Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Agir bi siyaseta AKP’ê jî ketiye!

"Ne bi tenê agir bi avahî û fabrîka û daristanê Tirkiyeyê ketiye û dişewite. Belê li gor diyar dibe agir bi siyaseta wê ya rizyayî jî ketiye û dişewite."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/08/2019 - 0:37
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ-Dê dîktatoriya faşîst hilweşe!
ParvekeTweet

“Ne bi tenê agir bi avahî û fabrîka û daristanê Tirkiyeyê ketiye û dişewite. Belê li gor diyar dibe agir bi siyaseta wê ya rizyayî jî ketiye û dişewite.

Siyaseta wê ya, bi dewletên cîran re sifir problem, bûye pir û pir problem.

“Dost” û cîranê wê yê herî dawî Rûsya û Îran ma bû. Lê dixwiyaye ku roj bi roj li gel van dewletanan jî, nakokî û nexweşiyên wan zêde dibin.

Civîna wan a dawî bi hevre çêkirin li Rûsyayê, xwedê giravî ev civîn bi taybetî li ser çareserkirina pirsgrêkên Idlibê bû dîsa xwedê giravî li hev kiribûn, lê weke hate xuyakirin, hîn nû civîna wan ji hev belav dibû, di roja ewil de peymana wan a li ser lihevhatina wir têk çû û şer ji berê girantir bû. Heta êrîş çûbû ser baregehê leşkerî yê tirkan jî.

Hîn jî ev alozî sererast nekirine û berovajî, hemû hev du tawanbar dikin. Lê belê aşkera ye ku yê şer bida sekinandin, li gorî peymana wan Tirkiye bû, gunehbar maye ew! Ev cihê yekemîn e ku agir bi siyaseta wê ketiye.

Cihê duyemîn, li Başûr e. Tê gotin ku di heman rojan de, Serokwezîrê Iraqê A.Ebdulmehdî, gotiye “ji niha û pêve fermandarê arteşa Iraqê jî ez im û ji niha û pêve, bêyî destûra min çi firokên biyanî yên cengê li ser xaka me ya Iraqê bifirin em ê bersivê bi tundî bidinê”! Her kes zane ku li xaka Iraqê, bi tenê firokên cengê yên Tirkiyeyê difirin û her derê dişewitînin. Lê wisa diyar dibe ku ev der jî dibe cihê duyemîn ku siyaseta Tirkiyeyê lê dişewite!

Û ne bi tenê ev, di heman demê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê M.Çavuşoglu, nameyek balkêş ji Mesûd Berzanî re şandiye. Têde dibêje, “yekitiya pêşmergeyan çêneke û piştgriya hevalbendiya peşmergeyan û Arteşa Iraqê nekin, ji bo ku arteşa Tirkiyeyê bi hêsanî karibe di sînorê Iraqê û Tirkiyeyê de tevbigere”, “bila peşmergeyên we careke din nekevin Kerkûkê jî”, “û ez ew peymana hatibû îmzekirin a ji bo 50 salî petrola we, bêyî tekilî û agahdariya Bexdayê were firotin, tînim bîra te (bi vê bazirganiya xwe ya genî û bi dizî tehdît dike)” û hwd.

Berî van saloxên balkêş, trafikek dîplomasî ya neyînî û li pey hev, di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de derbas bûbû. Helbet di van çûyîn û hatinên nehînî de, bi giranî li ser dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bazar dikirin û sanaryo çê dikirin. Lê diyar e ev bazara wan jî gav bi gav têk diçe.

Cihê sêyemîn ê siyaseta wan dişewite bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Li gel derbeyên li Efrînê û Idlibê dixwe, li Bakur û Tirkiyeyê jî agir bi siyaseta wê ketiye. Lê ji bo ku bala gel û civaka giştî ya Bakur û Tirkiyeyê ji vir bi dûr bixe, siyaset û kiryarên xwe yên êrîşkariyê, hem li ser Başûr û hem jî li gel vê li ser bakur û rojhilatê Suriyeyê jî dijwartir dike.

Bi nav û nîşana Herêma Ewle, êdî cîhan hemû pêhisya ye. Xwedê giravî wan û DYA’yê pir serî li hev gêj kirin ji bo ku li vir hinek xak bi dest xwe bixe û vir jî dagir bike. Lê li gorî tê xuyakirin, hîn tiştek bi dest ne xistiye. Gelek şekil û şemalên nexşeyan nîşan dan, gotin ewqas km dirêjayî, ewqas km kûrayî û nizanim çi û çi!

Wisa diyar e ev hevîr dê hîn gelek avê bikişîne. Erê Rûsya jî, tirkan dahf dide, an dide ser DYA (li Rojava) û bi lez û bez dixwaze tirk û Amerîka bi hev kevin. Lê bi hevketin û dûrketina Tirkiyeyê ji Amerîkayê ne ewqas hêsan e, ji ber ku bi hezar zincîran pêve girêdayî ye.

Helbet divê Tevgera Azadiyê, her dem amadekariyên xwe xurtir bike, weke ku van dewletên hegemon û dagirker, her wext dikarin li hev bikin û bêbextiyan dîsa bikin. Wê bêbextiya Rûsyayê ya Efrînê, divê weke guhar di guhê me de be!”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Mafê jiyanê Mafê şer e

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Ji rojhilat heya bakurê Kurdistanê! Cihada Xumêynî û Qeyûm!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Ji rojhilat heya bakurê Kurdistanê! Cihada Xumêynî û Qeyûm!

ANALÎZ - Ji rojhilat heya bakurê Kurdistanê! Cihada Xumêynî û Qeyûm!

Ciwanên Kurd wesiyetnameya şerkerê mezin Nûrî Dêrsimî bicih tînin

Ciwanên Kurd wesiyetnameya şerkerê mezin Nûrî Dêrsimî bicih tînin

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.