Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

CENGA ROJAVA: Berxwedan hêzeke têkneçûyî ye!

"Bêguman nasnaveke din ê kurdan êdî bûye berxwedan û ji aliyê lehengî û egidiyê de cîhan bejna xwe li ber kurdan ditewîne û em dizanin ku ‘Berxwedan dibe serkeftinê, radestbûn jî dibe xiyanet û tunebûnê!’"

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/10/2019 - 0:04
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Şervanan êrîşên dagirkeriya tirk li ser Serêkaniyê têk bir!
ParvekeTweet

“Her sedsalê carek sîstema navendî ji ber xisleta xwe ya kaotîk neçarî qeyraneke binyadî ye. Yan dê teşeya xwe biguhere yan jî dê li hemberî pêla nerazîbûn gelên demokratîk hilweşe. Lê mixabin her carê fatureya wê ji civakên demokratîk re dibire. Lewma heke vê qeyrana xwe ya hatî ber xitimandinê û êdî nikare xwe bidomîne berbelavê li ser hemû civakê neke, wê bertek û hêrsa gel û civakan arasteyî wê bibe û tola xwe jê veke. Ango bi hilweşînê re rû bi rû bimîne. Ji bo wê bi hemû ‘terora’ desthilatdarî û dewletê vê qeyranê li ser civakan berbelav dike.

Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn jî wiha bû; niha ‘şerê cîhanê yê sêyem’ jî wiha ye. Belê cêwaziyên xwe hene. Ango ne dem, ne hêz û ne jî hevsengî weke sedsala borî ne. Ango hevsengî, li gorî asta hêz û rêxistinbûna eniyan guhere, neçar e ku biguhere jî. Lewre li gorî wê tifaq, hevkarî, bere û blok pêk hatine. Hêzên ku sedsala borî dijminê hev, niha bûne dost û tifaq, ango bûne hevkarên hev; yên ‘hevpar û şirikên qedîm’ bûne ‘dijmin’ên hev..

Bêguman ev ne rewşeke mayînde ye. Lewre yek ji xisleta vê pergalê jî ew e ku ji bo berjewendî û pêşeroja pergala zordar, mêtînger û dagirker, bi hêsanî dikare hevkarên xwe ji çav derxe; bi ‘dijmin’ên xwe re hevkarî bike. Pergaleke li ser civakê re ye û tê de, exlaqîbûn li aliyekî, nîşaneyeke ‘bihîstiyariya li hemberî civak-exlaq’ jî nîne!

Dewleta tirk a ku bi gotina gelêrî bûye tajiyê nêçîra vê pergala mêjoker, bi hemû hêz û hebûna xwe êrîşî Rojava, ango Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike. Baş e, êrîşeke wiha hovane, ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtî, bê pîvan, bi awayekî rûreş û bêşerm çawa dibe li pêş çavê hemû cîhanê û tevî ‘nerazîbûnan’ pêk tê? Gelo tişteke wiha gengaz e. Buguman na! Êdî ne tenê kurd, her kes, heta zarokek jî dizane ku ev êrîşa dijminane ya bi serkêşiya tolaz û Qeşmerê Qesrê pêk tê, ji sîstema navendî ya modernîteyê ne bêxeber e. Ango li pêş çavê dinya alemê şano û mîzansenek tê pêşandin. Di serî de hêzên ku xwe weke hegemonîk binav dikin, hema bêje her kes mîna filmeke aksiyonê, an jî li arenayeke gulaşa gladyotoran temaşe bikin, geh çepikan lê didin, dirûşmeyên pîrozkirinê lê didin, geh mîna seyên li ser kelaxekî gef û gurran li hev dixwin! Lê belê hemû jî dereweke bêşermî wêdetir tiştek nîn e.

Çimkî li aliyekî kujer, tetik-kêş, hevparê hemû sûc, dizî, bê exlaqî, komkujî û qirkirinên vê pergala dewletparêz, dewleta tirk heye; li aliyê dîtir bi pêşengiya kurdê azad hemû gel û civakên xwe bi paradîgmaya civaka demokratîk rêxistinkirî heye.

Bêguman gelê kurd û dostên xwe yên azadîxwaz û demokrasîxwaz weke berê tenê û bêhêz nîn in. Hem ji hêla leşkerî û civaksazî ve xwedî hêz û rêxistin in; hem jî ji hêla paradîgmayî ve xwedî bîrdoziyeke bi hêz ku pergala navendî dixe nav tirs û metirsiyê ne. Jixwe ji ver vê ye ku di nava dojeha şer de, weke guleke azadiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş vekiribû.

