Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJC: Em ê sîstema çarmixa Îmraliyê bi temamî ji holê rakin!

Koordinasyona Komalên Jinên Ciwan komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Em hînî sîstema çarmixa Îmraliyê nebûne û em ticarî jî nabin. Me rewşa rehine ya ku Rêbertiya me tê de hatiye girtin qebûl nekiriye, û em ticarî jî nakin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/02/2020 - 11:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KJC: Em ê sîstema çarmixa Îmraliyê bi temamî ji holê rakin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordinasyona Komalên Jinên Ciwan derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd pêk hatibû daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordinasyona Komalên Jinên Ciwan wiha ye:

“Ji niha ve diyar dibe ku wê sala 2020’an ji bo Têkoşîna me hin dijwartir, lê hin bi heybet derbas bibe. Her ku sal derbas dibe, Rêber APO ji bo tevger û gelê me di diroka têkoşîn û berxwedana me de serkeftinê hin mezintir û nirxên mayînde dide avakirin. Di sala 2019’an de di şexsê Rêber APO ku di sîstema çarmixa Îmraliyê de rehîn tê girtin, dewleta tirk a faşîst û qirker ku dixwest bi vî awayî tevgera azadiyê paşde bixe, lê bixwe roj bi roj neçar dimine gava şunde davêje.

Ji 15’ê Sibata 1999’an Rêberê me rehîn tê girtin û roj bi roj tecrîda li ser wî tê meşandin girantir dibe. Bi vê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku 21 salên xwe tijî kir dewleta tirk a faşîst û qirker dixwaze di şexsê Rêbertiya me de gelê Kurd tune û qir bike. Dixwaztin gelê qedîm ê Kurd ji nirxên wek azadî û demokrasî bêpar bêhlin û wan ji hemû rûpelên dirokê paqij bikin. Gelê Kurd wek dergûşa civakbûyin û mirovahiyê, wek hucreya bingehin xwedî taybetmendiya bîranînên mirovahiyê ye. Lê bes Gelê me yê xwedî hişmendiyek dirokî ya wiha bi hemû hişê xwe yê Kurdbuyînê û hişmendiyên xwe dihat xwestin ku bi gelek komkujiyan bên tune kirin û hewldanên qirkirinê çêbûn. Heta ku Rêber APO bi mudaxaleya xwe a dirokî herikandina dirokê da guhertin, qirkeran heta astekê serkeftina bidest xistibûn. Rêber APO yê tunebûna hişê Kurdbuyînê dabû sekinandin û hamleya avakirina PKK’ê destpêkiribû, bibû hedefa hêrsek mezin. Kurdbuyîna ku jinûve hatibû qezenckirin da ku bihata tunekirin, pêwistbû Rêber APO ji holê rabiba, vê yekê hemû dijminê sundxwarî yê Kurdan di her kêliyê dianî ser ziman. Komploya 15’ê Sibata 1999’an bi vê hişmendiyê pêk hatibû. Û niha jî sîstema îskenceyê ya Îmraliyê dikeve 22’emîn sala xwe. Rêbertiya me 15’ê Sibatê wek qirkirina Kurdan ya dirokî îlan kiribû. Beriya niha 100 salî dema Şex Said û hevalên xwe ji bo mayindekirina Kurdbuyînê liberxwe didan dirok disa 15’ê Sibatê nîşan dida. Ev dirokana jixwe ve wiha rastî hev nehatiye, pêwiste her Kurdek bizane ku Rêber APO yê mezin liberxwe dida bi zanebûn hatiye hilbijartina da ku projeya tunekirina Kurdan ya nivço mabû bidawî bibe. Êrîşên ku li ser Rêber APO pêk dihatin, bi hesabên ku Kurdbuyîn wê bi temamî ji holê rabe dihatin kirin. Komplo di asta navnetewî di vê çarçoveyê de pêk hat. Lê Rêbertiya me, di pêşengtiya şehîdên qehreman, di encama berxwedana gel û tevgera me komployê vala derxist û bêencam hişt. Lê tecrîda li ser Rêber APO roj bi roj girantir bû, û hin zêdetir bu armanca êrîşan.

Bêguman wê wek her 15’ê Sibatê, ev 15’ê Sibat jî gel, jin û ciwan li qadan bin. Encax vê salê jî wek salên berê pêşwazî kirin giringiyek xwe ya dirokî heye. Sala 2020’an di warê xwedî derketina Rêbertî û ji bo azadiya wî ya fîzîkî salek xwedî taybetmendiya dirokî ye. Dewleta TC ya qirker û faşîst êdî nema dikare îstema êşkenceyê ya Îmraliyê didomine, û di warê me de jî êdî nayê tehemilkirin. Rêber APO ji bo jin û ciwanan pirr xebatên bi nirx daye meşandin, û bi vî awayî îradeya xwe jinûve qezenckirine. Rêber APO taybet ji bo jinên ciwan bikarin rastiya xwe ya jin, ciwantî û çanda xwe jiyan bikin û bikeve hişmendiya rola xwe ya dirokî a pêşengtiyê xebat daye meşandin. Rêber APO afirînerê me yê herî bi nirx, ku nirxên meyên herî hêja daye avakirin e. Em wek jinên ciwan di wê hişmendiyê de ne, ku em bi berpirsyartiyek dirokî li hemberî Rêbertiya xwe rû bi rû mane. Diyare ku pêwîste em bi vê hişmendiyê têkoşînek bimeşînin, ji bo ku sîstema çarmixa Îmraliyê ku di sala 2020’an dikeve sala xwe ya 22’an bi temamî ji holê rabe, da ku şert û mercên xebat û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were. Ji ber heta sîstema îmraliyê ji holê rabe, pêwiste hemû jinên ciwan û ciwan li qadan di nava çalakiyan debin. Bi her cûreyên çalakiyên afirîner ku qirkeran heq kiriye, pêwiste em tund bidin xuyakirin ku em naxwazin 15’ê Sibatek din pêşwazî bikin. Em hînî sîstema çarmixa Îmraliyê nebûne û em ticarî jî nabin. Me rewşa rehine ya ku Rêbertiya me tê de hatiye girtin qebûl nekiriye, û em ticarî jî nakin. Bi vê biryardariyê û îsrarbuyinê em bang li hemû jinên ciwan, ciwan, hemû gelê me yê welatparêz û tevahî mirovahiya ku di bin navê demokrasiyê têkoşîn dimeşînin dikin, da ku li derdora Rêbertî bibin xelek, ji bo parastina Rêbertî, perçekirina sîstema Îmraliyê û Azadiya Rêbertî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan li Ranya komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Nivîsa Pêş

YPS û YPS Jin: Divê li her derê berxwedan were birêxistinkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPS û YPS Jin: Divê li her derê berxwedan were birêxistinkirin

YPS û YPS Jin: Divê li her derê berxwedan were birêxistinkirin

Li dijî Komploya 15’ê Sibatê Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin

Li dijî Komploya 15’ê Sibatê Yekîneyên Tolhildanê li Wanê çalakî kirin

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.