Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Şoreşa Rojava wê bibe ronahî û hêvî

PKK: Şoreşa azadiyê ya Rojava bûye ronahî û hêviyek. Li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman wê ev rewşa ronahî û hêviyê bidome.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2020 - 18:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
“Divê ala 1’ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Derbarê salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çaryeka pêşîn a sedsala 21’emî de Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bûye çavkaniya azadî û hêviyê, em di salvegera wê ya heştemîn de ne. Em gelê xwe yê qehreman ê Rojava Kurdistanê, şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê, hemû kedkarên şoreşê û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Di şexsê şehîdên pêşeng ên şoreşê Şîlan Kobanê, Xebat Dêrik, Gelhat Gabar, Arîn Mîrkan, Adnan Ebû Emcet de, em hemû şehîdên qehreman bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Di şexsê Ulaş Bayrakoglû, Baran Serhat û Destan Yoruk de şehîdên şoreşê yên Tirkiyeyê û di şexsê Şehîd Bagok, Şehîd Dilsoz û Şehîd Hêlîn de şehîdên enternasyonalîst ên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di salvegera şehadeta wan a pêncemîn de em cangoriyên qetlîama Sirûcê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Gelekî baş tê zanîn ku Şoreşa Rojava bûye xeleqa sedsala 21’emîn a meşa azadîxwaz û şoreşê. Xwe dispêre mîrateya şoreşger û wan digihîne sedsala 21’an. Li ser vî esasî em meşa şoreşger û azadîxwaz a mirovayetiyê silav dikin. Em bang li hemû mirovên ji renk, netewe û cinsan dikin ku di şexsê Şoreşa Azadiyê ya Rojava de meşa mirovayetiya azad pîroz bikin.

Wekî ku tê zanîn Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi saya keda bîst salan a Rêber Abdullah Ocalan û danheva têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Kurdistanê ev şoreş pêk hat. Heşt sal in DAÎŞ, El Nusra, AKP û MHP di serî de li dijî hemû êrîşên hovane yên faşîst li ser fikra neteweya demokratîk û fikrên xweparastinê yên Rêber Apo xwe parast. Bû yekemîn qada ku xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo lê pêk hat.

Dîsa baş tê zanîn ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bi rastî jî bû şoreşa gelan, şoreşa jinan, şoreşa ciwanan û şoreşa civaka demokratîk. Wekî şoreşa neteweya demokaratîk a ku xwe dispêre yekîtî û biratiya demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Siryan, Tirkmen, Ermen û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê bingehê hemû kêşe çareser kir, hemû êrîş bi vî awayî şikand. Li hemberî nêziktêdayînên parçeker û cudaxwaz ên pergala desthilatdar û dewletparêz yekîtî û biratiya demokratîk ava kir.

Şoreşa Azadiya Rojava ya ku şoreşa modernîteya demokratîk e bi qasî ku şoreşa neteweya demokratîk e, di heman demê de şoreşa azadiya jinan e jî. Belkî di dîrokê de di tu şoreşê de bi qasî ya Rojava tevlêbûn û pêşengiya jinan pêk nehatiye. Li ser vî esasî ev şoreş bûye şoreşa jinan û xeta azadiyê ya jinan hatiye avakirin. Jin him pêşengiya avakirina civaka azad dikin û him jî bi xweparastinê şoreşê diparêzin. Hêza afirîner û serkeftî ya li ser xeta azadiya Apoyî xwe ava kiriye, di pratîka Rojava de xwe daye der.

Ji destpêkê ve diyar e ku çiqas hêzên paşverû, faşîst, nijadperest û dijminên Kurdan çawa êrîşî şoreşa Rojava kirine. Êrîşên çeteyên OSO, El Nusra û DAÎŞ’ê dema hate şikandin, li Kobanê ev çete hate têkbirin piştî 26’ê Tebaxa 2016’an êrîşên dagirker ên AKP û MHP’ê dest pê kir. Van êrîşên dagirker ên bi dagirkeriya Cerablûs û Babê dest pê kiriye heta dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê domiyaye.Em bawer in ku di sala nehemîn a şoreşa azadiyê de wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van derên dagirkirî rizgar bikin û li hemberî hemû êrîşan şoreşê biparêzin.

Wekî duh îro jî dilê gelê me yê her çar parçeyê Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat, yê hemû gelan bi şoreşa azadiyê ya Rojava ye. Di van heşt salan de jin, ciwan û kedkar di serî de, hemû kesên pêdiviya wan bi azadî û demokrasiyê heye, berê xwe dane Şoreşa Azadiyê ya Rojava û hêzeke xurt ji şoreşê stendine. Şoreşa azadiyê ya Rojava bûye ronahî û hêviyek. Li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman wê ev rewşa ronahî û hêviyê bidome.

Gelê Kurd di serî de em hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Şoreşa Azadiyê kirine, pîroz dikin, careke din şehîdên qehreman bi bîr tînin, hêzên azadiyê silav dikin û di sala nehemîn a şoreşê de serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo meşa dijî dagirkeriyê bang kirin

Nivîsa Pêş

YPG: Li hemberî êrîşên paşverû em ê Şoreşê biparêzin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPG: ‘Newroz ji hêvî, azadî û berxwedaniya bi rûmet re bangawazî ye’

YPG: Li hemberî êrîşên paşverû em ê Şoreşê biparêzin

ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2020’AN

ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020’AN

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.