Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê sala 8’an a şoreşa Rojava pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/07/2019 - 12:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK’ê sala 8’an a şoreşa Rojava pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin û em ê timî pê re bin. Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate gotin, “Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 8’an ku ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kir. Em gelê Rojavayê Kurdistanê yê ku ev şoreş pêk aniye pîroz dikin û şehîdên ku di parastin û pêşvebirina şoreşê de bi rola esasî tevgeriyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û ji xaziyên şoreşê re jî ji bo têkoşîna wan a ji niha û pê ve serketinê dixwazin.

Gelê Kurd bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a Rojava re nîşan da ku gelekî demokratîk şoreşger ê pêşengê Rojhilata Navîn e. Tevî gelên Ereb û Suryan şoreş veguherand şoreşa gelên Sûriyeyê û bi vî rengî ji bo şoreş veguhere şoreşa Sûriye û Rojhilata Navîn hêvî ji gelan re afirand. Li Rojhilata Navîn ku gel û baweriyên cuda kirine dijminê hev bûye şoreşeke zîhniyetê ya ku biratiya gelan û baweriyan a li Rojhilata Navîn pêk aniye. Bi vî rengî eşkere bû ku Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê şoreşger ê gelên Rojhilata Navîn e.

Sîstema xweseriya demokratîk a ku bi rêxistinbûna civaka demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkete holê veguherî modeleke demokratîkbûnê ya Rojhilata Navîn. Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Durzî, Çeçen û Tirkmen weke neteweya demokratîk DAÎŞ û El Nûsra têk birin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li pişta wan koman e. DAÎŞ bi hêza civaka demokratîk û neteweya demokratîk hate têkbirin. Vê yekê nîşan da ku gel çawa dikarin li Rojhilata Navîn bi sîstemeke siyasî û civakî bi ser bikeve. Gelan bi vî rengî dîtin ku çawa dikarin ji nava êşên li Rojhilata Navîn rizgar bibin.

ŞOREŞ TÊK NAÇE

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkbirina DAÎŞ’ê re ne tenê hêzeke despot a li Rojhilata Navîn têk birin, di heman demê de rêxistineke taşeron jî têk birin ku dijminatiyê li mirovahiyê dike. Gelên Bakurê Sûriyeyê di nava 7 salan de ji ber êrîşên hêzên dijminê azadî û demokrasiyê zêdeyî 10 hezar şehîd dan û zêdeyî 20 hezar jî şervanên wan xazî bû. Di serî de sosyalîst bi sedan enternasyonalîst ji çar aliyên dinyayê hatin û gelek ji van şoreşgerên demokratîk şehîd bûn ku ev yek jî karaktera vê şoreşê nîşan dide. Şoreşa demokratîk a gelên Bakurê Sûriyeyê di heman demê de bûye şoreşa demokratîk a gelên dinyayê. Ev rastî jî nîşan dide ku şoreş têk naçe.

Serketina şoreşa demokratîk a gelên Bakurê Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd serketina tecrûbeya şoreşa demokratîk a dehan salan a gelên Rojhilata Navîn e. Mayindebûna xwe jî wê bi hêza şoreşa demokratîk a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk were. Bêguman şoreşa demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê nîşan da ku azadî ne bi têkoşîna ji bo avakirina dewletê pêkan e, di çarçoveya biratiya gelan de bi rêxistinbûna konfederal a demokratîk dibe. Destketiya herî mezin a gelên Rojhilata Navîn e ku hatiye fêhmkirin, azadî û demokrasî bi avakirina dewletê, bi feraseta navendîperestî û dewletperestiyê nabe. Ji ber vê zîhniyet û rêxistinbûnê, hêza sîstema xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku li dijî her şêwe êrîşan raweste. Lewma gelekî girîng e ku şoreşa demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî bê xurtkirin.

Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê. Divê Ereb, Tirk, Fars, Azerî, Ermen, Suryan û gel hemû xwedî li vê qada azadiyê derkevin. Êrîşa li dijî vê qada azadî û demokrasiyê êrîşa li dijî hesreta azadî û demokrasiyê ya gelan hemûyan e.

Ji ber vê yekê ne tenê hêzên demokrasiyê û gelên Rojhilata Navîn, divê mirovahî hemû û hêzên demokrasiyê yên li çar aliyên dinyayê xwedî li vê şoreşê derkevin. Divê li dijî her şêwe êrîşan piştevaniya vê şoreşê bikin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin û em ê timî pê re bin. Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.

Şehîdên Şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibin havênê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn wê teqez bi ser bikeve.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîlayên HPG û YJA Strê li Erzîncan û Xakurkê çalakî li dar xistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîlayên HPG û YJA Strê li Erzîncan û Xakurkê çalakî li dar xistin

LEZGÎN - Gerîlayên HPG û YJA Strê li Erzîncan û Xakurkê çalakî li dar xistin

HPG’ê sersaxî ji malbata Ayaz û Nûpelda Guloglû re xwest

HPG’ê sersaxî ji malbata Ayaz û Nûpelda Guloglû re xwest

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.