Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Meha Hezîranê jî meha berxwedanê ye’

Di dîroka Tevgera Azadî û Demokrasiyê de cara yekem di 1’ê hezîrana 2004’an de mîsyoneke wiha dîrokî hatibû dayîn. Piştî dîlgirtina Rêber Apo û pêvajoya paşvekişînê gihîşt armanca xwe bi biryariya ‘Pêngava 1’ê Hezîranê’ di dîrokê de cih girt. Ev pêngav ji bo Tevgera Azadî û Demokrasiyê dihat wateya destpêka serdema nû ya têkoşînê û di heman demê de ji hevkar, tasfiyekar û îxanetkaran re dibû bersiv.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Meha Hezîranê jî meha berxwedanê ye’
ParvekeTweet

“Ji aliyê Tevgera Azadî û Demokrasiyê ve meha gulanê wekî meha şehîdan hatiye binavkirin û em ketin meha hezîranê. Di roja dawîn a meha gulanê ya sala 1971’î de li Çiyayê Nûrhaqan şoreşger Sînam Cemgîl, Sînan Kazim Ozdogan û Kadîr Manga jiyana xwe ji dest dan. Di 1’ê hezîrana 1971’an de vê carê li navçeya Maltepe ya Stenbolê di pevçûna ku Mahîr Çayan birîndar bû û dîl hat girtin de Huseyîn Cevahîr ê dersimî jiyana xwe ji dest da. Dewleta faşîst û dagirker TC bi rijandina xwînê li ser piya dima û qetilkirina însanan didomand. Piştre her roj, her hefte qetlîam pêk hatin û bi salan wisa dewam kir û êdî qetlîam bûbûn karekî rojane. Di 6’ê gulaa 1972’an de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan, di 30’ê adara 1972’an de Mahîr Çayan û hevalên wî, 18’ê gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya, komkujiya 1’ê gulana 1977’an, di 18’ê gulana 1977’an de qetilkirina Hakî Karer û piştre bi deh hezaran şoreşger, demokrat hatin qetilkirin. Îro jî li Kurdistanê qetlîam dewam dikin.

Her çiqas dewleta tirk her roj qetlîaman pêk bîne jî li hemberî êrîşan berxwedan û qehremaniyên mezin çêbûn. Meha hezîranê jî bûye meha berxwedanan. Di 15 û 16’ê hezîrana 1970’î de li Stenbolê karkeran berxwedaneke mezin dan destpêkirin. Di sala 2013’an de li Stenbolê berxwedana Parka Geziyê di 1’ê hezîranê de dest pê kir. Her wiha Tevgera Azadî û Demokrasiyê pêngava mezin a şoreşgeriyê di 1’ê hezîranê de da destpêkirin. Çawa ku meha gulanê bi şehîdan watedar e, hezîran jî di vê çarçoveyê de watedar bûye. 1’ê hezîrana 2004’an û 1’ê hezîrana 2010’an wekî mînakên şênber ên pêngavên şoreşgerî di dîrokê de cih girtin.

Em salvegerên pêngavên şoreşgerî yên 1’e hezîranê pêşwazî dikin. Bêguman her sal salvegerên 1’ê hezîranê bi taybetiyên xwe gihiştiye wateyeke dîrokî.

Wekî hersal îsa jî meha gulana 2019’an bû meha berxwedan, têkoşîn, fedakarî û qehremaniyên mezin. Bi pêşengiya Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de berxwedana grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir û piştre girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê tevli çalakiyê bûn û grev di 26’ê gulanê de bi serkeftinê bi encam bû. Di vê pêvajoya ku 9 şehadet çêbûn de bi fedakarî, biryarî û wêrekiyê girêdanbûna şehîdan careke din hat destnîşankirin û berxwedana pêngavên 1’ê hezîranê hat silavkirin.

