Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Desthilatdarî û tenduristî’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/04/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Desthilatdarî û tenduristî’
ParvekeTweet

“Desthilatdarî ango îktîdar heya baş neyê veçirandin nîqaş û nirxandinên der barê tenduristiyê de wê qels bimînin û em ê di teşhîrkirina feraseta tenduristiyê ya berovajîkirî de bi ser nekevin. Desthilatdarî çawa xwe didomîne kîjan alav û navgînan bi kar tîne bi çi fêl û finazan gel dixapîne divê bi awayekî berfireh bigrin dest. Desthilatdarî ji bo xwe li gel her awayî bide pejirandin kîjan rê û rêbazan bi kar tîne hewce ye baş bê zanîn. Ji van alavan yek jî DEWLET e. Ji bo em îktîdarê û bandora wê ya li ser gel fêm bikin divê em rastiya dewletê raxînin ber çavan.

Li gorî daneyên beşên zanistê yên wekî şûnwarnasî (arkeoloji), nijadnasî (etnoloji) û teolojiyê dewlet teqrîben 3500 sal beriya zayînê derketiye holê. Wekî tê zanîn beriya dewletê demeke zehf dirêj civakan bi awayekî xwezayî jiyana xwe berdewam kiriye. Ev çax wekî serdema neolitik jî tê zanîn. Di vê civakê de pêwendiyên desthilatdarî tunebûn, kesek an jî komekê neheqî li civakê nedikir û nedibû serdest. Civak li dora jinê (bi taybetî ev jin dayîk bû) kom dibû, dihat ba hev. Qedr û qîmeteke mezin didane jinê û soza wê ji bo civakê giran û watedar bû. Li vir erka mêran zêde ne xurt e bi taybetî karên ku qeweta fîzîkî dixwaze dikirin û diçûn nêçîrê. Civakê ji bona pêdivîyan di kar û xebatan de tarza komunal esas digirt. Alîkarî, hevkarî û parvekirin di jiyana rojane de serdest bû. Jiyaneke azad û wekhev hebû.

Piştî ku mêr hêza xwe zêde dike bi nêçîrvaniyê hînî fêl û finazan dibe û ji bo di civakê de bibe xwedî soz dikeve nav hewldanan. Her diçe soz û peyva mêran xurtir dibe û di nav xwe de tifaqekê ava dikin. Di nav vê tifaqê de şaman, rîspî û fermandar hene. Bi vî rengî hemû hêz dikeve destê wan. Jixwe di binyada dewletan de jî hêz heye. Hêz bi şer û pevçûnan zêde dibe û xwe diyar dike. Dewlet têra xwe mêrane ye û li ser vê esasê xwe ava kiriye.

Peresgehên Rahîbên Sumerî wek prototîpa dewletê tê qebûlkirin. Ev peresgeh li ser kelepora civaka xwezayî xwe ava dikin. Ji ber zêdebûna gelheyê, hewcedariya zêde ya hilberînê, geşedanên teknîkî, şert û mercên guncav divê sîstemeke nû ya civakî bihata înşakirin. Bi hostatiya rahîban li hewza Dijle û Feradê bi teknîkên avdanê sîstemeke nû ya hilberîne hate afirandin. Dewletê li ser van hîman xwe saz kir. Bi sazî û dezgehan, bi qural û qeydeyan, bi destdanîna ser hemû keleporên civakê xwe mezin kir.

Desthilatdar ji bo desthilatdariya xwe li hemû civakê bidin qebûlkirin û xwe sazûman bikin dewletê wekî navgînekê bi kar tînin. Hundirê hemû sazî û dezgehên ku dewletê pêk tînin, li gor berjewendiyên xwe dadigrin. Yanî îktîdar formeke li ser dewletê ye.

Ji roja ku derketiye heya îro dewlet xwedî feraseteke stemkar û zordest e. Ev yek karektera wî ya sereke ye. Ev stemkarî û zordestî li ser jinê û li ser xwezayê bi awayekî aşkera derdikeve pêşiya me. Dixwaze wekî her tiştî jin û xwezayê jî di bin kontrola xwe de bigre. Civakê ji heqîqeta xwe bêpar dihêle û xwezayê li gor berjewendiyên xwe tarûmar dike. Ev hemû kirin û sepan tenduristiya gel xera dike li ber êş û nexweşiyan vedike.

Desthilatdarî di qada tenduristiyê de jî gihêştiye asteke bilind û her diçe pêwendiyên komînal dihelîne û tune dike. Gava plansazî û polîtikayên tenduristiyê tên çêkirin ji rastiya gel zêdetir berjewendiyên desthilatdariyê esas tên girtin. Her rêvebir û rayedar xwe wekî desthilatdar dibîne û li gorî wê ferasetê têkiliyan datîne. Ev feraset pirsgirêkên heyî hîn zêdetir dike û rê li ber çareseriyan digre. Pergala ku li ser esasa desthilatdariyê hatiye avakirin dij-mirovahî û dij-xwezahî ye. Divê li hemberî wê pergaleke demokratîk, xwezaparêz û wekheviya zayendan esas digre, bê avakirin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Dr. Felat Artos

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Felsefeya Avabûna PJAK’ê’

Nivîsa Pêş

TAYBET- Li Farqînê hêzên dewleta Tirk ên dagirker di nava heftiyekê de 5 caran hatin lêxistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET- Li Farqînê hêzên dewleta Tirk ên dagirker di nava heftiyekê de 5 caran hatin lêxistin

TAYBET- Li Farqînê hêzên dewleta Tirk ên dagirker di nava heftiyekê de 5 caran hatin lêxistin

Ciwanên Artemêtan û Tuşba 4’ê Nîsanê pîroz kir

Ciwanên Artemêtan û Tuşba 4'ê Nîsanê pîroz kir

Manşet

  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kibbutz çi ye û çawa dikare li Kurdistanê were zindîkirin?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.