Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Foza Yûsif: Dewleta tirk di êrîşa dagirkirinê ya li ser Rojava fosfora spî û nepalm bikar anî

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşa dagirkirinê ya li ser Rojava de gelek caran sûcê şer kir û got: “Fosfora spî û nepalm jî bikar anî, têkildarî vê dosya hatine amadekirin û komîsyonek jî hatiye avakirin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/10/2019 - 12:01
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 4 mins read
A A
Foza Yûsif: Dewleta tirk di êrîşa dagirkirinê ya li ser Rojava fosfora spî û nepalm bikar anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Destaya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif tevlî bernameya akuel a Jin TV bû, mijarên di rojevê der nirxand. Yûsif a li ser êrîşa li ser Rojava axivî diyar kir ku biryara agirbestê hem ji aliyê QSD’ê û hem jî ji aliyê rêveberiyê ve weke gavek ji bo bidawîkirina şer û qirkirinê digirin dest. Yûsif anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk her demê li gel wê ye ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike û got: “Her demê dewleta Tirk alîgiriya şer kiriye û şer hilbijartiye.”

Foza Yûsif got: “Li Serêkaniyê û Girê Spî gelek sivîl hatin qetilkirin û sûcên şer hatin kirin. Ji bo rawestandina vê gavek wiha hate avêtin. Tevî ku ti baweriyek nîne ku Tirk li gorî vê tevger bike, em girêdayî vê gavê man, çi xwestin me anî cih. Her çendî weke QSD û Rêveberî tişta pêwîst bi cih jî anî be, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, bê ku saetk du saet derbas bibin, dest bi êrîşan kir û êrîşên wan hê jî didom.

Dewleta Tirk di bin navê agirbestê de xwest êrîşên xwe yên li ser sivîlan binixûmîne. Hem jî xwestin zexta hem DYE’yê û dîsa raya giştî ya cîhanê a li ser Trûmp sist bike û xwest vala derbixe. Li dijî Erdogan û dewleta Tirk nerazîbûnên cidî hene. Di qada navneteweyî de li ber biryargirtinê bû, lê ji bo bidawîkirina nerazîbûnên heyî ti nêzîkatiyek raber nekir. Heta niha jî şer nerawestiyaye.

DAÎŞ NIHA DI BIN NAVEKE DIN DE KAR DIKE

Yûsif bibîr xist ku ji ber şer gel neçarî koçberiyê dibe û wiha pêde çû: “Gelê koçber bû li qadên din hatin bicihkirin. Ji bo bi sed hezaran kesên hem ji Girê Spî û hem jî ji Serêkaniyê koçber bûn kamp hatin çêkirin. Ji ber werza Zivistanê jî zoriyên mezin derdikevin holê.

Daxuyaniyên Trûmp rê li ber bingehê qirkirina etnîkî ya Tirkiyeyê vedike. Divê gelê me di bin grantoriya navneteweyî de vegerin mal û cihên xwe. Yan jî wê paqijiya etnîkî û qirkirin pêk bê. Çekên Erdogan li dijî zarok û jinan bikar anî li holê ne. Eger ku êrîşek ewqasî bê perwa heye, ev gel wê neçe li ber rehma wan nejî. Karesatekî mirovî heye. Di çarçoveya madeyên gotubêj li ser hate kirin de divê çete ji wan herêman derkevin. Yan jî gel nikare vegere ser cih û warên xwe. DAÎŞ li wir di bin naveke din de kar dike. Artêşa Tirk û çeteyên li wir mîna DAÎŞ’ê bi rêxistin dibin.

Niha li Serêkaniyê li wir DAÎŞ di bin naveke din de xwe bi cih dike. Di serî de Kurd û her kesê li dijî wan weke dijmin dibînin. Malên walatiyan hildiweşînin. Dest danîne ser gelek malan, li wir bi cih bûne. Qirkirin û paqijiya etnîkî piştî QSD ji wir derket û şûnde pêk hat. Hêzên bûne navbeynkar bila biçin Serêkaniyê tişat li wir dibe bila bi çavên xwe bibînin. Ji roja yekem ve gelek sûcên şer hatin kirin. Fosfora spî û nepalm hate bikaranîn, înfaz hatin kirin. Têkildarî vê me dosya amadekiriye, komîsyon hatine avakirin. Ev komîsyon serlêdanên ji bo cihên pêwîst wê bikin. Wê dozê vekin û em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Çawa ku em mafê xwe yê rewa bicih tînin, di qada parastina hiqûqî de jî em ê têkoşîna xwe bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Artêşa tirk a dagirker agirbestê binpê dike û êrîşî gundê Catê û Çelbê kir

Nivîsa Pêş

Fîlma ‘Berfîn’ ya gerîlayan çêkirî wê li Hamburgê bê nîşandan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Fîlma ‘Berfîn’ ya gerîlayan çêkirî wê li Hamburgê bê nîşandan

Fîlma 'Berfîn' ya gerîlayan çêkirî wê li Hamburgê bê nîşandan

Rejîma Akp’ê a faşîst dest danî ser 4 şaredariyên HDP’î

Rejîma Akp'ê a faşîst dest danî ser 4 şaredariyên HDP'î

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.