Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mûrat Karayilan: ‘Em dikarin ji xwe re cihekî vekin’

Mûrat Karayilan: "Em Kurd xwedî gelek derfetan e, derfetên me yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî hene. Em jî dikarin cihekî ji neteweya xwe re vekin. Eger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin hingî nifşên piştî me wê tuf li gora me bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/12/2019 - 12:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 7 mins read
A A
NPG’ê ‘operasyona şoreşgerî’ ya li Cûdî pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Ferat. Karayilan di beşa duyemîn a bernameyê de bi giranî yekîtiya neteweyî nirxand.

‘WEXTÊ GELÊ KURD NÎNE KU WINDA BIKE’

Karayilan anî ziman, tevî ku heta niha rewşeke berbiçav nebe jî her kes bi rengekî erênî nêzî yekîtiya neteweyî dibin, nîqaş dikin û got, “Ruhê yekîtiya neteweyî ku li dora berxwedana Rojava geş bû bingeheke xurt afirand.”

Karayilan destnîşan kir, ji bo gelê Kurd wext nîne ku winda bike û diyar kir, yekîtiya neteweyî çiqasî zû pêk were ewqasî wê baş be.

‘EGER KURDISTAN DAGIRKIRÎ BE SEDEMA VÊ YEKÊ NEBÛNA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE’

Karayilan, nebûna yekîtiya neteweyî weke sedema mêtingerî û dagirkirina Kurdistanê pênase kir û got, “Gelê Kurd tevî ku gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e; tevî ku xwedî dîrokeke kûr û dewlemend e, tevî ku civakîbûn û çanda xwe heye; tevî ku navenda şoreşa neolîtîkê ye, hîn jî dagirkirî ye, talankirî ye. Tirk beriya niha bi hezar salî hatin herêmê, lê belê tevî vê yekê jî xwe li herêmê kirin serdest.”

Karayilan bi bîr xist ku Kurd li gel dewlemendiya xwe ya çandî û civakî ketin bin desthilatdariyê û got, “Di vê rewşê de ne. Ji ber ku yekîtiya xwe ya neteweyî nekariye pêk bîne.”

Karayilan got, “Em di sedsala 21’ê de ne. Li qada siyasî, zanistî, îdeolojîk û civakî em xwedî hişmendiyeke xurt in. Berê ne dibistaneke Kurdan, ne zanîngeha wan, ne jî xwendin û nivîsandina wan hebû. Lê belê niha tişta ku kes pê nizane em zanin û xwedî fikrên herî nû û pêşverû ne. Gavên ku şoreşa me avêtin, pêşketinên ku afirandin, asta analîzê ya civakî û dîrokî, hunera xwe ya hilberîna çareseriyê li kêm deverên dinyayê heye û dibe ku nebe jî. Em îro bi rastî jî xwedî hişmendiyeke ronahî û pêşverû ne.”

‘EGER EM DÎROKA XWE DUBARE BIKIN WÊ NIFŞÊN NÛ TIF LI GORA ME BIKIN’

Karayilan ragihand ku di asteke wiha de nabe ku ew dîrokê dubare bikin û got, “Eger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin, hingî nifşên nû wê tif li gora me bikin. Her kesên ku xwe niha pêşengên siyaseta Kurdan dibînin, divê vê rastiyê baş zanibin û qet ji bîr nekin. Ev ne meseleya partiyekê ye yan jî mijara berjewendiyên partiyekê ne. Ev yek meseleyeke mezin a neteweyî ye.”

Karayilan got, “Em hêvî dikin ku her kes wê mîna me hewl bidin. Dibe ku kêmasiyên me hebin, dikarin bên û ji me re bêjin. Lê belê em dixwazin ku siyasetmedarên Kurd, em hemû li pêşberî dîrokê serê me bi hev re bilind be. Bila serê me û eniya me bilind be. Meseleya me ya esasî ev e.”

‘TEVÎ ÊRIŞÊ GIRAN, DERFETÊN MEZIN JÎ AFIRÎNE’

Karayilan bal kişand ser êrişên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û destnîşan kir ku ev êriş gelekî giran in.

Karayilan got, “Tevî vê yekê derfetên gelekî ji bo me afirîne. Kurd bandoreke mezin li raya giştî dikin. Veguherîne hêzeke nû û gelekî girîng. Kes nikare pêşî li vê hêza raya giştî ya dinyayê bigire.

