Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê derbarê salvegera 23’emîn a çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/06/2019 - 17:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê derbarê salvegera 23’emîn a çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YJA-Starê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Pergala navendî ya dagirker di dîrokê de heta niha li dijî destkeftiyên gelên Kurd û Kurdistanê di nava hewldanên tunekirinê de bûne. Li dijî vê dagirkeriyê berxwedan û têkoşîn her tim berdewam kiriye. Di merheleya têkoşîna azadiya Kurdistanê de jî li dijî polîtîkayên tunekirinê berxwedan û serhildan di asta lûtkeyê de meşiyaye.

Dem hene ku qomployên dagirkeriyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê şênber derketine holê. Ji bo pûçkirina van qomployan gerîllayên azadiya Kurdistanê bersivên ku dijmin bihejîne û mohra xwe di dîrokê bixe çêbûne. Sala 1996’an jî demeke wusa bû ku li dijî Rêbertiya me hewldana qomployekê tunekirinê çêbibû. Li dijî vê helwesta dijmin ya bêbext rêheval Ş. Zîlan li Dersîmê çalakiyek bi bandor kiribû.  Vê çalakiye him êrîşên li ser Rêbertiya me pûç kiribû û him jî derbeke giran li dijmin dabû.

Merhele hene ku meşandina dîrokê diguherînin û tevahî polîtîkayên tunekirinê li bin guhê hev dixîne. Çalakiya Zeynep Kinaci jî di vê astê de bû. Ango di merheleya heyî de guhertin û veguhertinên mezin ava kirin. Zîlan wek xeta bîrdozî ya azadiya jin hate diyarkirin û li ser wê xetê bi hezaran Zîlan vejiyan. 30’ê Hezîranê di guhertina çarenûsa gelekî de yek ji bûyerên dîrokî ye. 30’ê Hezîran vejîna gelekî ye.

Li her çar perçeyên Kurdistanê de bi sedan keçên Kurdan navê xwe kirin Zîlan û di li dijî qomployên li ser Rêbertî û gelê Kurd xwe kirin mertal. Xwe di dilê dijmin de teqandin.  Di pêvajoya Kobanê de Arîn Mîrkan, di pêvajoya Efrînê de Avesta Xabûr bûn Zîlan û xwe di dilê dijmin de teqandin.

Rojhilatê Kurdistanê de jî taybet di dema qomploya navnetewî heta niha têkoşîna azadiya Kurdistanê bi Zîlanan ve berztir bû. Bi çalakiya Ş. Zîlan ve bi hezaran jinên Rojhilatê Kurdistanê di şopa Ş. Zîlan de meşiyan, navê xwe kirin Zîlan û beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûn. Zîlan Gabar û Zîlan Pepûle jî ji wan jinên berxwedêr bûn ku di dil û mejiyê rejîma dagirker ya Îranê de bû tirs û xofa mirinê.  Zîlan Pepûle 30’ê Hezîran’a 2006’de ji aliyê rejîma dagirker ya Îranê ve hate şehit kirin. Li dijî viya jî bersiva herî bi wate jinên Kurd bi tevlîbûyîna refên azadiyê dan. Bi sedan jinên Kurd, li hember hêzên komploger bûn Zîlan. Têkoşîna Azadiya Kurd û Kurdistanê gehandin lûtkeyê.

Îro jî wekî her sê perçeyên din yên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî bi hezaran jinên ku şopdarê Zîlanan li dijî êrîşên li ser Rêbertî û gelên Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedayîna xwe ve dîrokê diguherînin.

Gelê me yê welatparêz û azadîxwaz tu carî li dijî dagirkeriyê serî netewandiye. Niha jî li dijî dagirkeriyê bilindkirina têkoşîn û çalakiyan ji her demê zêdetir pêwîst e. Gelê Kurd yê berxwedêr wekî her demî wê xwedî li mîrata şehîdên xwe derbikeve û li dijî dagirkeriyê bi yekdengî û seknî tevbigere.

Di şexsê Ş. Zîlan (Zeynep Kinaci), Zîlan Pepûle, Zîlan Gabar  em carek din tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî têkoşîna wan ditewînin. Emê şopdara riya wan qehremanan bibin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz dikin ku li hemberê dagirkeriyê tu caran bêdeng nemînin.  Ji bo jiyanek azad, nasnameyek azad, welatek azad li ser riya Zîlanan têbikoşin.”

Parve Bikin81TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hat redkirin

Nivîsa Pêş

KCK: “Hêzên Başûrê Kurdistanê divê li dijî êrîşan helwesta xwe diyar bikin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: “Hêzên Başûrê Kurdistanê divê li dijî êrîşan helwesta xwe diyar bikin”

KCK: "Hêzên Başûrê Kurdistanê divê li dijî êrîşan helwesta xwe diyar bikin"

Agir bi Çiyayê Cûdiyê ket

Agir bi Çiyayê Cûdiyê ket

Manşet

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.