Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Plansaziya taybet a kontra yê MÎT û KDP’ê li Başurê Kurdistanê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/02/2019 - 14:26
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Plansaziya taybet a kontra yê MÎT û KDP’ê li Başurê Kurdistanê
ParvekeTweet

Piştî serhildana Şêladizê, PDK û dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji bo ku PKK’ê û gelê Başûrê Kurdistanê bîne pêşberî hev, plansaziya avakirina yekîneyên kontrol yên taybet sazkar kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî baregehên leşkerî ên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û li dijî êrîşan, lîstikên şerê taybet ên PDK’ê û MÎT’a Tirk berdewam dikin.

Gelê Başûr 26’ê Çile rabûbû serhildanê, ketibû baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a  Sirê ya li Amediyê ya Duhokê û helwesta xwe ya dijî dagirkirinê nîşan dabû.

Piştî serhildanê PDK’ê û MÎT’ê li dijî gelê ku rabûbû serhildanê, bi gefxwarin, destgîrkirin û êrîşan dest bi lîstika şerê taybet kir.

Beriya niha di nûçeyeke ANF’ê de derketibû holê PDK û MÎT’a Tirk a li herêmê li dijî Tevgera Azadiya Kurd li ser lîstikeke nû ya gemarî dilîzin. PDK û MÎT piştî ku ji destgîrkirina bi sedan kesî, bi zorê axaftina ciwanan û gel û parvekirina dîmenên wan ên li ser tora medyaya civakî ti encam nestandî, niha jî gefê li hin êlên Şêladizê, Amediyê û Dêralokê dixwe. Hatibû gotin eşîrên ku gef li wan hatî xwarin, ji bo ku tevlî meşa li dijî gerîlayên azadiya Kurd bibin zor li wan hatiye kirin û bi zorê wê wan ji malên wan bibin meşê. Her wiha derketibû holê pêşmergeyên PDK’ê ku derketibûn televizyonên PDK’ê, bi rengekî sivîl antîpropagandaya PKK’ê kiribûn.

MÎT Û PDK NIHA JÎ DEST BI LÎSTIKÊN NÛ DIKE

Li gorî hin agahiyên ku ji  jêderên pêbawer hatine standin, piştî serhildana Şêladizê, PKD û dewleta Tirk dixwaze weke ku Tevgera Azadiya Kurd li dijî gelê Başûrê Kurdistanê xwedêgiravî zext û êrîş kiribe, nîşan bide. Ji bo vê jî plansaziya avakirina kontrayên taybet hatiye sazkirin. Li gorî plansaziyê ev yekîneye her yekê we ji 10 kesan werin pêkanîn. Bi taybetî wê ji kesên Bakurê Kurdistanê û kesên ku ji Tevgera Azadiyê reviyane werin hilbijartin. Ev kom wê kincên gerîla li xwe bikin, li gundan zext û zordariyê li gel bikin. Tê gotin bi taybetî li qadên Behdînan û Zapê ev kom hatin avakirin. Ev kes li Zaxo û Duhokê ji kesên ku bi PDK’ê re tevdigerin û kesên ku berê ji Tevgera Azadiyê reviyane û bi asta rêveberiyê cih girtine, hatine hilbijartin. Bi vî rengî PDK û MÎT dixwaze gelê Behdînanê li dijî PKK’ê sor bike, dixwaze PKK’ê û gelê Kurdistanê bîne pêşberî hev.

Dewleta Tirk demên bihurî, nexasim salên 90’î li Bakurê Kurdistanê xebatên kontra kiribû, bi hezaran Kurd kuştibûn. Lê li gel van hemû hewldanên dewleta Tirk jî, gelê Bakurê Kurdistanê ji têkoşîna azadiyê qut nebûbûn.

Dewleta Tirk niha jî dixwaze bi destê PDK’ê û MÎT’ê van xebatên kontrgerîla li herêmên Başûrê Kurdistanê bike,Tevgera Azadiyê qels bike û bi gel re bîne pêşberî hev. Lê di serhildana Şêladizê de xuya bû, gel dixwaze leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûr derkevin, ne ku gerîlayên PKK’ê.

Çavkanî: Erdem Herekol/ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK ji bo sersaxiya Mela Abdulkerîm Şarbajarî daxuyaniyek da

Nivîsa Pêş

Civîna dagirkirina Rojava ya Hulusî Akar û Mesrûr Barzanî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Civîna dagirkirina Rojava ya Hulusî Akar û Mesrûr Barzanî

Civîna dagirkirina Rojava ya Hulusî Akar û Mesrûr Barzanî

Ciwanên Çepgir li Tebqa’yê belavok ji bo biratiya gelan belavok belav kir

Ciwanên Çepgir li Tebqa'yê belavok ji bo biratiya gelan belavok belav kir

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.