Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Bîlançoya roja 22’emîn a Cenga Rojava: Êrişên dijwar û vekişîna hêzên rejîma Sûriyê

Duh li gundên navçeyên Zirgan û Til Temir ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve êriş û topbaranên pêk hatin û li gundê Erîşa jî şerekî dijwar rû da. Li beramberî vê jî QSD'ê bersiva tevahî êrişan da. Li aliyekî dîtir jî hêzên rejîma Sûriyê ji xetên pêş ên li gundewarên Zirgan û Til Temirê û gundewarên Dirbêsiyê vekişîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/10/2019 - 11:34
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Dîmenên ji kêliyên berxwedana Şervanan li gundê Tewila
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 22’emîn de li gel binpêkirin û êrişên li dijî gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî ve, didomin. Her wiha sûcên şer ên hedefgirtina sivîl, dizîn û talankirina milkên şêniyan, berdewam in.

Topbaran û şerê dijwar û vekişîna hêzên rejîmê ji hin gundewarên li Serêkaniyê

Duh artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê gundê Erîşa yê girêdayî navçeya Til Temir û Til Werd ê girêdayî navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kir. Li hemberê jî QSD’ê bersiva topbaran û êrişên li dijî gundê Erîşa da û şerekî dijwar rû da. Di encamê de derbeyên giran li çete û artêşa deweleta Tirk a dagirker hate xistin.

Di encama êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên navçeya Zirganê, 2 leşkerên hêzên rejîmê, birîndar bûn.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li dijî gundewarên Serêkaniyê, yekser dihatin hedefgirtin û mal û milkên şêniyan hatin talankirin. Duh şêniya bi navê Weha Salih(20) a ji gundê Til Cebel ê girêdayî bajarokê Menacîr ê gundewarê Serêkaniyê dema ku tev hevjîna xwe ji topbarana dagirkeriyê derevî, bi guleyê dagirkeran birîndar bû. Her wiha leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê dizîn û talan kirin.

Li aliyekî din jî duh mayînek ku ji hêla çeteyên girêdayî dewleta Tirk a li gundê Esediyê yê girêdayî Serêkaniyê hatiye çandin, teqiya û 2 sivîl birîndar bûn. her du sivîl rakirin nexweşxaneya Hesekê da ku tedawî bibin. Navên kesên birîndar wiha ne: Husên Elî Husên û Merîş Îbrahîm Mihemed.

Li gel şer û topbarana dijwar li dijî gundên Zirgan û Til Temirê, hêzên rejîma Sûriyê ji nuqteyên li gundewar û navçeyên Zirgan, Til Temir û Dirbêsiyê bi cih bûne, vekişîn.

Duh jî, yekemîn dewriyeya Rûsyayê tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berajarê Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê çûn. Lê diviyabû li wir bi dewriyeya dewleta Tirk re kom bûbûna da ku dewriyeyeke hevpar li ser sînor, pêk bianîna, lê dewriyeya dewleta Tirk nehat û ya Rûsyayê bi tenê dewriye pêk anî û vegerî nuqteyên xwe.

Êrişa li ser rêya M4 a navneteweyî bidawî bû

Duh artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Bîr Zinar ê ku 25 km dikeve başur-rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir. Lê QSD’ê bersiva topbaran û êrişên çeteyan ên bi hedefa serweriya li ser M4, da.

QSD’ê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya rejîmê rexne kir û encama şerê duh eşkere kir

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya duh de piştrast kir ku di 24 saetên dawî de 75 leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirke û çeteyên wê yên ji Cehbet El-Nusra û DAIŞ’ê hatin kuştin û 20’ên din jî birîndar bûn. Her wiha jî QSD’ê anî ziman ku şervanekî wan şehîd bû û 6 şervanên dîtir jî birîndar bûne û li aliyekî din jî hejmarek ji leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê zimanê ku Wezaret Parastinê ya rejîma Sûriyê bi şervanên QSD’ê re di daxuyaniya xwe de pê axiviye red kir û piştrast kir ku her pêngavekê ku ber yekitiya parastina xaka Sûriyê ve diçe, bi nirx dibînin û diavêjin. Di vî warî de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî banga Wezareta Parastinê ya rejîma Sûriyê ji şervanên QSD’ê ya tevlîbûna nava refên hêzên rejîmê bi awayekî ferdî û şexsî, rexne kir.

Rewşên mirovî

Komek ji çalakgerên hiqûqnas ên Sûriyê daxwaza avakirina komîteyeke navdewletî ya pispor der barê lêpirsîna bikaranîna dewleta Tirk û alîgirên wê ya çekên qedexekirî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk de, ragihand.

Hê jî nêzî 300 hezar koçberên ji Serêkaniyê ku li dibistanên bajarê Hesekê hatine bicihkirin, li benda vegera warên xwe ne ku artêşa dewelat Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cehbet El-Nusra û DAIŞ’ê neçarî koçberiyê kirine.

Bertekên cîhanê

Li gor ajansa ANSA ya Îtalyayê, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê rexneyên tund li dijî dewleta Tirk kirine û Luigi de Mayo der heqê bersiva pirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha da: “Êrişên dewleta Tirk, Îtalya û YE’yê bi tevahî xist xeteriyê. Ji ber ku reva çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê girtî ne hêsan kir û her wiha jî bi rastî hin revîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê sê gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Li Hesekê teqînek rû da: Sivîl û Şervanên QSD’ê birîndar bûn – HATE NÛKIRIN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Hesekê teqînek rû da: Sivîl û Şervanên QSD’ê birîndar bûn – HATE NÛKIRIN

Li Hesekê teqînek rû da: Sivîl û Şervanên QSD'ê birîndar bûn - HATE NÛKIRIN

Dîmenên ji kêliyên berxwedana Şervanan li gundê Tewila

Şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan: 15 dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.