Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Hevkarî cesaretê dide darbekaran

"Di vê warê de rêbaza desthilatdaran qet naguherin. Ewil hemû rêbazên zordariyê li ser kurdan diceribînin û pişt re jî li gelemperiya Tirkiyeyê belav dikin. Darbeya qeyûman û desteserkirina îradeya gel jî wisa ye. Û herî dawî darbe serê xwediyên xwe jî dixwe lê dîsa jî rêveberên pergalê dev ji vê rebazê bernadin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/09/2019 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Berxwedana li Amedê didome: Em ê serî netewînin!
ParvekeTweet

“Li ser darbeya qeyûman 17 roj derbas bû. 17 roj e gelê kurd li hemberî darbeyê li ber xwe dide û îradeya xwe diparêze. Kurd li gel hemû êrîşan, astengiyan li Amed, Wan, Mêrdin û gelek deverên din nobedariya demokrasiyê dikin.

Gelê Tirkiyeyê jî roja ewil ve talûkeya mezin a darbeyê û berfirehiya çepera darbeyê dît. Hin hewldanên hevkariyê jî derketin holê. Ji CHP’ê heya Partiya Saadetê, partiyên siyasî, saziyên demokratîk nerazîbûn nîşan didin. Nûnerên CHP’ê li Mêrdîn, Amed û Wanê hevşeraderan ziyaret kirin. Serdana şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku çû Amedê deng veda.

Ev helwdana demokratîk girîng e. Lê belê tu derdor nikarin dijberiya darbeyê di asta hevkariyê de hildin dest û binirxînin. Hemû kesekî ku maf û azadiyan diparêze, xwedî li demokrasiyê, xwedî li îradeya gel derdikeve, armanca darbeyê kî/ê dibe bila bibe neçar e ku li hemberî darbeyê derkeve. Derdorên ku li hemberî darbeyê bêdeng dimînin, şirîkê darbeyê ne.

Di vê çerçoveyê de pêwîstî bi têkoşîna li hemberî darbeyê heye. Û divê ku ev têkoşîn xurt be, bêfikar be, bêdûdilî be. Di vê warê de li hemberî darbeyê têgeha hevkariyê xelet e. Kî/ê hevkariya çi û bi kê re dike? Gotina hevkariyê, tê wateya “Hûn xwediyê têkoşîne ne û em jî alîgir in.” Rast e hedefa yekemîn a darbeyê destkeftiyên gelê kurd e. Lê belê mûxatabê darbeya ku li gel îradeya gel hatiye lidarxistin hemû derdorên ku rewatiya xwe ji îradeya gel digrinin. Tu darbe sînoran nas nake. Li cîhekî nasekine. Dema ku destpêkir dike ku hemû îradeyên gel desteser bike, wekî ûrekî li her deverê bela dibe.

Jixwe îşaretên vê yekê derketin holê. Ev darbe niha ber bi AKP’ê ve berfireh dibe. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û ekîba wî ji AKP’ê tên qewirandin. Abdullah Gul, Alî Babacan û ekîba wan di menzîla Erdogan de ne. Mafê siyasetê nadin AKP’iyan jî. Erdogan du roj berê baroyên mûxalîf tehdît kir û dê gavên desteserkirina baroyan biavêjin. Di 31’ê adarê de bi darbeyekî hilbijartinên Stenbolê betal kirin. Ji 23’yê hezîranê vir ve jî Ekrem Îmamoglu û şarederiyên CHP’ê tehdît dikin.

Di vê warê de rêbaza desthilatdaran qet naguherin. Ewil hemû rêbazên zordariyê li ser kurdan diceribînin û pişt re jî li gelemperiya Tirkiyeyê belav dikin. Darbeya qeyûman û desteserkirina îradeya gel jî wisa ye. Û herî dawî darbe serê xwediyên xwe jî dixwe lê dîsa jî rêveberên pergalê dev ji vê rebazê bernadin.

Lewma ‘hevkarî’ li hemberî van yekan hem ne çare ye û hem jî şerm e. ‘Hevkariya pasîf’ cesaretê dide darbekaran. Pêwîstî bi nerazîbûnek xurt, têkoşînek li hemberî darbeyê heye. Kes jî vê têkoşînê ji bo kesî nake, di serî de ji bo xwe, ji bo rûmeta li hemberî îradeya gel dike.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Di Zapê de ruhê APOGERÎ serket

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Liberxwedan jiyanê diafirîne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Liberxwedan jiyanê diafirîne

ANALÎZ - Liberxwedan jiyanê diafirîne

TAYBET – Hêzên Gerîla di meha Tebaxê 128 leşkerên dagirker kuştin

TAYBET - Hêzên Gerîla di meha Tebaxê 128 leşkerên dagirker kuştin

Manşet

  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.