Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe

Edîtor: Nucan Serdoz
08/02/2026 - 8:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe, Taybet
Reading Time: 40 mins read
A A
Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, vekişîna ji Reqa-Tebqayê weke ‘pûçkirina şerê Ereb û Kurdan’ pênase kir; her wiha paradigmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo weke formulasyona astengkirina şerên etnîkî û olî yên li Rojhilata Navîn nirxand.

Piştî geşedanên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rexneyên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk nirxand û diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn “wekî dermanekî” ye. Bayik got, “Li Rojhilata Navîn, ji bilî vê kîjan formul dikare pêşî li şerên etnîkî û olî bigire?” û destnîşan kir ku li erdnîgariyeke xwedî pirnasnameyî û pirbaweriyî, neteweya demokratîk yekane rêya çareseriyê ya jiyana bi hev re ya di nava aştiyê de ye.

Bayik anî ziman ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi feraseta neteweya demokratîk re 14 sal in jiyana hevpar hatiye avakirin û ev pêvajo di heman demê de projeya demokratîkirina Sûriyeyê ye. Bayik got, “Dewletên ne demokratîk ji bo Kurdan her tim metirsî ne” û destnîşan kir ku li şûna şer, lêgerîna çareseriyê ya li ser bingeha demokratîkbûnê ji bo Kurdan “stratejiyeke pir rast û pêwîst e.”

Bayik vekişîna QSD’ê ya ji Reqa û Tebqayê di vê çarçoveyê de nirxand û got, “Hêzeke ku xwîşk û biratiya gelan û feraseta neteweya demokratîk diparêze, diviyabû provokasyonên ku dixwestin şerê Ereb û Kurdan bidin destpêkirin pûç bike, ya ku hatî kirin jî ev e.”

Bayik rexneyên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk wekî “bi rastî paşverûtî ye” bi nav kir û îdiayên ku ev nêzîkatî yekîtiya Kurdan lawaz dike wekî “fikreke pûç û vala” nirxand. Bayik got, “Yên ku di feraseta neteweya demokratîk de ne, yekîtiya di navbera Kurdan de hîn xurtir diparêzin” û destnîşan kir ku nêzîkatiyên ne demokratîk û otorîter hem gelan berdidin hev û hem jî pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan kûrtir dikin. Bayik got, “Gotinên ku dibêjin feraseta neteweya demokratîk a ku me di bîst salên dawî de wekî projeyekê pêş xistiye yekîtiyê lawaz dike, gotinên vala ne.”

Beşa Duyemîn a Hevpeyvîna Taybet a Cemîl Bayik daye ajansa me ANF’ê wiha ye:

Piştî bûyerên li Rojava-Sûriyeyê qewimîn, bi taybetî jî piştî ku QSD’ê xwe ji Reqa û Tebqayê vekişand, hin derdoran sûcdarî û rexne li paradîgmaya neteweya demokratîk kirin. Nirxandinên welê hate kirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk yekîtiya Kurdan lawaz dike, Kurdistanî nîne û dûrî ji rastiya Rojava ye. Bersiva we li vê nêzîkatiyê çi ye?

Feraseta neteweya demokratîk bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn weke dermên e. Li Rojhilata Navîn ku ji ber şerê etnîkî û olî nekarî bi ser xwe ve bê, yekane rêya çareseriya pirsgirêkan e. Gelo li Rojhilata Navîn formuleke din heye ku karibe pêşî li şerê etnîkî û olî bigire? Ewropa ew cografya ye ku ji ber şerê etnîkî û olî herî zêde zor û zehmetî kişand û betilî. Bi nêzîkatiyeke ku nêzî feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ye rewşeke welê derketiye holê ku civakên etnîkî û olî yên cuda di nava aştiyê de bi hev re dijîn. Mirov dikarin gelek rexneyan li Ewropayê û modernîteya kapîtalîst bikin; lê belê jiyana bi hev re ya bi rêzdarî ya civakên olî û etnîkî yên cuda destketiya herî girîng a Ewropayê ye.

Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi feraseta neteweya demokratîk 14 salan bi hev re jiya. Ji gelek qadên Sûriyeyê Ereb ji şer reviyan û derbasî qada rêveberiya xweser bûn. Ev proje di heman demê de projeya demokratîkkirina Sûriyeyê bû. Ji ber ku Kurd li nava her welatî bi esasî bi demokratîkbûnê dikarin hebûna xwe misoger bikin. Welatên ne demokratîk li ser Kurdan her tim metirsî ne. Li şûna şer lêgerîna çareseriyê ya li ser bingeha demokratîkbûnê ji bo Kurdan stratejiyeke herî rast û pêwîst e.

Eger li Sûriyeyê Kurdan, Ereban, Suryaniyan û gelên din bi hev re sîstemeke demokratîk ava nekiribûna, wê ji zûdeyî neteweperestiya Ereb bihata sorkirin û şerê Kurd-Ereban bihata destpêkirin. Rejîma Baasê jî ketibû nava hewldanên bi heman rengî lê nekarîbû encamê werbigire. Eger hêzên navneteweyî polîtîkaya ku HTŞ li Sûriyeyê serwer bibe nemeşandibûna û Tirkiyeyê polîtîkaya tevdan û sorkirinê bi rê ve nebiribûya, Ereb û Kurd wê bi hev re bijiyan û bibûna bingeha Sûriyeya demokratîk. Di rewşeke ji destwerdana ji derve û tevdanê de, vekişîna QSD’ê ji Reqa û Tebqayê şaş nebû. Hêzeke ku xwişk û biratiya gelan û feraseta neteweya demokratîk diparêze diviyabû provokasyonên ku dixwestin şerê Ereb-Kurdan bidin destpêkirin pûç bikira û ya ku hate kirin jî ev bû.

Rexneyên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk bi rastî jî paşverûtî ye. Ji bo gelên ku di nava sînorên heman dewletê dimînin û cîranê hev in, nêzîkatiyeke ji vê rastir nîne. Ya rast pêwîstî pê nîne ku bersiv ji wan kesan re bê dayin ku rexneyê li feraseta neteweya demokratîk dikin. Lê belê ji ber ku hewl didin bandorê li hestên hin mirovên me bikin, em neçar dimînin hin tiştan bibêjin. Neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn a ji gelek bawerî û nasnameyan projeyeke jiyana bi xwişk-biratî û aştiyê ye. Hurmeta li bawerî û nasnameya her kesî ji xwe re dike esas. Her kes wê bi nasname, çand û rêveberiya xwe bi hev re bijî. Gelekî girîng e ku ev yek li Rojhilata Navîn bê bicihanîn. Ji ber vê jî feraseta neteweya demokratîk projeyeke dîrokî ye.