Di dîroka Tevgera Azadî û Demokrasiyê de cara yekem di 1’ê hezîrana 2004’an de mîsyoneke wiha dîrokî hatibû dayîn. Piştî dîlgirtina Rêber Apo û pêvajoya paşvekişînê gihîşt armanca xwe bi biryariya ‘Pêngava 1’ê Hezîranê’ di dîrokê de cih girt. Ev pêngav ji bo Tevgera Azadî û Demokrasiyê dihat wateya destpêka serdema nû ya têkoşînê û di heman demê de ji hevkar, tasfiyekar û îxanetkaran re dibû bersiv. Li hemberî faşîzma AKP-Erdogan ku di salên 2000’î de rojanebûna darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê îlona 1980’î bûn, starta têkoşînê hat dayîn.

Piştî 1’ê hezîrana 2004’an asta têkoşînê hat bilindkirin, hem di warê rêxistinî û hem jî di warê bîrdozî de deskeftiyên nû hatin bi destxistin. Piştî ku tasfiyekarên têkoşîn asteng dikirin tasfiye bûn ji bo jinûve partîbûyînê derfetên nû hatin afirandin, di warê leşkerî û siyasî de deskeftî hatin bi destxistin. Mewziyên ku di têkoşîna siyasî de hatin bi destxistin û (her çiqas dewleta tirk serî li lîstikan bide jî) hewldanên diyalogê di pêvajoyeke wiha de dest pê kir.

Piştî ku lîstikên dewleta tirk deşîfre bû, agirbesta ku di sala 2009’an de hatibû ragihandin bi dawî bû û demeke nû dest pê kir. Tevgera Azadî û Demokrasiyê di 1’ê hezîrana 2010’an de serdemeke nû ya biryarbûnê ragihand û wekî ‘zayîna çaremîn’ derbasî dîrokê bû û pêvajoya Têkoîna Avakirina Neteweya Demokratîk û Şerê Gel ê Şoreşgerî dest pê kir.

1’ê hezîranê di dîroka Tevgera Azadî û Demokrasiyê û her wiha di dîroka gelên Kurdistanê de xwedî wateyeke wiha ne û destpêka pêngavên nû yên şoreşgerî ne. Dewleta tirk a mêtinger û qetlîamkar vê rastiyê dibîne. Ji bo encamên ku di 1’ê hezîranê de hatine bi destxistin ji holê rakin êrîşên xwe zêdetir dikin. Di destpêka sala 2018’an de ji bo dagirkirina Xakurkê dest bi êrîşan kir û ji bo dagirkeriyê bi ser bixin êrîşên nû dan destpêkirin.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku hêza îktîdarê ya dewleta mêtinger a TC’ê ne li hemberî Tevgera Azadî û Demokrasiyê têk çûn. Di 26’ê gulana 2019’an de bi serketina berxwedana grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger mînaka têkçûna wan a herî şênber e. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li hemberî ‘Tecrîda Teqez’ a li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin. Tecrîda Teqez di 26’ê gulanê de hat şikestin.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi êrîşên li hemberî Xakurkê êşa têkçûna xwe sivik bikin û peyamê bidin hêzên ku li pişt wan disekinin. Ger peyama wan bigihêje cihê xwe dê hewl bidin hem têkçûnên xwe yên li Rojava û hem jî têkçûnên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê bidin jibîrkirin. Lê ne mimkun e bi ser bikevin. Ji ber ku têkçuna dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dest pê kiriye û têkçûna wan leztir dibe.

Di meha gulanê ya şehîdên serbilind de ev rastî baştir hat dîtin. Berxwedana grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, di serî de berxweda dayikan ku li dijî her cure zext, îşkence, zilm û gefan derketin qadan, bi zêdebûna çalakiyên gerîlayan bû sedem ku rastiyeke wiha derkeve holê.

Bi vê rastiya meha serbilind a gulanê em meha dikevin meha hezîranê. Niha di meha hezîranê de dor hatiye ku bi ruhê pêngavên şoreşgerî, berxwedana Parka Geziyê derbên hilweşînê li faşîzma AKP-MHP’ê bixînin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gêrîlla: Bi Bêhna Bihûştê Re Rêwîtiyeke Bê Dawî Ye Xakurkê!

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Li herêmê planên qirêj hene’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Li herêmê planên qirêj hene’

ANALÎZ - 'Li herêmê planên qirêj hene'

NIRXANDIN – Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – I

NIRXANDIN - Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – I

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.