Lê belê ev jî rastiyeke ku kurd hêj weke hebûn, ji hêla vê pergala dewlet û desthilatî ve nehatine pejirandin. Bêguman ev zêde ne girîng be jî divê li hemberî metirsiyên dibe ku ji vê rastiyê pêk bên sazûmaniya xwe bi gelên cîran re pêş bixin û têkûz bikin ku ewlehiya wê bixin bin parastinê. Lewre hê jî dagirker û statukoparêziya herêmê ya qirker hebûna xwe li ser tinebûn û radestgirtina kurdan dibîne.

Heke ne wisa bûya; ev bû 8 sal in gelê kurd û dostên xwe li hemberî qirêjî û rûreşiya vê pergala kapîtalîst şereke bêhempa û bi heybet dide û bi berdêlên gelek giran, DAÎŞ û xelîfeyê wê Qeşmerê Qesrê, têk birin. Hêz û derdorên ku qaşo di vî şerî de hevkarî û tifaqiya kurdan û dostên wan dikirin, çawa ku kurd bi ser ketin, xwestin kurdan bi faşîzma dewleta tirk hevseng bikin. Lewre çavên xwe jê re girtin ku êrîşî gelê kurd û dostên wan bike û destkeftiyên wan bixe metirsiyê; heta qesta hebûna wan bike! Qeşmerê Qesrê ku hemû bermayiyên cîhadîst û selefîst ên xwedî hişmendiya ji DAÎŞ’ê xirabtir e, li xwe kom kirine û bi teknîka serdemê ya pêşketî êrîş dibe ser komek şervanên ku lehengî û heybeta xwe li cîhanê dane îspatkirin. Qeşmerê Qesrê bi hemû hêrs û kîna xwe ka çima kurdan DAÎŞ têk birine û nehiştine bigihije armanca xwe ya kirêt, êrîşî li ser kurd û dostên wan dike. Bê fikar komkujî û qirkirinê dike. Demografiyê diguhere û vê bi eşkere li navendên Neteweyên Yekbûyî, DYA hwd. dibêje û diparêze. Ma gelo hêza kesî têr nake ku jê re bêje ‘Huşşt. Rûne ser dûvê xwe!’ Bêguman heye.

Belê niha yên bi serê ziman destûr dayî dagirkeriya dewleta tirk tenê Trûmp û Pûtîn in. Ew jî çakûç geh li nalê didin geh li mixê!

Bêguman em ne xwedî feraseta, “Ji bilî kurdan dostên kurdan nîn e” ne. Na. Êdî kurd li cîhanê xwedî rûmet, nirx, nav û şan in; xwedî polîtîka, bîrdozî û proje ne. Bêguman hevkar û tifaqên wan her tim gelên azdîxwaz û demokrasiyê ne. Di têkoşînê de xwedî wê qebîliyeta nerm in ku ji bo berjewendiya neteweyî ji her kesî re tifaq û hevkariya taktîk û stratejîk jî çêbikin. Baş e ev bes in? Na. Ya girîng ew e ku siyaseta kurd di hêla hebûnî de zext li pergala navendî bike ku statuya xwe têkûz bike.

Niha dagirkeriya tirk li hemberî zext û bertekan êrîşên xwe yên dagirkeriyê bi demkî dabin rawestandin jî, di rastiya xwe de li heberî berxwedan û bergiriya Cenga Rûmetê a şervanên QSD-YPG-YPJ’ê û gelan, şkestiye û nikare encam bigire. Dîsa efendiyên wî piçek hefsarê wî kaş kirin û paş de kişandin. Lê hê jî nediyariya vî şerî didome. Lewre kurd divê hem ji aliyê neteweyî de hêza xwe ya siyasî û leşkerî hwd bike yek, hem tifaqa bi gelên cîran re kûrtir bike û sedema vê pêla êrîşa dagirkeriyê ka tê çi wateyê bide fêmkirin û wan bike hevparê berxwedanê; hem jî di qada navneteweyî de lez bide xebatên xwe yên dîplomatîk ku bikaribe eniyeke cîhanî li dijî faşîzm û dagirkeriya dewleta tirk çêbike û têkçûneke dîrokî li vê hişmendiya qirker bide jiyîn. Bêguman nasnaveke din ê kurdan êdî bûye berxwedan û ji aliyê lehengî û egidiyê de cîhan bejna xwe li ber kurdan ditewîne û em dizanin ku ‘Berxwedan dibe serkeftinê, radestbûn jî dibe xiyanet û tunebûnê!’”


ÇAVKANÎ: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Welat li benda me ye keç û xortên kurdan…’

Nivîsa Pêş

KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

Êrîşên dagirkeriyê didomin, du hucreyên çete hatin têkbirin

Êrîşên dagirkeriyê didomin, du hucreyên çete hatin têkbirin

Manşet

  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.