Gotina, ‘feraseta neteweya demokratîk yekîtiya Kurdan lawaz kir’, fikrekî çewt e. Yên ku xwedî feraseta neteweya demokratîk in, yekîtiya navbera Kurdan hîn bi xurtî diparêzin. Ji ber ku ji bo yekîtiya Kurdan pêwîstî bi feraseta demokratîk heye. Ferasetên ne demokratîk çawa ku gelan berdidin hev, ferasetên ne demokratîk yekîtiya Kurdan jî nikare pêk bîne; di navbera Kurdan de pirsgirêkan diafirîne. Şerê navbera Kurdan ji ber feraseta demokratîk rû nade. Berevajî vê yekê, feraseta fikrê neteweperestiyê ku hewl dide her derdorê bixe bin kontrola xwe û serê Kurdan hemûyanli ber hêzeke otorîter bide tewandin, pêşî li yekîtiya Kurdan digire. PKK girîngiyê dide çareseriya xwişk-biratiyê ya bi gelan re lê belê meylên neteweperestiyê girîngiyê dide têkiliya bi dewletên herêmê re.

Eger sedema nebûna yekîtiya Kurdan ji aliyê dîrokî û objektîf ve bê lêkolîn wê bê dîtin ku sedemên xwe ya feraseta hegemonîk a otorîter e yan jî bandora hêzên derve ye. Têkildarî karên yekîtiya neteweyî ya sala 2014’an, rayedarê hêzeke navneteweyî ya ku bi Kurdan re eleqedar dibû got, di nava wan şert û mercan de kongreyeke neteweyî ne li gorî me bû, me guncaw nedît. Ev yek bi xwe anîn ziman. Li aliyê din, dema ku şerê bi Tirkiyeyê re kete rojevê hinekan meşandina karê yekîtiya neteweyî ji bo xwe guncaw nedîtin. Mijara Kurd çima nebûn yek û nikarin bibin yek, mijareke dirêj e. Di demekê de ku gelê me ji aliyê civakî ve yekîtiya xwe pêk aniye, rast nîne ku ev yek bikeve rojevê.

Tevgera me li 4 parçeyên Kurdistanê xwe bi rêxistin kir û bi bandor bû. Hestên ji ber sînorên navbera parçeyan ji holê rakir û hestên neteweyî xurt kir. Nêzîkbûna li hev a neteweyî û hestewarî ya navbera 4 parçeyên Kurdistanê kê afirand? Ji aliyê rêxistinî ve kê ev afirand? Bêguman têkoşîneke sed salî û lêgerîna azadiyê heye. Lê belê her kes zane ku di nava 50 salên dawî de li çar parçeyên Kurdistanê ev yek çawa xurt bû. Destpêkê dirûşma ‘Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat yek welat’ bilind bû. Niha jî dirûşma Kurd yek in tê qîrîn. Gotinên ku dibêjin feraseta neteweya demokratîk a ku 20 salên dawî me weke projeyekê bi pêş ve bir yekîtiyê lawaz dike, gotinên vala ne. Berevajî vê yekê di nava 20 salan de lêgerîna yekîtiyê ya navbera Kurdan hîn bi pêş ket. Ji aliyê gel ve rastiyeke bi vî rengî heye. Civaka me bi çavkaniya pirsgirêkên navbera hêzên siyasî zane. Lewma bi gotinên demagojîk rastî nikare bê berevajîkirin. Yekîtiya navbera Kurdan bi gotinên bi vî rengî lawaz dibe. Yên ku gotinên bi vî rengî dikin, fikareke wan li ser yekîtiya neteweyî nîne. Tenê parçeyek ji êrişên li ser Tevgera me ya Azadiyê û Rêberê me ye. Lê belê ev derdor nikarin rastiyan berevajî bikin, roj nikare bê tarîkirin.

Gotina, ‘neteweya demokratîk ne li gorî rastiya Rojava ye’, cahîltî, nezantî ye. Ne li Bakur, ne li Başûr ne jî li Rojhilat bi qasî Rojava gel di nava hev de nîne. Li Dêrikê, Qamişlo, Hesekê, Serêkaniyê, her wiha li derdora Kobanê bi Ereban re jiyanek bi hev re heye. Li qada Rojava her wiha nifûseke girîng a Suryanî heye. Avakirina sîstemeke demokratîk a bi feraseta neteweya demokratîk projeyeke ku herî zêde bersivê dide pêwîstiya Rojava.

Kurdistan bi 4 parçeyan hatiye parçekirin; Rojhilata Navîn bi şerê etnîkî û mezhebî hev dixwe û diqedîne. Lewma feraseta neteweya demokratîk herî zêde ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn pêwîstî ye. Ya rast ewqas hezeyan û demagojî nîşaneya niha ya dijberiya bi salan a li fikrê Rêber Apo yê li dijî dewlet û desthilatdariyê û li dijî paradîgmaya wî ye.

Tê gotin, êrişên li ser taxên Helebê yên ku piraniya şêniyên wan Kurd bûn destpê kirin û li Rojava belav bûn, li hin herêmên weke Dêrazor û Reqayê qutbûna hin eşîrên Ereb û hêzên çekdar ji rêveberiya xweser û QSD’ê di nava Kurdan de baweriyek şikandiye. Ev rewş bû sedem ku teza ‘Diviyabû Kurdan baweriya xwe bi Ereban neaniya’ bi dengekî hîn bilind bê ser ziman. Li aliyê din medya şerê taybet a Tirk û zimanê bi jehr ê ku medya bi kar tîne, bi provokasyona dawî ya alê re gihîşt asta herî bilind. Dijminatiya li Kurdan hate sorkirin. Eşkere ye ku ev zimanê gelan li ber hev radike, neteweperestiyê xwedî dike. Her wiha di nava Kurdan de jî gotinên ‘Bawerî bi Tirkiyeyê, bi Tirkan nayê’ jî zêde bûye. Hûn vê rewşa metirsîdar çawa dinirxînin? Bi taybetî şikestina hestewarî û baweriya Kurdan a bi gelên cîran çawa dikare bê sererastkirin? Eger nebe yan jî nikaribe bê sererastkirin wê encamên xwe çi be?

