşt rewşekî bi vê rengî ku bi tu awayekî
çareserî pêşbixe, derve qetil kirin u êrişên leşkerî nebe, kesîn hilweşandinê jiyan dike tenê
rêbazekî jibo fîrar digerê. Divê pêvajoyê ku di Îranê de tê jiyan kirin çend mijarê giring heye
ku ci fikirandin û baldariye. Hemu pêkhateya Îranê pêwîste li ser wan mijaran bi awayekî pir
baş bifikirin. Ji bo çi têkoşîn dikin? Hemberî kê têkoşîn dikin? Encamê têkoşînê, dixwazin
pêşerojê Îranekî çawa ava bikin?
Dewletê Îran jî çend rê li pêşîdaye, Îradeya xwe teslîmî Îsraîl û Emerîka bike, dîsa aliyê
civakî wenda dike an Îranê berdin û derkevin an dibe bi guherê gelan li Îranê de re nê
lihev kirinê bike u bi rêbazên demokratîk civakê qazanc bike. Gûhertin û veguhertina qanunî
û zihniyete çêbike.
Pirsgirêkê civakî, aborî, fikrî, ruhî û strêsekî pir zêde derketîye holê. hemû pirsgirêk u qirîzan le
xezîney siyasetên qirêj a hıkumetê derdikevê u tijî fesad u bê exlaqî ye. Civakekî ku li rewşekî
wusa da jiyan bike bi derbe bunê demê bê hêvî dibe û pêwîstiyê xwe bi sîstemê deshilatdar
dibe. Hedefê esasiyê dewletê dagîrker ya Îran ji eve. Bi mjiul kirin, bê îrade u teslîm kirin
dixwaze hakîmiyeta xwe ser civakê bide çêkirin. Bîlançoya xwe kuştin, belav buna madeya
hişber u fihuş her roj zêde dibin. Sebebê esasiyê van pirsgirêkan encama heman
sîyasetê qirêje. Beşekî zêdeya civak jî li hember vê sîstemê sekna xwe ya berxwedêr didin
diyar kirin cezayê seknekî bi vê rengê bi darvekirinê tê mehkum kirin. Di kelêkê pratîkên
bi vê awayî dewletê Îran her roj sozên azadî bi civakê dide. Kîjan azadî? Azadî, darvekirina
ciwanan an jî mermî rijandin liser wan. Digîhejîn vê pirsiyarê azadî çiye? Aceba sîstemê
desthilatdar, şer xwaz û talankar dikarê azadî pêşkeşê civakê bike. Lî helbet wan bi xwe deng
u rengê azadî difetisînin, sîstemekî bi vê rengî dijberê azadîye. Ser vê esasê li ser kursiyê
desthilatdariyê runiştine ku li hember azadî şer dikin u kesê ku di rêya azadîyê têbikoşê
tesfiye bikin. Civak, bi taybet jin u ciwanan li hember sîstemê serdest nerazî u bertekê xwe
nîşandidin. Bersivê dixwazê herî biçuk di aliyê civakê da, hikumet bi mermiyê bersiv
dide. Çima hikumeta dagîrker ya Îran li hember jin u ciwanan her tim li nav kemînê daye u li
derfetekî biçukda jehrê xwe lêdixe. Hedef di planên bi vî rengî, tune kirina fikra
nû ye. Civakekî ku di aliyê fikrê nû, destpêkirineka nû, hêvî u hêzekî nû bê par bimîne bi
demêra ber bi rizandin ve diçe. Li vê derê de mijarekî ku tê behskirine ji bo civakê Îranê,
kevin ber bi mirin ve diçe u hêzê rabuna ser lînga peyda kiriye. Bi derbazbuna dîrokê tu carî
hîç hêzekî anjî fikrekî mutleq nikariye astengî li pêşiyê nû bunê ciwanan û civakê çêbike.
Dibe ku heye derekî karibe dialîyê şiklîve kevneperestî ser civakê ferz bike u pêşîyê azadî
bigire. Di rastîda tucarî nikarîye azadîyê bitefîne.
Mijarekî din a giring di vê pêvajoye de yekgirtina tevahî gelên Îrane, ji ber ku têkoşînekî parçeyi ye. Ew ji di encam de parçebunê bi xwera tîne. dibe neyê ji bîrkirin u em têkoşîn nakin tenê dilê xwe rehet
bikin, lê belê têkoşînekî dimeşînîn encam bigirîn u Îranekî demokratîk avabikîn. Li ser vê
esasê hewildanê pir mezin ji bo yek girtina gelan pêwîste. Her kesekî xwedî vê pêşengiyê ku
ji bo yekgirtin têbikoşê. Bi taybet jin u ciwanan dibe hunerê dîtinê pêşerojê bi dest bixin u li
ser vê esasê xwe bi pîlan u bername bikin. Avakirina pêşerojeka azad, bi şêwazê fikir
kir nu pratîkên jin u ciwanan girêdayi ye. Zanistî, felsefî, birdozî û rêxistin buna ciwanan
çi qasîbê, dikare evqasî bandorîyê xwe ser pêşerojê bike. Her ciwanekî li hember pratîkê
xwe u civakekî ku tê da jiyan dike berpirsiyare. Ger ku sîstemekî bê exlaq cesaretê vê dike
êrîş ser civakê ku ji bo azadî têkoşîn dimeşîne bike, ev ji bi rêxistina ciwanane. Ji ber vê
bi rêxistinbuna jin u ciwanan li ser esasê fikrekî nû u demokratîk dikarîn civakê yekgirtî
bibîn u şoreşa, jin, jiyan, azadî bigehînîn serkefinê.
