Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“Bînalî jî çû ber golikan”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/04/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
“Bînalî jî çû ber golikan”
ParvekeTweet

“Gelî xwişk û birayan, van zaliman mala me xera kir, rojnameya me qapat kir, ji ber vê yekê ev demeke dirêj e, deng ji kozika me nedihat, niha ez pê hesiyam ku rojnameyek li ser înternetê tête weşandin, va ye min jî pênûsa xwe bi hubrê dagirt, bi dilê şikestî, zimanê kurt min nivîsek lê kir. Ne nivîsek metelok û çîrok e, hinekî jî serborî û dîrok e. Kerem bixwînin, heke kêfa we jê re hat, govendê li ber bigirin, bilîlînin, heke kêfa we jê re nehat biçirînin.

Hebû tune bû, ji Xwedê mezintir tune bû, li welatekî ne diyar, gelên tê de bi piranî razayî, kêmek hişyar, sultanek hebû kes nizane gurcî yan jî tejîkê gurgî bû. Jixwe ne girîng esl û feslê wî, ew zilamê serqot û pêxas û tazî, rojekê ji Minareya Qot re bû hawar û gazî.

Ew zilam bê derpê û devling bû, zalimekî neyarê Minareya Sêling bû. Ev jî kete govenda siyasetê, jê re bû alîkar kurê metê.

Jixwe wî tim digot:

– Ay lê etê, ay lê etê, ew kursiya ku dilê min ketê, birin dane lawê metê.

Xwedê rojekê jê re li hev anî, ew bir li ser kursiya şaredariyê danî. Piştî heyamekê berê wî ket qiyamekê, firiya çû welatê George, got:

– Ey George versene bana iktidarı bi borç! Ez ê xulamê qesra te bim tim, li ku bang ji te re lazim be, ez ê dîk û keleşêrê banga te bim. Ez ji daw û doza te re bibim mela, ez ê li welatê neyarên te rakim xela.

Georgê navmil bi pirç, ji wî bawer kir, dilê wî kire qirçeqirç, ew li hespê desthilatiyê siwar kir. Piştî ku pozê wî germ bû li ser kursiya ji hêtûnê, rabû şikand baskê kevokê, şitlên dara zeytûnê, bû agir û pizotê li ser qelûnê.

Ji hinekan re got: One minute! Ji ser milet birî xwarin û qût. Pêşî got:

– Kurd birayê me ne, gelî kurdan, em tirk bi we hene!

Lê paşê bi rengekî din hizirî û bû gurê har û bi dengekî bilind zûrî:

– Ew ê li dijî dewleta min serî hilde, ji bo aştî û azadiyê çavan kil de, ez ê çavên wî birijînim, ez ê mêjiyê wî di çavên wî re derînim. Ez guh nadim jin û zarokan, ew ê serî netewîne, danekeve ser çong û kabûkan.

Her ku xurt bû û dîn û har bû! Qersa hezardergeh jê re cih û war bû. Mala xelkê xera kir, nehişt ji mêşhingivan re jî war û kewar, ji hemû azadîxwazan re bû dijmin û neyar.

Roj hat, welatiyan keysa xwe lê anî, nêviyên Rostemê Zal qurzê xwe lê hilanî, welatiyan qesr û qonaxa wî hilweşand bi gurzê Rostemê Zal, vîneke ji pola ava kir mal bi mal, îro hemû ketine govenda azadiyê. Wan jî dît ku;

Fîstanê Sultanê Zilmê ji ba ye

Taca sêrî ji muqewa ye.

Dikarin bihejînin wî textî da ku biqede zikreşî û bêbextî.

Dê qesra viran hilweşe, berê wî bikeve kavil û holikan

Va ye Bînalî jî çû ber golikan!”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Şêx Zubêrê Kurdî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 5’Ê NÎSANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Felsefeya Avabûna PJAK’ê’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Felsefeya Avabûna PJAK’ê’

ANALÎZ - 'Felsefeya Avabûna PJAK'ê'

ANALÎZ – ‘Desthilatdarî û tenduristî’

ANALÎZ - 'Desthilatdarî û tenduristî'

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Hogir bi coşeke mezin li Qamîşlo destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.