Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Bîlançoya Şerê 24’an saetên dawî: 6 wesayîtên zirxî û 2 tank hatin ruxandin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û topavêjên giran herêmên Bakur û Rojhihlatê Sûriyê bombebaran dike. Piştî acizbûna li hember Berxwedana Rûmetê, artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî li Serêkaniyê bi kar tîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/10/2019 - 12:46
di nav Çalakî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji çeperên Serêkaniyê dimenên Berxwedanê
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Artêşa dewleta Tirk a dagirker di topbaranên li dijî barok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku şênî tê de hene, berdewam e û her wiha jî piştî acizbûna derbasbûna bajarê Serêkaniyê, çekên li navdewletî qedexekirî, bi kar tîne.

Serêkaniyê

Li herêma Serêkaniyê, şervanên QSD’ê li gundên Menacîr, Lêlan, Umerî û Ehrez ên ku di navbera bajarên Serêkaniyê û Til Temirê de ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî wan bûne, çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyên QSD’ê gund vegerandin û bi dehan çete kuştin.

Ji aliyekî dîtir ve jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da bikevin gundê Alyayê, lê QSD’ê êrîşên wan têk birin û derbeyên giran lê dan.

Li kêlekê jî, şervanên QSD’ê êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi hewldana derbasbûna bajêr ji aliyan ve (rojhilat, rojava û bakur) û di nava topbaran û bombebaranên dijwar de têk birin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li dijî bajêr û şervanên QSD’ê de çekên li navdewletî qedexekirî ne, bi kar anîn.

Balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker, nahêle erebeyên ambulansê derbasî bajêr bibin ku birîndaran tedawî bikin û têketina bajêr bi balafirên şer bombebaran dike.

Bi vê êrîşê re gelek sivîl şehîd bûn û yên di bajêr de jî mane, di xetereyê de û li gel jî artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar tînin.

Eyn Îsa

Li navçeya Eyn Îsa, şerekî dijwar di navbera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Eyn Îsa, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û QSD’ê ji aliyekî dîtir ve bi dirêjahiya 3 rojan bê navber domand.

Komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê bakurê kampa Eyn Îsayê ve bi dizî hatin, çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ji kampê revandin. Agir bi kampê xist û çeteyên DAIŞ’ê berê xwe da herêmên dewleta Tirk a dagirker.

Li êrîşên ku li derdora kampê rû daye de, QSD’ê 2 erebeyên doçka li ser, desteser kirin.

Di heman demê de jî di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û leşkerên rejîma Sûriyê li derdora navçeyê de, şerek qewimî. Di encamê de 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Piştre hêzên Rûsyayê û leşkerên rejîma Sûriyê bi dewriyeyekê li navçeya Eyn Îsayê geriyan û ji nû ve vegerîn û li Lîwa 93 a li nêzî navenda navçeyê bi cih bûn.

Duh artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Rafîa yê di navbera navçeya Eyn Îsa û bajarokê Çelebiyê yê li gundewarê kantona Girê Spî de, bi çekên giran topbaran kir.

Di encama topbaranê de, sivîlê bi navê Ehmed Ebdo(35) û bavê 4 zarokan e, şehîd bû. Her wiha topbarana dewleta Tirk a dagirker, zaroka bi navê Meryem Abdullah Corî(14) birîndar kir û niha rewşa wê giran e. Ehmed Hemûd Ebid(34) bavê 2 zarokan e, birîndar bû û niha tedawî dibe, şêniya bi navê Yasmîn Mihemed Elî(33) jî birîndar bû û niha rewşa wê giran e.

Li gundê Kendalê yê bejahiya rojavayê Girê Spî şervanên QSD`ê erebeyek BMB rûxandin û ajokarê wê kujtin û erebeyeke din a BMB teqandin.

Şervanên QSD`ê karwanekî çeteyan li gundê Yaqor ê li ser rêya navbera Girê Spî û Eyn Îsa de kirin armanc û erebeya BMB rûxandin, her wiha hejmarek çeteyan hatin kuştin, lê belê hejmara wan ne diyar e.

Piştî şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyan de, şervanan gundê Celbê ya ku nêzî bajarê Girê Spî ye vegerandin û di encama derbeyên giran ên şervanan, çete ji gund reviyan.

Şervanên QSD`ê karwanê çeteyan ê li gundê Wasta yê bejahiya Girê Spî kirin armanc û çete hatin kuştin û 5 din jî birîndar in.

Di heman demê QSD`ê 2 tengên artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Ebû Sira ya rojavayî navçeya Eyn Îsa û bajarê Girê Spî teqandin.

Rojanmeya Orşelîm Post kifş kir ku artêşa Tirk a dagirker tengên M60-A1 bi kar tînin ev jî çeken nû yên Îsraîlê ne.

Kobanê

Artêşa Tirk bi tank, top û çekên giran gundên”Seftek, Boban, Xoxorî, Kor ALî, Zor Maxar û bajarokê Şêx topbaran kirin, QSD`ê jî bersiv da û li seranserî sînor û gundên navên wan hatin diyarkirin şerekî dijwar rû da.

QSD`ê di navbera gundên Çelebiyê û başûrê rojhiatlê Ebû Sirayê ya kantona Kobanê 2 tanzer û 2 doşka rûxandin.

Duh hêzên Koalîsyona Navdewletî baregeha xwe ji Xereb Işk a bajarê Kobanê vekişandin, tê zanîn ku baregeh li herêmê ya sereke bû.Piştî teqemeniyên xwe rakirin û vekişiyan baregeha xwe teqandin.

Li hevpeymana bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re, di saetên şevê de karwarek hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê derbasî bajarê Kobanê bûn.

Minbic

Li gundê Yaşlî ku di bakurê rojavayê bajarê Minbicê de, di navbera Meclisa leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk de şerekî giran rû da.

Her wiha gundên Til Sêda, Um Edeset El-Farat û Eseliyê bi topavêj û moşekan hatin topbarankirin û ziyanên madî çêbûn, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîmê jî bersiva êrîşan da û şerekî dijwar rû da.

Dêrik

Hêj artêşa Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike û gundên Qeser Dîb û Eyn Dîwar ê bakurê Dêrikê bi tankan topbaran kirin.

QSD`ê bersiva topbarana gundê Dîb ê bajarê Dêrikê dan û 3 leşkerên artêşa Tirk kuştin û çendekên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de balafirên şer ên artêşa Tirk li asmanê herêma Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê digerin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRE’yê li Mareyê li çeteyan da: 6 hatin kuştin, 9 birîndar

Nivîsa Pêş

Şêniyên Cizîrê berê xwe didin Serêkaniyê da ku sivîlên birîndar rizgar bikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Şêniyên Cizîrê berê xwe didin Serêkaniyê da ku sivîlên birîndar rizgar bikin

LEZGÎN – Li Çelê û Xakurkê çalakiyên gerîla

HPG'ê di heman rojê de li 6 herêman li artêşa tirk a dagirker da

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.