Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Serdana Berhem Salih û dema wê’

Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê Berhem Salih li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî amade bûn. Beriya serdana Berhem Salih, Ofîsa Serokomariyê ya Iraqê, daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dê di hevdîtinê de rewşa dawî, guhertinên li herêm û cîhanê, pêwendiyên herdu welatan bên gotubêjkirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/05/2019 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Serdana Berhem Salih û dema wê’
ParvekeTweet

“Erdogan nehat Iraqê, lê Berhem Salih careke din çû Tirkiyeyê. Balkêş e ev serdan di demeke ku artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûr zêde kirin, her wiha qeyrana Kerkûkê kûrtir dibe de pêk hat

Serdana Serokomarê Iraqê Berhem Salih a ji bo Tirkiyeyê di demeke ku artêşa tirk a dagirker êrîşên li ser Başûr zêde kirin de pêk hat. Balkêşe ku berê hatibû gotin wê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan were Iraqê, lê berevajî wê Salih çû Tirkiyeyê. Her wiha piştî hevdîtina Berhem Salih a bi Erdogan, Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê û rayedarên MÎT’ê re, tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih duh li gel şandeyek ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê jî di nav de ye çû Tirkiyeyê.

Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê Berhem Salih li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî amade bûn.

Piştî hevdîtinên rayedarên dewletan piranî civînên çapemeniyê tên lidarxistin û têkildarî naveroka hevdîtinan zanyarî tên dayîn. Lê balkêşe ku piştî hevdîtina Salih û Erdogan tu civîn nehatin lidarxistin û daxuyanî nehatin dayîn. Salih piştî hevdîtinan vegeriya Iraqê.

Beriya serdana Berhem Salih, Ofîsa Serokomariyê ya Iraqê, daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dê di hevdîtinê de rewşa dawî, guhertinên li herêm û cîhanê, pêwendiyên herdu welatan bên gotubêjkirin.

Dema serdanê

Berhem Salih ji serê salê ve cara duyemîn e ku diçe Tirkiyeyê. Cara yekêm di 3’yê çileya 2019’an de çûbû û bi Erdogan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê hevdîtinê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di 27-28’ê nîsanê de serdana Bexda û Hewlêrê kiribû. Çavuşoglu di van serdanên xwe de careke din îdîa kiribû ku Kerkûk bajarê Tirk e. Çavuşoglu her wiha li ser madeya 140’an, Kerkûk û Herêma Federal a Kurdistanê jî bi Serowezîrê Herêma Federal a Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî re axivî bû. Çavuşoglu di wê serdanê de gotibû ku dê serokomarê tirk Erdogan jî di dema pêş de were Iraqê.

Erdogan nehat Iraqê, lê Berhem Salih careke din çû Tirkiyeyê. Balkêş e ev serdan di demeke ku artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûr zêde kirin, her wiha qeyrana Kerkûkê kûrtir dibe û mijara Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Herêmê tê nîqaşkirin de pêk hat.

Daxuyaniya mekteba Berhem Salih

Piştî hevdîtinê Mekteba Fermî ya Berhem Salih li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de serdana Berhem Salih wekî “serdanek taybet” hat pênasekirin û wiha hat gotin: “Serokomar Berhem Salih di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re de, girîngiya parastina serweriya Iraqê careke din aniye ziman. Her wiha her karek û hewldanek yekalî ya leşkerî ku sînorên Iraqê binpê dikin, red kiriye. Dîsa bal kişandiye ku ewlekariya hevbeş bi riya hevsengiyên herdu welatan û welatên herêmê, tê mîsogerkirin. Behsa girîngiya hevkarî û danustendinê ya ji bo çareseriya van aloziyên vê demê kiriye. Diyar kiriye ku pêwîste ji zimanê tehdîtê dûr bê sekinandin da ku aramiya ewlekarî û aborî li herêmê bicîh bibe.”


ÇAVKANÎ: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 30’Ê GULANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gêrîlla: Ger Jiyanek Hebe Divê Azad Be!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gêrîlla: Ger Jiyanek Hebe Divê Azad Be!

Ji Pênûsa Gêrîlla: Ger Jiyanek Hebe Divê Azad Be!

ANALÎZ – ‘Wa bihar hat têkoşer bi ser ketin’

ANALÎZ - 'Wa bihar hat têkoşer bi ser ketin'

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.