Şoreşgerên Rojava di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de bi ciwanên Ereb şer kirin. Zêdeyî hezar şehîdên Ereb hene, gazî hene. Niha li Rojava di nava hêzên leşkerî de û li qada civakî ciwanên Ereb hene ku di nava têkoşînê de ne. Em timî li gorî xeteke polîtîk-îdeolojîk tevgeriyan ku çîna serwer û gel ji hev cuda kir. Ji niha û pê ve jî nêzîkatiya me wê bi vî rengî be. Em di wî fikir û ferasetê de nîne ku li Tirkiyeyê tê gotin, ‘Ji bilî Tirk dostê Tirkan nîne’. Kurd niha ji nava Tirk, Ereb, Fars û gelên din xwedî dostan e. Li Rojava enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê şehîd ketin. Şoreşgerên Tirkiyeyê şehîd ketin. Di destketî û xeta siyasî-îdeolojîk a Şoreşa Rojava de keda wan jî heye. Kurd niha xwedî mejiyekî demokratîk e. Di vî mejî de dijminatiya li gelan nîne. Bêbaweriya li hemberî gelekî nîne. Bi taybetî nêzîkatiyeke Kurdan a bêbaweriya li gelekî nabe. Fikrê siyasî yê gelan jî blokek bi tenê nîne. Nîqaşên ku niha li ser medya dîjîtal têne kirin encameke hestewar yan jî gotinên ji ber tevdana hin derdoran e ku zerarê dide Kurdan.

QSD ji bo pêşî li provokasyonekê bigire xwe ji Dêrazor, Reqa û Tebqayê vedikişîne. Dema ku xwe vedikişîne ji qadên ku gundên Ereb lê ne êrişek li ser QSD’ê nebûye. Li Reqayê hin alîgirên HTŞ’ê piştî ku hêzên leşkerî yên HTŞ’ê hatin hin êriş kirin. Ji xwe bi salan e li hemberî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonên QSD’ê dihatin kirin. Karakterê eşîrên Ereb ji xwe tê zanîn. Heta ku hêzên koalîsyonê piştgirî nedan HTŞ’ê li hemberî QSD û rêveberiya xweser nêzîkatiyeke neyînî nîşan nedan. Piştî ku QSD’ê biryara vekişînê da, eşkere bû ku eşîran wê têkilî bi HTŞ’ê re daniya. Eşîrên Ereb di nava helwesteke welê de bûn ku bi taybetî li gorî helwesta DYE û hêzên koalîsyonê tevdigeriyan. Ji xwe eşîr her tim di nava wê meylê de bûn ku hebûn û jiyana xwe li gorî nêzîkatiya li hevsengiya hêzê dewam bikin.

Şoreşgerên Rojava xwestin bi gelê Ereb re li ser demokratîkbûna Sûriyeyê bi bandor bibin. Lê belê piştî ku dîtin hêzên koalîsyonê li hemberî demokratîkbûnê bi rengekî neberpirsyariyane nêzîk dibin, QSD’ê xwe ji qadên Ereb vekişand û li cografya Rojava xeteke berxwedanê ava kir. Hevsengiyên siyasî û asta şer ev yek ferz kir. Ji vê rewşê jî encama ‘diviyabû bawerî bi Ereban nehatibûya kirin’ dernakeve. Ji xwe pirsgirêk pirsgirêka bawerî yan jî nebaweriyê nîne. Rastiyên bi hevsengiyên hêzê yên siyasî, leşkerî û rêxistinî afirîn, rêya têkoşîna siyasî û leşkerî diyar dikin.

Wezîfeya saziyên demokratîk û nûnerên siyasî yên gelê Kurd ew berpirsyarî ye ku alîgir û dostên di nava gelên herêmê de zêde bike. Bi taybetî ji ber polîtîkayên qirker û înkarê yên welatên herêmê pêwîstiya bi vê yekê hîn zêde dike. Lewma gotina ‘Ereb bi vî rengî ye, Tirk bi wî rengî ye’ bê wate ye. Ferzkirina şovenîst û neteweperstiyê ya dewletan a li ser civakên xwe ye. Me ev yek herî zêde di rastiya Tirkiyeyê de dît. Dîtin û zanebûna van rastiyan cuda ye. Qezençkirina gelên herêmê û hewldan û polîtîkayên rizgarkirina wan ji dijberiya li Kurdan mijareke cuda ye. Gotina me ya xwişk-biratiya Kurd-Ereb, Kurd-Tirk û nêzîkatiya me ya ku me heta niha ji bo van gelan nîşan da, wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Nekirina vê yekê beriya her tiştî wê bibe nêzîkatiyeke bêberpirsyarane ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

Em zanin ku li Tirkiyeyê navendên şerê taybet di nava civakê de dijminatiya li Kurdan sor dikin. Ev yek polîtîkayeke sed salî ye. Bi taybetî di dema têkoşîna me ya 52 salan de ev yek bi rengekî gelekî plankirî û rêxistinkirî tê kirin. Şerê taybet ê li Tirkiyeyê ji xwe re kiriye polîtîkaya bingehîn ku rojavayê Tirkiyeyê bide pişt xwe û ji bo şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn bi hêsanî bimeşîne neteweperestiyê geş bike. Welê li wan hatiye ku ji HDP’ê aciz bûn ku bû partiyeke ku xîtabî tevahiya Tirkiyeyê dike. Tişta ku herî zêde jê ditirsin ew e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li rojavayê Tirkiyeyê alîgir û dostan ji xwe re peyda bike. Divê li Tirkiyeyê em xwe ji neteweperestiyê û polîtîkayên ku dijminatiya li Kurdan xwedî bike, vegirin. Divê em malzemeyekê nedin şerê taybet ku neteweperestiyê geş bike. Neteweperestî bi xwer e neteweperestiya dijber tîne; bi kêrî gelan nayê. Bi taybetî bi kêrî Kurdan qet nayê.

