Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG nasnameya du şehîdên ku ji Roboskî’ne eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/01/2019 - 12:37
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG nasnameya du şehîdên ku ji Roboskî’ne eşkere kir
ParvekeTweet

HPG nasnameya du şehîdên ku hizmê hevin û ji Roboskî’ne eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd ên ji Roboskê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser hîmê têkoşîna bêrawest a milîtanên wê yên fedaî û qehreman û li ser hîmê nirxên ku derxistiye holê, îro gelê me serdema herî nêzî azadiyê dijî. Dewleta mêtinger a TC’ê ku çavnebariyê li vê dike, çi tiştekî ku xwemalî Kurdan hebe dixwaze ji holê rake û êrîşên xwe yên bi armanca tinekirinê didomîne. Di vê pêvajoya berxwedanê de, ciwanên herî birûmet û bijarte ku li dijî vê zilm û komkujiya dewleta TC’ê ya ku ji bo gelê me rewa dibîne, çareseriyê di xurtkirina refên gerîlda de dibînin û tevlî nav Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibin.

Em hevalên xwe Zîlan (Velîde Encu) û Harûn (Nurullah Encu) ku li dijî pergala ku dixwaze  Kurdan bike kole û dilê wan bêhîs bike, ji bo rûmeta mirovahiyê bidin jiyîn ku ji Roboskê tevlî nav refên gerîla bûbûn û dema ku di têkoşîna hesabpirsînê de bûn, şehîd bûn, bi hurmet bi bîr tînin.

Herdu hevrêyên me jî ku li Roboskî di nav malbateke welatparêz de hatin dinê, ji bo ku hesabên komkujiyan bipirsin û bîranînên şehîdan bidin jiyîn tevlî nav refên gerîla bûne. Ev du hevrêyên me ku dema di nav refên gerîla de bûn, bi fedekariyê û her demê bi hêrsa li dijî dijmin tije, netenê hevrêyên têkoşînê bûn, her wiha xizmên hev jî bûn.

Hevrê Zîlan hê di temenê xwe yê ciwan de zehmetiyên jiyanê nas kiriye, lê li gel  hemû dijwariyan jî heq ji jiyanê derketiye. Hevrê Zîlan tecrûbeya ku di derdora welatparêz de bi teşe bûbû, salên zanîngehê ev veguherandiye zanîneke îdeolojîk û li ser vê bingehê, li gelek qadan xebat kiriye û piştî demekê dibîne ku tenê li diyarên wan û bi têkoşînê dikare li mîrateya şehîdan xwedî derkeve û tevlî nav refên gerîla dibe. Navê Zîlan (Saniye Encu) ku beriya wê tevlî nav refên gerîla bûbû li xwe dike û dixwaze bibe şopdarê rêça Zîlan a bûyî dastan. Bi vê armancê dema li nav refên gerîla, gelek kedê dide û bi pêş dikeve. Hevrê Zîlan her dem li ser hîmê felsefeya jiyana azad a Rêber Apo xwe perwerde dike, weke milîtaneke ku di Xeta Jina Azad de kûr bûyî, jiyana xwe didomîne. Hevrê Zîlan ku li Qadên Parastinê yên Medyayê bi peywirên girîng radibe her wiha li idjî faşîzma DAÎŞ’ê jî, li qadên Mexmûr û Kerkûkê têdikoşe. Lê dilê wê her car li ser wê bû ku li xaka Botanê ku lê jidayik bûbû û mezin bûbû, ji dijmin hesab bipirse. Li ser vê bingehê berê xwe dide Botanê ya ku warê Adil, Nûsa û Gulbaharan e. Bi coşiyeke mezin dema ku di nav wê têkoşînê bû ku ji dijmin hesab bipirse, 1’ê Tîrmeha 2017’an li Bestayê ne nexweşiyekê şehîd dibe.

Heval Harûn jî hê di zaroktiya xwe dikeve ber bandora têkoşîna gerîla û bi guhdarîkirina çîrokên li ser zimanan ên gerîlayên Botanê, Rêber Apo û PKK’ê nas dike. Heval Harûn ku di demeke kurt de ramanên Rêber Apo rewa dike, û dibe şahidê komkujiya dijminê mêtinger ê li ser gelê herêmê, dixwaze li ser rêça xaltiya xwe Zîlan (Velîde Enu) bimeşe û tevlî nav gerîla dibe. Jîrbûna wî, karakterê wî yê li bêjingê dixe û daxwaza pêşketina ji hêla leşkerî ve, wî di demeke kurt de dike dike gerîlayeî serkeftî û van xususiyetên xwe bi bi ramanên Rêber Apo zexm dike û dike ku hemû heval jê hez bikin. Hevrê Harûn ku bi kesayatiya xwe ya gihayî li ser xeta jiyana azaad kûr bûyî û her demê felsefeya, ”ji bo jiyana mezin divê armancên te yên mezin hebin” ji bo xwe esas dîtî 13’ê Tebaxa2018’an di êrîşa dijmin de ya bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de tevlî nav karwanê şehîdan dibe.

Em hevrêyên xwe Zîlan û Harûn ku çanda berxwedêr a gelê Roboskê a ku ti caran li ber mêtingerî û zexta dijmin serê xwe netewandine, bi rêça Apogerî strandin, her wiha helwesta fedaî ya ciwanên Kurd her dem di karakterên xwe de berbiçav kirin bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di şexsê malbata Encû ya hêja de, em sersaxiyê didine gelê Roboskê û Kurdistanê yê welatparêz. Em doz didin ku em ê xeyalên ”Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad” veguherînin ser rastiyê û alaya serfiraziyê ya ku wan dewr kiriye li ezmanan li ba bikin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Agahiyên têkildarî nasnameyên şehîdan wiha ye;

Nasnav:  Zîlan Rûken Roboskî
Nav û Paşnav: Velîde Encu
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Feyrûz – Fevzî
Cih û Demê Şehadetê: Besta / 1’ê Tîrmeha 2017’an

Zîlan – Velîde Encu

Nasnav:  Harûn Roboskî
Nav û Paşnav: Nûrûllah Encu
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Sûzan – Serbest
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê / 13’ê Tebaxa 2018’an

Harûn – Nûrûllah Encû

http://hpgsehit.com/images/stories/videos/2017/zilan_velide_encu.mp4

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamên Kordînasyona Komalên Ciwan; ”Em derkevin qadan û berxwedanê bilindtir bikin”

Nivîsa Pêş

Li Amed’ê bi hezaran kes diherikin qada mîtîngê-NÛ BÛ

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Amed’ê bi hezaran kes diherikin qada mîtîngê-NÛ BÛ

Li Amed'ê bi hezaran kes diherikin qada mîtîngê-NÛ BÛ

LEZGÎN- Dagirkeriya dewleta Tirk gundê Soxankê yê Efrînê topbaran dike

LEZGÎN-Li Efrîn'ê Teqîn! Kuştî û Birîndar hene

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.