Li Îranê derfetê demokratîk bunê gelan pir zêdeye. Ev mijar dikare bibe sebeb ku di
pêşerojêda Îran bi pir rengîye xwe jiyanekî azad u demokratîk ava bike. Her netewekî divê
civakê da mafê wê heye ku bi nasnameya xwe , ziman , çand u bawerîyê xwe li ser esasê
xizmet kirin bi civakê exlaqî u polîtîk kar bike. Mijar divê rewşê niha Îranê da bi gûhertinê
kesayetiyê dewletê naye çareserkirin. Lê belê bi guhertina zihnîyetê dewlet, milet tê
çareserkirin.
Yek al, yek ziman, yek çand, û hwd. nikare nûnertiya hemu gelan bike. dikarîn li vê
derê de bi şêwazê, îdea, Rêber APO îşaret bikin şêwazê fikrandinê ku bi ciwantî
destpêkiriye û bi ciwantî bi ser dikeve, dikare civakekî ciwan çêbike u gotin û vegotin
hedefê esasî ew be.
Her cihêkî ku derfetê kombuna ciwanan tê heye, dibe bibe qada têkoşîn u rêxistin bunê
heye. Zanîngêh, dibistan, cihê werzîşe û her cihêkîdin kombun tê da heye dibe derbarê van
mijaran nîqaş bê kirin. Tevahî ciwanan têkoşînê wan ji bo avakirina şoreşê ye. Ema kîjan
şoreş? Aceba sîstemek deshilatdar dikare jiyanekî hevpar li nav gelên Îranê da bi de
avakirin? Civakê Îranê bi sîstemekî demokratîk dikare xuşk û birayetiyê navberê gelan çêbike.
Ciwanan dibe têkoşînekî bikin ku pêşerojekî azad ava bike. ezmunê sala, 1979 heya Şex
çu Xumeynî hat. Lê belê derveyî ye ne gotinê şiklî tu gotinê esasî çênebu. Zihnîyata desthilatdariyê her du aliyan bi qasî hev bun. Ji ber ku dibe bi hêza xwe bawer be. Ger ku
hêzame ya şoreşê heye kesîn hêzame ya xwe rêvebirinê ji heye û hîç pêwîstîyekî civakê bi
dewlet u sîstemekî desthilatdar ve nîne. Civak dikare aborî jî bi xwe ava bike .
Herkesê ji bo pêşerojê civakê erkdare . Di sîstema ku Rêber APO ava kiriye beşêk derveyî
sîstem u beşek jî hundirê sîstemê nîne, helbet hemu erkdarin ji ber ku sîstemekî civakiye .
Konfederalîzmê demokratîk: Beluç, Kurd, Azerî, Ereb, Fars û
hwd. temamî dikarin bi çand, ziman û îradeye azad li navda cîh bigirin ji bo civaka exlaqî u
polîtîk têkoşîn bikin u pêşeroje azad ava bikin. Jin u ciwanan rolekê wan a girîng di
sîstemê, konfederalîzma demokratîk da heye. Jin u ciwanan ne tenê pêşerojê sîstemin
lê belê sîstem bi xwe ne . Di her beşekî wî sîstemêda jin u ciwanan rolê wan a ava kirina
fikir, rêvebirin u pêşengtiyê heye. Ciwanekî bê kar u bê war namîne ji ber ku dikare hebunê
xwe dinav sîstemê konfederalîzmê demokratîkda bibîne u bi hêvîyekî mezin dikare
pêşerojê mêze bike . Li sîstema konfederalîzma demokratîk da mafê jiyan kirin li civakê
naye girtin we her tiştî ji bo şer xerc nake helbet hedef pêşketin u serkeftinê civakê ye
. Gerku hêzekî talankar êrîşê nirxê civakê bike kesîn li ser esasê parastina rewa
berxwedanê u parastin tê kirin civak dikare hebuna xwe misoger bike. Her wekî Rêber APO
dibêje, hêzê hemu cihanê êrîşê me bike em xwe biparêzîn u hêzê hemu cihanê jî bibê
ya me êrîş ser tu kesî nakin.
Agirekî ku tu carî nayen tefandin ciwanin. bi ruhekî fedayî u bi evîndariyê azadî ve heya vê
serdemê têkoşînên mezin kirin. Bi hêza ciwantî li hember sîstemê dagîrker
berxwedanîyekî pir bi bandor li dîrokê ciwananda . Bêguman ev dîrok bi xwîna paqij ya jin
u ciwanan hatîye nivîsandin ku li çiya, bajêr, zîndan, we hwd. têkoşînekî pir binirx dan
raberkirin. Li heman demê da dîrokekî nivîsandine ku hemu ciwanên şoreşgerên cîhanê bi
dîtina dîrokekî bi vê rengî bandor dibin . Carekî din hêz u îradeya ciwan da dîyarkirin ku
hêzê wî ya têkoşînê li hemberê zilm u neheqî heye u berdewam jî dibe. Dewam kirina
nivîsandina vê dîrokê li ser milê her ciwanekîye. bi cesaretekî pir mezin dibe ev erk u
berpirsîyaretî ya dîrokî bigirîn sermilê xwe u jibo civakekî azad, sosyalîzm û demokratîk
şer u têkoşîn bikin.(jin , jiyan , azadî)
//TOLHİLDAN SARA//