Gotina, ‘Bawerî bi Tirkiyeyê û bi Tirkan nayê’ gotineke giştî ye, ku her kesî dide ber xwe. Ev yek nabe gotina mirovên polîtîk an jî têkoşîna polîtîk dimeşînin. Analîzên siyasî civakî tê kirin, li gorî wê polîtîkayên rasteqîn têne meşandin. Têkoşîna herî dijwar û demdirêj a li hemberî dewleta Tirk me meşand. Yê ku herî zêde bi rastiya civakî ya Tirk, rastiya dewleta Tirk û polîtîkayên li dijî Kurdan zanin, em in. Şerkirin tê wateya naskirina hêza ku tu li hemberî wê şer dike. Eger ev têkoşîn 52 sal in dewam dike, ev yek tê wê wateyê ku ev naskirin jî kûr û berfireh e. Rêber Apo got, ez ne dixapim ne jî dixapînim. Ji ber ku yê herî baş bi rastiya Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn, hêzên navneteweyî û polîtîkayên têkildarî Kurdan zane Rêber Apo ye. Beriya her tiştî divê gelê me baş zanibe ku hevalên destpêkê yên Rêber Apo şoreşgerên Tirkiyeyî Kemal Pîr û Hakî Karer e. Van herdu hevalan di afirandina karakter û ruhê têkoşîna me ya azadiyê de roleke diyarker lîstin. Rêber Apo ji bo van herdu hevalan got, ruhê min ê veşartî bûn. Kemal pêşengê berxwedana zindanê û şehîdê rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Bi sedan hevalên me yên Tirk şehîd bûn. Hîn jî bi sedan ji hevalên Tirk di nava têkoşîna me de ne. Li Tirkiyeyê derdoreke girîng a civakî heye ku piştgiriyê dide têkoşîna me ya azadiyê, rêxistin û kesayetên şoreşger hene. Lewma divê mirov dest ji nêzîkatiya giştî ya ‘Bawerî bi Tirkan naye’ berdin û dost û hevalbendên xwe zêde bike. Ya ku ji bo Kurdan rast e û divê bê kirin ev e.

Li gel Tirkiyeyê me bi dehan caran agirbest ragihand, hevdîtin kir. Têkoşîna siyasî bi yekalî nikare bê meşandin. Agirbest û hevdîtin jî aliyekî girîng ê têkoşîna siyasî ye. Hemû hêzên ku têkoşîna azadî û demokratîk a neteweyî dimeşînin, di pêvajoyên bi vî rengî yên têkoşînê re derbas bûne. Ev pêvajo nabe ku di nava çarçoveya bawerî-bêbaweriyê de bê meşandin. Ev yek dibe nêzîkatiya herî apolîtîk. Polîtîkaya ku li ser baweriyê bê meşandin jî, polîtîkaya li ser bêbaweriyê bê meşandin jî şaş e. Di têkoşîna siyasî de pîvanên bi vî rengî nabe, yan jî bi vê nêzîkatiyê têkoşîna polîtîk nikare bê meşandin. Bawerî û bêbawerî rewşeke ku bi demê re bi helwestên bêne nîşandan wê diyar bibe. Hem nikare bê gotin ku ez ji te bawer nakim, hem jî bi gotina ez ji we bawer nakim têkoşîneke polîtîk nikare bê meşandin. Li aliyê din bawerî nebe jî ji ber mercan têkoşîna siyasî û hevdîtin dikare bê meşandin. Şaş e ku têkoşîna siyasî yekser û bi yekrêbazê bê dîtin; ev yek tê wateya nemeşandina têkoşînê.

Niha tê xwestin ku bi Tirkiyeyê re pêvajoyek bê meşandin. Hewl tê dayin ku rewşeke têkoşîna siyasî demokratîk bê afirandin. Di navbera demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd de têkiliyeke yekser heye. Ji xwe heta ku nêzîkatiyeke rast li pirsgirêka Kurd neyê nîşandan demokratîkbûn û azadiya siyaseta demokratîk nikare pêk were. Eger hebûna Kurdan û Kurd di nava qanûnê de neyên bicihkirin, hebûna wan neyê ewlekirin û qanûnên azadiyê neyên afirandin ev pêvajoya siyasî nikare bi pêş ve biçe, dikare li cihekî bixitime. Lê belê ji bo meşandina pêvajoyê jî berpirsyarî ye ku ziraviyên siyasetê û taybetmendiyên wê yên pêşîvekirinê bêne bikaranîn. Rêber Apo jî ji ber berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi vê nêzîkatiyê tevdigere.

Bi kurtasî şaş e ku mirov di çarçoveya bawerî û bêbaweriyê de li bûyeran binihêre. Bi taybetî gotina, ‘Bawerî bi vî gelî nayê’ hem şaş e hem jî polîtîk nîne. Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de gelekî girîng e ku bi berpirsyariya polîtîk mirov tevbigere. Bi têgihiştina ‘Bawerî bi gelên cîran nayê’ mirov nikare bigihêje cihekî. Bi van gotinan tiştekî ku nirxê xwe yê polîtîk heye nayê gotin. Em ê nêzîkatiya xwe ay jiyana bi xwişk û biratiyê ya bi gelên cîran re dewam bikin, divê em dewam bikin. Cîrantî tercîhek nîne. Berpirsyariya me ye ku em nêzîkatiyên neyînî yên li hev ên gelên cîran ji holê rakin. Berpirsyariyeke bi vî rengî yıa gelên cîran û hêzên demokrasiyê heye.

Dijminatiya li gelên cîran an jî neteweperstî, yan jî nêzîkatiyeke şaş fikrekî rast, sekneke rast nîne. Em weke mirov, weke mirovên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin; em ê hem xwe ji fikr û meylên bi vî rengî yên şaş vegirin hem jî di nava civakê de hewl bidin dawî li meylên bi vî rengî bînin. Bêguman li hemberî her cûre zilm û zordariyê em ê gelê xwe di nava têkoşînê de bihêlin. Wezîfeya me ye ku em gelekî biafirînin ku ji bo azadiya xwe têdikoşe û vê yekê bixin meriyetê. Rewşên ku ji bo me nayên qebûlkirin bi vî rengî ne; serîtewandina li ber hêzên dijberê demokrasî û azadiyê, nokerî û rewşeke ku li gel û welatê xwe nafikire. Sorkirin û geşkirina neteweperestiyê tê wateya rabûna li ber hev. Di rewşeke bi vî rengî de weke her carê yên ku herî zêde bêne qetilkirin wê Kurd bin.

