Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê jî ‘Kurmên Darê’ xistibûn nava civakê

Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê karê sîxûrkirinê meşandiye, dest avêtiye welatiyên Başûr û wan jî xistiye xefka sîxûriyê ji bo li dijî gelê Kurd bixebitînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/08/2019 - 10:36
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê jî ‘Kurmên Darê’ xistibûn nava civakê
ParvekeTweet
http://sterktv.net/video/075_Bernama_Taybet_21.08.2019_Kurme%5En_Dare%5E_Bes%5Ea_5.mp4

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê karê sîxûrkirinê meşandiye, dest avêtiye welatiyên Başûr û wan jî xistiye xefka sîxûriyê ji bo li dijî gelê Kurd bixebitînin. Serdar Mesûdê ji eşîra Gûliyan ya li herêma ser sînor ya Zaxoyê ku dikeve xefka MÎT’ê li beramber girtina pere agahiyên wargehên gerîla yên li Başûr dide MÎT’ê û li ser agahiyên wî gelek wargehên gerîla tên bombebaran kirin.

Dewleta Tirk ku di şerê dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkçûye, serî li rêbazên sîxûrkirinê dide da ku bi wê rêyê bigihije armanca xwe. Bernameya ‘Kûrmên Darê’ ya di Stêrk tv de tê weşandin de îtîrafên sîxûrekî ji herêma Behdînan jî hate weşandin. Di bernameyê de diyar dibe ku dewleta Tirk li ser kesên ku li beramber pere li Başûr kiriye sîxûrê xwe hewl dide derbe li gerîlayan bixe. Di encama agahiyên di erdê re yên sîxûrî ku ji bo MIIT diçe nuqte û wargehên gerîla ji Heftanîn heya Asos’ê tê bombebarankirin. Di vê beşê de wê çîroka sîxûrê MÎT’ê Serdar Mesûd yê ji herêma Behdînanê were dayîn.

Serdar Mesûd ji eşîra Guliyan a herêma Behdînanêye û niştecihê bajaroka Bêgova ya girêdayî navçeya Zaxoyê ye. Serdarê di navbera Bakur û Başûr de bi bazirganiya sînor re eleqeder dibe, dikeve xefka sîxûriyê ya dewleta Tirk û di berdêla girtina pere de teklîfa MÎT’a Tirk qebûl dike.

Karê ku didin pêşiya Serdar ewe ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahiyên herêm, rê û rêbiwar û wargehên gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi MÎT’ê re parve bike. Di encama agahî dayîna Serdar de gelek wargehên gerîla ji aliyê balafirên şer yên Tirk ve tên bombekirin.

Serdar Mesûd destpêkê bernameyeke nexşeya coxrafîk dikişîne û dikare kordînat bide, li ser telefona xwe bar dike û li herêmên gerîla digere û kordînatê dide artêşa Tirk.

Serdar Mesûd wiha dibêje, “Min nuqteyeke gerîlayan ya li jor gundê Sîlê da dijmin, paşê li ser agahiya ku min daye wan balafir bombe li vir barandin. Min wargehekî gerîla ya dikeve derdora gundê Rîsê ku ji wir re têgotin şikefta Îsmaîl jî bi wan re parve kir. Li derdora gundê Şîlanê jî min ciheke gerîla da. Li binya Şeranişê li gel Sîlavê jî cihek da dijmin. Li Heftanînê jî min nuqteyeke hevalan da. Ev cihên ku min daye piştî parvekirina agahiyan hatine bombekirin.”

Serdarê ku gelek deverên gerîla û nuqteyên wan bi Îstîxbarata Tirk re parve dike, ji cihên ku parvekiriye tenê navên ku tê bîra wî dibêje û wiha pêde diçe, “Carek ez çûm parêzgeha Hewlêrê. Li herêmê li rastê gerîlayan hatim. Cihek ku wesayîtên gerîlayan lê hatibû sekinandin hebû. Du heval li wir bûn. Min vê agahiyê jî da. Min li Şeraniş û Perexê jî çend cih da. Ji bo pîrozbahiya Newrozê çûm aliyê Hewlêrê. Dema çûm cihê pîrozbahiyê min got ez kêmek ji xwere bigerim. Dema geriyam rastê cihekî hevalan hatim. Hinek wesayîtên wan li wir hebûn. Piştî vegeriyam malê min telefon ji Nîmet re kir û got heval li wirin.”

Serdar di bernameya Kurmên Darê de poşmaniya xwe ya ji ber sûcên dijî gelê xwe kiriye bi van gotinan tîne ziman û bang li gelê herêmê kir:“Peyama min ji bo xelkê Zaxo, Batûfa, Bêgova, Sindî, Gulî û Berwariyan ewe ku tikes guh nedin qacaxçiyên ji milê Tirkan (bakur) tên. Qacaxçiyên ji wî alî tên hemû girêdayî MÎT’ê dixebitin û dijmintiyê dikin. Divê ciwanên me qet guh nedin wan. Eger di berdêla zirer dayîna PKK’ê de teklîfa pere ji were bikin, qet qebûl nekin. Berê niha hinek yên me yên Gûliyan jî hatin xapandin. Divê kes guh nedin van qacaxçiyan û neyên xapandin, ji ber karek nebaşe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Andok: Ev şerê qirkirinê li dijî her kesî ye

Nivîsa Pêş

Ji Wanê dîmenên Berxwedanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Wanê dîmenên Berxwedanê

Ji Wanê dîmenên Berxwedanê

Li Amedê 8’emîn roja çalakiya rûniştinê bi tilîliyan dest pê kir

Li Amedê 8'emîn roja çalakiya rûniştinê bi tilîliyan dest pê kir

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.