Eger em Kurd li ser bingeha stratejiyeke hevpar li hev kom bibin û bibin yek, hingî dijminên me çiqasî hewl bidin jî wê nikaribin encamê werbigirin. Destwerdanê Tirkiyeyê wê bi ser nekevin.

Dijminê hov ê li dijî me li ser bingeha zîhniyeta Îttîhat Terakkî dibe yek û êrişî me dike. Lê belê di rewşeke gelekî lawaz de ye.”

‘EM DIKARIN JI NETEWEYA XWE RE CIHEKÎ VEKIN’

Karayilan bal kişand ser derfetên xurt ên gelê Kurd û got, “Hêza raya giştî li pişt me ye. Derfetên me yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî hene. Em jî ji bo neteweya xwe dikarin cihekî ji xwe re vekin.”

Karayilan ragihand ku divê siyasetmedar û civaka Kurda baş fêhm bike ku di vir de berjewendiya malbatekê, rêxistinekê yan jî partiyekê nîne, ya heyî hebûna neteweyekê ye û got, “Ji ber ku lîstika li hemberî me tê lîstin gelekî mezin e. Nabe ku em bi rengekî taktîkî nêzîk bibin, yên bi vî rengî nêzîk bibin wê winda bikin. Mesele stratejîk e. Aqlê dewleta Tirk bûyerên piştî 10 salan biqewimin li gorî xwe dibîne û êriş dike. Divê em jî êdî pêşiya xwe bibînin û bikevin nava liv û tevgerê. Divê em tenê ji bo dema heyî nefikirin. Divê em jî karibin stratejîk bifikirin, bi rengekî stratejîk tevbigerin û bibin aktorekî stratejîk. Pêwîstiya herêmê bi vê heye. naxwe herêma Rojhilata Navîn mîna sifreya guran e. Ne karekî hêsane ku mirov ji vê sifreyê parçeyekî nan werbigirin. Ji bo ku tu karibe parçeyekî nan jê werbigire divê tu jî mîna gur be.

Ev yek wê çawa pêk were? Li qada şer kes nikare mîna me leheng û şervan be. Lê belê ev têrê nake. Weke me got, li her qadê divê em mîna gur bin. Pêwîstiya me Kurdan bi vê heye. Rewşenbîr, hunermend dikarin li ser vê rawestin. Hişmendiyeke bi vî rengî dikare bê afirandin.

Pêşniyarê li hunermend û rewşenbîran hemûyan dikim; bi beşdariya rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikarin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Çima vê nakin? Tenê rewşenbîrên li Ewropayê li hev kom bûn, ev bi wate ye lê belê têrê nake. Rewşenbîrên ji her devera Kurdistanê dikarîbûn tevlî bibûna.”

Karayilan destnîşan kir ku bêyî li benda siyasetmedaran bimînin her sazî, her beş dikarin li hev kom bibin, kongre û konferansa xwe pêk bînin û got, “Mînak; jin dikarin konferansên xwe ji nû ve pêk bîne, ku bawerim li ser vê bingehê hewldanên wan hene. Pêvajoyeke bi vî rengî dikare bê destpêkirin. Ji ber ku ev yekîtiya ji beşên cuda yên civakê dikare yekîtiya me ya neteweyî ya giştî xurtir bike û bingeheke xurt ji vê yekê re biafirîne.

Herî dawî dixwazim vê yekê bêjim; eger li ser bingeha stratejiyeke hevpar em bibin yek wê serketin a me be. Bi taybetî divê her kes hewldana rewşenbîr û hunermendan bibînin û eger ew hewldaneke cidî nîşan bidin hingî dikarin pêşengiyê bikin. Em ê jî minetdarê wan bin û spasiya wan bikin. Bi rastî jî li pêşiya me pêvajoyeke bi vî rengî ya stratejîk heye. Divê em vê yekê teqez bi ser bixînin. Eger em vê bi ser bixînin hingî em ê di mijara giştî de jî bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir

Nivîsa Pêş

Cîhan Can ku dibin wesayita polîsên tirk ên dagirker de ma jiyan xwe ji dest da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Cîhan Can ku dibin wesayita polîsên tirk ên dagirker de ma jiyan xwe ji dest da

Cîhan Can ku dibin wesayita polîsên tirk ên dagirker de ma jiyan xwe ji dest da

HPG’ê 3 gerîlayên li Çelê û Zapê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Çelê û Zapê şehîd bûn bi bîr anî

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.