Ji ber komkujiyên hatin kirin em nêzîkatiyên hestewarî û rexneyan dibînin. Li gel van her wiha bi rêbaza provokatîf sûcdariyên bi nêta xerab jî xuya dikin. Em dibînin ku di dema dawî de di şexsê Rêber Apo de kampanyayeke reşkirinê di dewrê de ye. Bi taybetî eşkerekirina raporên meclîsê di dema êrişên li ser Rojava de û manîpulekirina van hemûyan, piştre jî nîqaşên li dora teşika ku diyarî Devlet Bahçelî hate kirin, ji aliyê demê ve balkêş bûn. her wiha hin derdorên desthilatdariyê ragihandin ku gotinên Rêber Apo ji aliyê derdorên pêwendîdar ve li ber çavan nayê girtin. Ev nîqaşên têkildarî Rêber Apo têne kirin bi çi armancê ne? Bi rakirina li ber hev a Rêber Apo û rêveberiya Rojava gelo çi tê xwestin ku bê kirin?

Gotinên bi vî rengî yên reşkirinê yên li hemberî Rêber Apo û tevgera me her tim hatin kirin. Bi taybetî dema ku ji bo gelekî têkoşîna demokrasî û azadiyê bê meşandin, ev yek dikare rû bide. Yê ku bi dehan sal in vê dike sîstema şerê taybet a Tirkiyeyê û çapemeniya wê ye. Tê zanîn bê li hemberî Rêbertî bi salan çi gotin çi negotin. Esasê êrişên ku li ser medya dîjîtal tê kirin jî ji aliyê vê navenda şerê taybet ve tê birêvebirin. Kesên ser bi vê navenda şerê taybet bi navê Kurdîtiyê li hemberî Rêber Apo kampanyeyeke reşkirinê dimeşînin. Beşeke girîng a parvekirinên ku tê gotin ji aliyê Kurdan ve hatine kirin, em zanin ku ji aliyê vê navenda şerê taybet ve tê kirin. Difikirin bê kîjan propaganda reşkirinê wê bandorê li Kurdan bike, li gorî vê mijaran dihilbijêrin û li medya dîjîtal li ser hin hesaban hewl didin van belav bikin.

Li aliyê din hin Kurdên ku di encama têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê de bê bandor bûn weke dijminên Rêber Apo û PKK’ê yên sondxwarî yên dehan salan her ku firsend û zemînê dibînin, berê xwe didin vê yekê. Bi taybetî kesayetên dijminê PKK û Rêber Apo yên sondxwarî hene ku êrişî paradîgmayê dikin. Li gorî hin kest û mijarên ku Kurd ji bo wan hesas in, hewl didin vê yekê bikin. Lê belê çi dikin bila bikin nikarin ast û rewşa Rêbertî bihejînin ku 52 sal in têdikoşe, 27 sal in li zindanê têdikoşe, îdeolojî û teoriyeke ku Kurd pê serbilind be afirandiye û aqlê Kurdan derxistiye holê. Yên ku hêza wan a polîtîk, felsefîk û îdeolojîk nîne hin hewldanên reşkirinê bikin û bandorê li hin kesan bikin jî nikarin encamê bi dest bixin. Wê bi gotinên xwe û reşkirina xwe bimînin. Êrişên bi vî rengî yên li hemberî fîlozof, ramanger, şoreşger, têkoşer û siyasetmedarê Kurd ê herî mezin ê dîrokê, bi esasî dijminatiya li Kurdan e. Ew li Kurdîtiyê nafikirin. Li hemberî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di nava kompleksê de ne. Ya rast bûyerên psîkolojîk in.

Tê gotin, raporên meclîsê zêdeyî 50 rûpelî ye. Rêber Apo ji bo pêşvebirina pêvajoyê nêzîkatiyeke polîtîk nîşan dide. Komîsyona meclîsê cidî dît û xwest gavê bide avêtin. Di asta heyî de hate dîtin ku ev komîsyon ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd nikare roleke cidî bilîze. Ji niha ve tê dîtin ku rapor û pêşniyarên dixwazin amade bikin di vê çarçoveyê de bin. Ji ber vê yekê Rêber Apo dixwaze lîderên siyasî hemû li hev kom bibin û li ser mijara rola wî biryarekê bidin. Ji ber ku ev pirsgirêk li meclîsê bê çareserkirin jî yên ku helwesta meclîsê diyar bikin partiyên siyasî ne.

Karê mirovên bi nêta nebaş e ku di raporên Meclîsê de li ser rewşa dûrî ji cewhera giştî ya gotinên Rêber Apo spekulasyon bê kirin û êriş li Rêbertî were kirin. Devlet Bahçelî diyarî ji Rêbertî re şand, Rêbertî jî xwest, diyariyek li gorî taybetmendiya Kurd jê re bê şandin. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî ev yek bi cih anî. Hewldana afirandina têgihiştinên şaş li ser van diyariyan, nêta xerab e. Her bûyer û mijar li ser zemîn û rastiya xwe divê bê nirxandin. Yên ku nêta xwe nebaş be dikarin hin tiştan bibêjin. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje, devê xelkê ne kîs e ku mirov ba bide.

