Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Xefka li pêşiya PDK’ê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
25/06/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Xefka li pêşiya PDK’ê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aslan ASLAN nivîsand
Di 23’ê Nîsanê de artêşa dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kir. Ev roj jî bi zanebûn hilbijart. Ango qaşo salvegera serxwebûna milletê Tirk e. Ji 23’ê Nîsana 1920’an û bi şûn ve gotina yek millet, yek al û yek ziman li Tirkiyê serdest bû. Erdoganê ku niha serokomarê Tirkiyê ye ji bo ku li gorî wê pêvajoyê bimeşe, pêngavek da destpêkirin. Ew jî bi temamî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê tevgera xwe ya dagirkeriyê jî bi PDK’ê re li hev kiriye. PDK jî ji bo ku karibe di vî şerî de cihê xwe bigre daye pey dek û dolaban. Ji aliyekî ve çapemeniya xwe bi kar tîne, ji aliyê din ve çekdarên xwe ji bo provokasyonê dişîne qadên gerîla. Ew dixwaze ku PKK fîşekê biteqîne û bike sedema şer.

Bûyera herî dawî ya li Metîna jî mînaka wê ye. 5 çekdarên PDK’ê di 5’ê Hezîranê de li herêmên gerîla hatin kuştin. Mesûd Barzanî ragihand ku ew ê xwîna wan li erdê nehêle. Yanî dibêje, ew ê derbê li PKK’ê bixin. Ev yek jî tam li gorî dilê dewleta Tirk e. Jixwe, ev çend sal in dibêjin, çi karê PKK’ê li Başûrê Kurdistanê heye? Lê xwezka li şûna vê pirsê gotibana, çima em ne li Bakurê Kurdistanê ne. Yan jî çima em li Rojava li dijî dagirker û çeteyan şer nakin. Heger îro pêşmergeyên PDK’ê li çiyayên Cûdî, Gabar û Bagokê bûna û li dijî dagirkeran şer kiribana wê çiqasî kêfa Kurdan hatibûya. Ma wê kê gotiba çi karê PDK’ê li van deran heye? Îcar ev PDK ya ku li dijî dagirkeran şer nake, çima ji PKK’ê dixwaze şer neke. Yan jî PDK çima li dijî PKK’ê ketiye pozîsyona şerekî.

Em dibînin ku zêdetirî 40 salan e dewleta Tirk dike û nake nikare PKK’ê biqedîne. Li aliyekî NATO heye, li aliyê din ewqas çete û cerdevan. Lê dîsa jî PKK neqedand. Ewqas balafir, tank û topê wan hene û çi encam bi dest nexistine. Di rewşeke wiha de çawa dibe ku PDK dibêje, ez ê şerê PKK’ê bikim. Gelo wê çawa bike û encama wê çi be? Bêguman encama wê ji aliyê her kesî ve tê zanîn, lê tişta tê meraqkirin, çima PDK ketiye pey encamekê ku wê dawiya wê jê re xerab be.

Heger em li referandûma serxwebûna Kurdistanê jî binihêrin wê heman encam were dîtin. Wê demê jî ango sala 2017’an referandûma serxwebûnê bi destê PDK’ê hat kirin. Li şûna serxwebûna Kurdistanê nîvê axa Kurdistanê ji dest çû. Yên ev yek kirin desthilatdariya niha ya li Başûrê Kurdistanê ye.

Xuya ye ku wê demê jî ne bi aqlê xwe tevgeriyane. Yanî hatine lîstika hin hêzên ji derve. Îro jî heman tişt heye. Dewleta Tirk ji bo karibe rêveberiya li Başûr hilweşîne PDK´ê dişîne meydana şer. Dewleta Tirk dizane ku wê PDK derbên giran bixwe û Başûr tevlîhev bibe. Encam jî wê li gorî dewleta Tirk be. Di wê navberê de wê hikûmeta Iraqê dest li rewşê werde. Statuya niha ya li Başûr jî wê têkeve xeterê.

Ji serî heta binî, xefkek li pêşiya PDK’ê hatiye danîn. Tevgera Artêşa Tirk a li Zap, Avaşîn û Metînayê yekser dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Li vê derê hedef ne PKK ye. Dewleta Tirk dizane ku di tevgereke wiha de nikare PKK’ê biqedîne. Dehê caran hatiye ceribandin û nekarîbûn bikin. Hedefa Erdogan û desthilatdariya wî têkbirina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Îro firsenda wan çêbûye û PDK’ê ji xwe re bi kar tînin. Lê PDK çi qasî hay ji vê heye, nayê zanîn. Ji bo Erdogan û rayedarên dewletê ti ferqa Kurdan ji hev tineye. Berê digotin, PKK taştê be, PDK jî firavîn e. Lê îro rewş guheriye. Di hedefa destpêkê de hilweşandina statuya li Başûrê Kurdistanê heye.

Li aliyê din PDK û çapemeniya wê li ser xeta dagirkeriya dewleta Tirk dimeşin. Mirov şaş dibe. Yanî çawa dibe ku PDK li ber xwe xera dike. Ew pêşmergeyên ku navekî wan hebû, wê çawa têkevin xizmeta artêşa Tirk. Li vê derê tişta herî baş ew e ku xelkê li Başûr li dijî dagirkeriyê ye. Di vê mijarê de PDK tenê maye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Fêmkirina Kesayeta fermandar Çiçek wê me nêzî heqiqetê bike

Nivîsa Pêş

Berxwedana Zindana 7 meh li pey xwe hîşt

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Berxwedana Zindana 7 meh li pey xwe hîşt

Berxwedana Zindana 7 meh li pey xwe hîşt

Gerîla dîmena çalakiya Avaşînê parvekir – 3 kuştî 1 birîndar

Gerîla dîmena çalakiya Avaşînê parvekir - 3 kuştî 1 birîndar

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.