Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê ji bo erdhejzedeyên Xarpêtê banga alîkariyê kir

KCK'ê li ser erdheja li Xarpêtê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Gelên me bêyî ku ji dewletê hêvî bikin, divê piştgiriyê bi erdhejzedeyan re bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/01/2020 - 9:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û xizmên kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Divê gelê me mîna her dema karesatên xwezayî, di vê erdhejê de jî piştgiriyê bi mexdûran re bike. Civakîbûn û mirovbûn beriya her tiştî di rewşeke wiha de piştgiriyê û pêçandina birînên hev ferz dike. Nirxên ku di serdemên dîrokê de afirîne vê yekê li me ferz dikin. Gelekî girîng e ku bêyî ji dewletê hêvî bikin, gelê me, gelên me dereng nekevin û yekser piştgiriyê bi mexdûrên erdhejê re bikin. Ji ber ku karesatên erdhej, lehî û yên mîna wan dikare bê serê her civakê. Lewma piştgirî û alîkarî beriya her tiştî li civakê bi xwe tê kirin.

Gelek caran eşkere bûye ku dewleta Tirk dewleteke welê ye, tenduristî û ewlekariya gel ne xema wê ye. Piştî erdheja Marmarayê ya 1999’an ku bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, baca ji bo erdhejê hate komkirin li tedbîrên li dijî erdhejê nehatin xerckirin. Bi milyonan lîreyê Tirk an jî dolar, ya ji bo dagirtina valahiya budçeyê ya jî ji bo teşwîqkirina razemeniyên bûrjûvaziyê hatin bikaranîn. Baca ji bo erdhejê hate standin ji bo tedbîrên têkildarî erdhejê nehatin bikaranîn ku ev yek jî karakterê desthiladariya AKP’ê radixe pêş çavan.

BÊYÎ KU JI DEWLETÊ HÊVÎ BIKIN DIVÊ TEDBÎRAN WERBIGIRIN, PIŞTGIRIYÊ XURT BIKIN

Di 5-6 saetên destpêkê yên erdheja Xarpêtê de hate gotin ku hejmara miriyan 10 derbas nekiriye. Lê belê dewleta Tirk ji ber ku di her erdhejê de hejmara mirî û birîndaran kêm eşkere dike, gel ji vê hejmarê bawer nake. Bêguman em hêvîdar in ku hejmara mirî û birîndaran kêm be. Bi wesîleya vê erdhejê em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; eger feraseta desthiladariya dewletê ya heyî neyê guhertin û têkildarî erdhejê tedbîr neyên wergirtin, dibe ku gelên me di salên nêz de bi deh hezaran qurbanî û birîndaran ji ber karesatên wiha bidin. Lewma divê zexta li ser dewlet û desthilatdariyê ya ji bo wergirtina tedbîran bê zêdekirin. Beriya her tiştî divê civak ji dewletê hêvî neke, tedbîrên xwe bi xwe werbigire û di rewşeke wiha de piştgiriya bi hev re xurt bike.

Bêberpirsyarî û xemsariya dewlet û desthilatdariyê ya li pêşberî karesatên xwezayî careke din bi rengekî eşkere nîşan dide ku divê gel ji dewletê rizgar bibe, xwe bi rengê sîstema konfederal a demokratîk bi rê ve bibe. Gel tenê bi rêveberiyên xwe dikare xwe li pêşberî erdhejê û her şêweyên karesatê bi rengê herî baş amade bike.

Ji gelê me re derbasî be; em ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û pê bawer in ku gelê me wê bi awayê herî xurt alîkariya hev bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Agirbesta li Lîbyayê têk çû, şer dest pê kir

Nivîsa Pêş

HPG: Em hevrêya xwe Dunya Destan bi rêzdarî bi bîr tînin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG: Em hevrêya xwe Dunya Destan bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG: Em hevrêya xwe Dunya Destan bi rêzdarî bi bîr tînin

HRE: 5 çeteyên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: 4 dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.