Yên ku dibêjin li Rêber Apo guhdarî nakin, rastiyê berevajî dikin. Rêber Apo ji bo me rêberê pêşeng e ku wê têkoşîna me bigihîne serketinê. Gelê me Rêber Apo weke rêberê xwe û muzakerevanê sereke dibîne. Dayikên AştiYê wijdanê gelê Kurd e. Stûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Eger Dayikên Aştiyê Rêber Apo weke rêberê xwe qebûl dike, ne para kesî ye ku gotineke neyînî ji Rêbertî re bibêje. Rêber Apo niha ji bo Kurdan ew Rêber e ku gotina wî ji her kesî bêhtir tê guhdarîkirin û li ber çavan tê girtin. Ne tenê Kurd, hêzên herêmî û navneteweyî jî bi vê rastiyê zanin. Di mijara dilsoziya bi Rêber Apo re Rojava her tim li pêş e. Hema bibêje Rêber Apo xwe gihandiye her mirovekî li Rojava, pê re axivî ye. Li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re bi hezaran şehîd hate dayin. Rêveberiya Rojava jî tam dilsozê Rêber Apo ye; gotinên Rêbertî li ber çavan digirin. Her tişt dikare bê kirin, lê belê Rêveberiya li Rojava nikare li hemberî Rêber Apo bê rakirin. Li Rojava jin hemû li ser xeta azadiyê ya Rêber Apo rabûn ser piyan û azad bûn. Jinan jî tevahiya civaka Rojava guhertin. Herî kêm nîvê rêveberiya Rojava jin e. Ji ber vê yekê jî afirandina pirsgirêkê di navbera Rêber Apo û rêveberiya Rojava de tenê li dora maseyê dikare bê kirin. Yan jî lîstikên şerê taybet tiştên bi vî rengî dikarin bixin rojevê.

Li gel nêzîkatiya ‘Dixwazin li Kurdistanê sed Xezeyan biafirînin. Em dixwazin pêşî li vê bigirin’ ya Rêber Apo û gotina wî ya ku digot ‘Rojava xeta min a sor e’, hin derdorên bi nêta xerab bi taybetîn li ser platforma dîjîtal bi gotina ‘Pêvajoya ku Rêber Apo bi dewleta Tirk da destpêkirin rê li ber êrişên li ser Rojava vekir û bi dewleta Tirk re li ser heman xetê ye’ dest bi sûcdariyan kir. Bi van nêzîkatiyan armanc çi ye?

Bi dijberiya xwe ya li rastiyên heyî re diyar e ku ev gotin çiqasî bi nêta nebaş têne kirin. Beriya pêvajoya ku Rêber Apo bi înîsiyatîfa xwe dimeşîne her roj dewleta Tirk bi ÎHA’yan bombe li bajarên li Rojava dibarand, gelek şoreşger û welatparêz qetil dikir. Piştî ku Rêber Apo înîsiyatîf wergirt, ev êriş jî sekinîn. Heta 6’ê Çileyê êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê agirbestek di pratîkê de hebû. Yek ji wan sedeman ku Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin ew bû ku bêhnê bîne ber Rojava. Ji xwe bandora destpêkê ya erênî ya vê pêvajoyê li Rojava bû. Rêveberî û gelê Rojava rewşê bi vî rengî dinirxîne, di rewşeke welê de gotina ku dibêje ‘Pêvajoya bi Tirkiyeyê re rê li ber êrişên li ser Rojava vekir’ şerekî taybet ê li hemberî Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê ye. Yên ku ji xwe re dibêjin Kurd e, ev gotin ji şerê taybet ê li Tirkiyeyê wergirtine. Navenda şerê taybet a li Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de kêmkirina bandora Rêber Apo û tevgera me ji xwe re kiriye şêweyekî têkoşînê. Bi vî rengî hesabê wê yekê dikin ku ast û destê Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê lawaz bikin.

Rêber Apo û tevgera me li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk 52 sal in têkoşîneke mezin dimeşînin. Yên ku niha li hemberî Rêbertî û tevgera me vê kampanya reşkirinê dimeşînin bi dehan salan bi van nêzîkatiyên xwe ji sîstema şerê taybet û dewleta Tirk re bûn alîkar. Gelê me baş zane ku di salên derbasbûyî de kî bi dewleta Tirk re tevdigeriyan û li hemberî tevgera me ya azadiyê helwest nîşan dan. Pêvajoya ku niha li Îmraliyê bi dewleta Tirk re tê meşandin pêvajoya ji bo misogerkirina jiyana demokratîk, azad û hebûna gelê Kurd e. Dewleta Tirk wê çawa nêzî vê pêvajoyê bibe, bersiveke çiqasî rast bide, ev yek pirsgirêka dewletê ye. Hemû hewldanên Rêber Apo yên li Îmraliyê ji bo parastina destketiyên li Rojava ye. Em, rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê û gelê wê baş bi vê yekê zanin. Yên ku bi vê nizanin û rastiyan berevajî dikin, em wan bi paranoya û kompleksê wan ên li hemberî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê re dihêlin.

Oportunîst yanî yên ku rojekê kevirek neavêtiye dijmin, li ser medya dîjîtal li cihê rûniştî stratejiyên dijmin, berxwedan û şer ava dikin û êrişî Rêber Apo, xeta wî, Tevgera Azadiyê û pêkhateyên wê dike. Ev yek tê çi wateyê? Li hemberî van derdoran divê têkoşîneke çawa bê meşandin?

Ya rast ev derdor û kesên marjînal e ku pêwîstî pê nîne ku mirov guh bidin wan. Medya dîjîtal derfetê dide van ku xwe bidin axaftin. Cîhan tev zane bê Şoreşa Rojava ji aliyê kê ve çawa hate pêkanîn. Tê zanîn bê Şengal ji aliyê kê ve çawa hate rizgarkirin. Herî zêde gelê me û hêzên demokrasiyê zanin ku Rêbertî û tevgera me 52 salan têkoşîneke çawa meşand û kîjan nirx afirand. Eger ev têkoşîna 52 salan nehatibûya meşandin wê ji Kurd û Kurdistanê çi bima? Her rewşenbîr û welatparêzên xwedî wijdan û mirovên aqlê wan di serê wan de ye, vê yekê teqdîr dikin. Atmosfera siyasî û Kurd a ku vê têkoşînê afirand, parêzvan, ewlekar û çavkaniya hêzê ya parastina hemû destketiyan e. Li cihê rûniştî bi axaftinê tiştek bi dest nakeve. Nirxê herî biçûk jî bi ked û berdêleke mezin tê bidestxistin. Divê gel ji van kes û derdoran bipirse bê doh li kîjan aliyê têkşoşînê bûn, îro li ku ne û ji niha û pê ve wê li ku bin. Ya ku ew dikin, ‘beko’yiya li ser maseyê ye.

