ŞENAGL- Yekîtiya Ciwanên Êzîdxan ji bo pêşxistina çalakiyên werzîşê di nav ciwanan de, ji bo bîranîna Şehîd Hogir Nûhat, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 2’ê Sibatê de di êrîşeke hewayî ya Dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Turnuvayek Futbolê da destpêkirin.
Turnuva bi beşdarbûna 16 tîman tê lidarxistin. Di maça vekirinê de tîma Stêrên El Cezîreyê û tîma Şervanan hatin hemberî hev. Her roj du maç dê werin lîstin.
Nûnerê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Şengal Renas Şengalî di vekirinê de axivî û bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina werzîşê li herêmê û daxwaza piştgiriyê ji bo avakirina stadyûmeke werzîşê û damezrandina klûbek fûtbolê kir.