Divê mirov li rabirdû û roja îro ya êrişên li ser Rojava binihêrin û bibînin ku kîjan hêz di nav de ne û têkoşîna li hemberî vê yekê jî ji aliyê kê ve hatiye meşandin. Bangên destpêkê yên li hemberî êrişên li ser Rojava ji me hat, li her derê weke gelê rêxistinbûyî kete nava liv û tevgerê. Tevgera me 52 sal in li navenda qada têkoşînê ye. Yên ku bi dengekî bilind diaxivin eger dixwazin têbikoşin wê rêxistina xwe ava bikin, hêza xwe ya çekdarî ava bikin û dakevin qadê. Naxwe bi gotinê tiştek nabe.

Hinek hene ku êrişên li ser Rojava weke firsendekê dibînin û êrişî têkoşîna azadiyê ya jinê, felsefe û îdeolojiya Tevgera Azadiyê dikin. Armanca van derdoran çi ye?

Yên ku zimandirêjiyê li Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê dikin, karakterê wan ji nêzîkatiya wan li xeta azadiya jinê diyar e. Di rewşeke welê de ku xeta azadiya jinê ya Rêber Apo ji aliyê hemû jinan û mirovahiya demokratîk ve tê teqdîrkirin, êrişa yên ji xwe re dibêjin Kurd e ya li ser xeta azadiya jinê û paradîgma û felsefeya Rêbertî radixe pêş çavan bê kalîteya wan çi ye. Cografyaya ku xeta azadiya jinê xwe dispêre cografya Kurdistanê ye. Çanda Kurd çawa ku çanda bingehîn a mirovahiyê ye, azadiya jinê jî di gen ên civakî yên Kurdan û vê cografyayê de heye. Yên ku êrişê dibin ser paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo li paş mane û di bin bandora paşverûtiyê ne.

Rêber Apo bi felsefe, fikir, îdeolojî, paradîgma û teoriya xwe rûmeta Kurdan hemûyan e. Dîrok ji bo Kurdan weke arkeologekî lêkolîn kir, hemû nirxên erênî yên mirovahiyê di şexsê xwe de civand û aqlekî Kurd afirand. Di nêrîna Kurdan a li dîrokê, civakê û siyasetê de pêşiya wan zelal kir. Ev yek bi tena serê xwe ji bo Kurdan destketiyeke mezin e. Ji ber nêzîkatiya xwe ya sivik a li cîhanê, civakê û rastiya Kurd li şûna ku bi Rêber Apo serbilind bin, êriş dikin. Dijberiya li PKK’ê û Rêber Apo çavê van derdoran kor kiriye, rêgeha wan xera kiriye. Rast nîne ku ev derdor gelekî zêde bê nirxandin. Ya rast çand û kevneşopiyeke me nîne ku em bersivê bidin tiştên bi vî rengî. Lê belê ji ber ku êrişên li ser Rojava bi nêteke xerab dinirxînin, pêwîstî pê hate dîtin ku em hin tiştan bibêjin.

Bi bûyerên li Rojava re li ser helwesta DYE û bi giştî dewletên Rojavayî nîqaşên berfireh têne kirin. Ji aliyekî ve ev helwest weke ‘Xiyaneta li Kurdan’ tê şîrovekirin, li aliyê din jî rexne tê kirin ku pêvajoya li Rojava ji ber baweriya zêde ya bi hebûna DYE’yê rû da. Divê mirov nêzîkatiya DYE û cîhana rojavayî ya li hemberî Rojava çawa vebêjin? Gelo ev nîqaş di kîjan çarçoveyê de bêne nirxandin wê rast be?

Tifaqa taktîkî ya Rojava ya bi DYE û hêzên koalîsyonê re di nava têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de destpê kir. DAÎŞ’ê li Şengalê êriş bir ser Kurdên Êzidî. Gerîlayên HPG-YJA Star û YPG-YPJ’ê Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Piştre DAÎŞ’ê li şûna Şam û Helebê berê xwe da Kobanê û êrişî Kurdan kir. DAÎŞ’ê li her devera cîhanê êriş bir ser mirovahiyê û komkujî kir. Di atmosfereke bi vî rengî de di navbera berxwedêrên li dijî DAÎŞ’ê û hêzên ku li hemberî DAÎŞ’ê koalîsyon ava kirin tifaqa taktîkî çêbû. DYE û hêzên koalîsyonê li gorî berjewendiyên xwe dît ku sûdê ji berxedana fedaî ya Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê werbigire. Ev têkiliya taktîkî dişibe têkiliya taktîkî ya Şerê Cîhanê yê 2’emîn ku di navbera Sowyetan û hêzên demokratîk a bi hêzên kapîtalîst modernîst ên Rojavayî ya li dijî faşîzma DAÎŞ’ê. Têkiliyên stratejîk bi esasî di navbera wan hêzan de tê kirin ku ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve dişibin hev, xwedî heman armancê ne. Têkiliya taktîkî jî di demên welê de tê kirin ku têkoşîna li dijî dijminê hevpar nêzî hev dibin. Ji xwe têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ev yek bi xwe re anî. Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî sûd ji vê têkiliya taktîkî wergirt.

Têkoşînên siyasî tenê bi tifaqên stratejîk nayê meşandin. Dema pêwîstî pê çêbû wê tifaqên taktîkî jî bê kirin. Her têkoşîn ji aliyekî ve bi tifaqan tê meşandin. Têkoşînek bêyî tifaqan nabe. Yên ku nizanin tifaqan bikin, xwedî mejiyê polîtîk û afirîneriyê nînin; xwe li neserketinê mehkûm dikin. Tifaqa taktîkî ya bi DYE’yê û hêzên koalîsyonê re hate kirin di çarçoveya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bû. Têkiliyên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heta 6’ê Çileyê di vê çarçoveyê de dewam kiribû. Ji xwe DYE û hêzên koalîsyonê ti carî piştgiriya siyasî nedabûn Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Em zanin ku Rojavayî jî vê bi eşkere dibêjin. Têkiliyên DYE’yê yên bi Rojava re piştî ku di şexsê HTŞ’ê de amûreke ku karibe ji bo xwe bi kar bîne dît, bi dawî bû. Lewma bidawîbûna têkiliyeke taktîkî nabe ku bi pênaseya xiyanetê bê vegotin. Lê belê têkiliya DYE’yê ya bi rêxistineke welê re ku li New Yorkê li Du Kûleyên Cotik xistin, 3 hezar Emerîkî kuşt û ji ber vê yekê jî bû hincet ji bo dagirkirina Efganistanê, beriya her tiştî xiyaneta li gelê xwe ye. Ev yek nêzîkatiyek berevajî cewhera têkiliya taktîkî ye. Têkiliya ku DYE’yê bi Rojava re tanî têkiliyeke stratejîk û tifaq nebû ku xiyanet jê re bê gotin. Lê belê piştgiriya ewqasî ya ji bo HTŞ’ê û pêşîvekirina wê ya siyasî ji aliyê nirxên mirovî û exlaqî ve polîtîkayeke qirêj e. Lewma polîtîkayeke welê ye ku divê bê teşhîrkirin. Ji xwe li DYE û Fransayê rewşenbîr, civak û siyasetmedar li ber hikumetên xwe rabûn. Çapemeniyê bi xwe jî ev polîtîka teşhîr kir.

Bêguman rêveberiya Rojava bi nêzîkatî û polîtîkaya rêveberiya DYE’yê zanîbû. Lê belê ji ber ku gel û hin derdora têkiliya taktîkî baş fêhm nekiribû û wateyeke mezin dida wê, ji bo wan dibe ku xeyalê wan şikandibe, yan jî weke şikestina hêviyê hatibe dîtin. Di vê mijarê de ji aliyê perwerdekirina baş a gel ve rexne li rêveberiya Rojava dikare bê kirin. Têkoşînek dema li gorî hêz û têkiliyên xwe yên stratejîk bê meşandin wê bi rengekî rasteqîn bi ser bikeve. Têkiliyên taktîkî gava di çarçoveya têkiliyên stratejîk û hêza xwe de bê nirxandin û li ser bingeha xurtkirina wê bê dîtin, wê di serketinê de bi bandor be. Danîna têkiliya taktîkî şaş nîne. Têkiliyên taktîkî ji bo serketina têkoşînê di cih de ye û têkiliyên welê ne ku dema pêwîst kir dikare bê bikaranîn.

Nêzîkatiya cîhana Rojava û DYE’yê ya li Rojava bi berjewendiyên wê yên têkildarî polîtîkaya giştî ya Rojhilata Navîn eleqedar e. Ew polîtîkaya xwe tenê bi spartina li têkiliyeke lokal nameşînin. Polîtîkayeke wan a giştî ya Rojhilata Navîn heye û Rojava jî di vê çarçoveyê de dibîne; ji xwe bi vî rengî nirxandin. Ji bo Rojhilata Navîn ew rêveberiyên xwedî îrade û demokratîk naxwazin, ew hêzên noker û yên ku xizmetê ji hegemonya wan re bikin tercîh dikin. Tom Barrack got, ne demokrasî lê belê monarşî li rastiya Rojhilata Navîn tê. Dema ku ev got, ne ku li gorî cudahiya siyasî, civakî û dîrokî ya her welatên Rojhilata Navîn vegot, li gorî hin welatên ku bi wan re di nava têkiliyê de ye anî ziman. Ji xwe ev axaftin jî li welatekî kir ku monarşî lê heye.

Bi vê pirsê re eleqedar, li Sûriyeyê rol ji HTŞ’ê re hate dayin ku ji xeta DAÎŞ-El Qaîdeyê tê û ev yek li nava raya giştî gelekî tê nîqaşkirin. Ev yek çawa dikare bê şîrovekirin? Plana hêzên hegemonîk a li ser HTŞ’ê çi ye, di dîzaynkirina herêmê û şerê wê de roleke çawa didin HTŞ’ê?

Divê gelekî bê nîqaşkirin bê çima li Sûriyeyê rol ji HTŞ’ê re hate dayin. Hem wê li dijî DAÎŞ’ê bin, hem jî wê rêxistineke bi heman mejî li Sûriyeyê serwer bikin! Beriya her tiştî gelê DYE’yê ku karesata Kûleyên Cotik bi serê wan de hat, hêzên demokrasiyê û avaniyên siyasî divê li ber vê piştgiriya ji bo HTŞ’ê rabin. Bi HTŞ’ê êriş li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê hate kirin ku ev hêz bi hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê re di nava tifaqa taktîkî de bû. Ti aliyekî vê nîne ku ji aliyê mirovî, demokrasî, exlaq û wijdanî ve bê parastin. Polîtîkayeke welê ye ku divê bi tundî bê şermezarkirin û mehkûmkirin.

Ev yek hatiye fêhmkirin; HTŞ di polîtîkaya hêzên navneteweyî ya têkildarî Sûriyeyê û hegemonya Rojhilata Navîn de amûreke dikare bê bikaranîn. Her wiha dîtin ku bi hêzeke bi vî rengî dikarin Sûriyeyê bikin welatekî welê ku li ser Îsraîlê ne xetere be. Girên Golanê û Başûrê Sûriyeyê di pratîkê de ji Îsraîlê re hatiye hiştin. Êdî Girên Golanê yên stratejîk veguherandina xaka Îsraîlê. Sûriye bandorê li polîtîkayên Lubnanê jî dike; bi HTŞ’ê dane qebûlkirin ku dest nede Lubannê û wê derê weke qadeke ji bandora Îsraîl û cîhana Rojava bibîne. HTŞ wê di dîzayna herêmî de weke amûreke bêdeng a hêzên hegemonîk bê bikaranîn. Bêguman Tirkiye jî ji bo li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi bandor bibe wê hewl bide HTŞ’ê bi kar bîne. Bi esasî tê fêhmkirin ku wê bibe rêveberê polîtîkayên Erebistana Siûdî û hêzên navneteweyî. Lê belê hêzeke bi vî rengî ji bo dema navîn û dirêj wê nebe hêzeke ku hêzên navneteweyî û Îsraîl jê bawer û piştrast be. Dema ku wezîfeya jê re hate dayin qediya, wê bi rê û rêbazekê li derve bê hiştin. Dibe ku Colanî jî bi vê zane û polîtîkayê dike. Herhal hinek hene ku bi vî rengî şîretan li Colanî dikin û aqil didin wî.

Hebûna rejîmeke bi vî rengî li Sûriyeyê wê li ser Iraqê jî weke amûreke zextê bê bikaranîn. Ji xwe Iraq ketiye nava fikareke bi vî rengî.

 

WÊ BIDOME…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike

Nivîsa Pêş

JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir

JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin

Manşet

  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe
  • Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike
  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.