Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/07/2018 - 11:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya 14’ê Tîrmehê gerîlayên bi navê Delîl, Hamza û Zanyar li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“TC a dagirker ku li Kurdistanê di şerê topyekûn de li hemberî hêzên me yên gerîla dike nake nikare bi ser bikeve, bi hemû derfetên dewletê êrîş dike. Dijminê dagirker ev 3 sal in di êrîşên xwe de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê teknîk û bombeyên ku di şerê navbera dewletan de tên bikaranîn, li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tîne. Tevî vê yekê jî dewleta TC a dagirker li hemberî gerîlayên Kurdistanê nikare encama dixwaze bi dest bixe, lewma dîn û har dibe û hîn bi hovane êrîş dike. Hêzên dagirker ên ji bejahî ve nikarin li dijî hêzên me yên gerîla şer bikin, hewl didin bi êrîşên hewayî encamekê bi dest bixin. Ji ber êrîşên hewayî 14’ê Tîrmehê li gundê Sîda yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalên me Delîl Karakoçan, Zanyar Tendurek û Hamza Têkoşîn şehîd bûn.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Delîl Karakoçan
Nav paşnav: Hasan Çakmak
Cihê jidayikbûnê: Xarpêt
Dayik-Bav: Kîbar-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmê Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Hamza Têkoşîn
Nav paşnav: Salar Ahmet Xalit
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Şadiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmê Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Zanyar Tendurek
Nav paşnav: Mucahît Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Husniye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmê Parastinê yên Medyayê

DELÎL KARAKOÇAN

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevalê me Delîl Karakoçan sala 1962’an li navçeya Depê ya Xarpêtê ji dayik bû. Destpêka salên 1980’î neçar ma bi malbata xwe re koçî Elmanyayê bike. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê, hevalê me Delîl ê xwedî hestên mezin ên welatparêziyê, nekarî xwe li jiyana li Ewropayê rabigire û sala 1988’an Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Hevalê me Delîl, têkoşîna azadiyê weke cihê xwegihandina nirxên xwe dît û pê re bû yek. Sala 1992’an berê xwe da welêt û tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Delîl 26 salên xwe yên gerîlatiyê li çiyayên Zagrosê debas kir û bû gerîla û fermandarekî gerîla yê bi Zagrosan re bû yek. Di dema herî giran a şer de bi berpirsyariyeke mezin tevlî kar bû û di pîvanên hevrêtiyê de bû hevalekî me yê mînak. Tevî emrê xwe yê dirêj jî, li nava şert û mercên dijwar ên Zagrosan bi kedkarî û fedakarî tevlî pratîkê bû û bû mînakeke şênber a rastiya PKK’ê ku partiyeke kedkar e. Ji pîvanên milîtaniyê tawîz neda, tevî zor û zehmetiyan jî pê bawer kir ku divê di asta herî bilind de li dijî dijmin têkoşîn bê dayin û her tim li ser vê bingehê tevlî bû. Keda hevalê Delîl li ser bi hezaran hevrêyên me hene. Hestên xwe yên welatparêziyê û kesayeta xwe ya dilnizm kir yek û bi awayekî bê eman tevlî bû. li herêma Zagrosê têkiliyeke xurt bi gelê me yê Başûrê Kurdistanê re danî û ji aliyê gelê herêmê ve dihate naskirin. Li gel emrê xwe yê dirêj jî li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir û bi vê yekê re bû Şoreşgerekî Kurdistanê ku ji aliyê gelê me ve bi rêzdarî tê pêşwazîkirin. Sekn li hevalê me Delîl nedibû. Bi gerîlatiya xwe ya bi salan, bû yek ji hevrêyên me ku di nava Şoreşa Kurdistanê de kedeke xwe ya mezin heye. Wê her tim bi vî rengî were bîranîn û weke hevalekî mînak bê dîtin.

ZANYAR Û HAMZA

Hevalên me Zanyar û Hamza jî bi dilê xwe yê ciwan di dema herî giran a şer de tevlî nava refên gerîla bûn û li dijî êrîşên dijmin di asta herî bilind de bi erk û wezîfeyên welatparêziyê rabûn. Tevî hevalê Delîl bi fedakariyeke mezin kar kirin û bûn neferên Şoreşa Kurdistanê ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye yek.

Ji ber şehadeta wan, em ji malbatên hêja yên her sê hevalên xwe û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku bi awayekî herî xurt em ê xwedî li mîrateya şoreşê derkevin ku şehîdên me yên leheng ji me re hiştine.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Emê bi xwîna xwe şeveqa sor a serxwebûna kurd hildin

Nivîsa Pêş

Li Efrînê 12 dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Li Efrînê 12 dagirker hatin kuştin

Ciwanekî Filistînî ku bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî Filistînî ku bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Gerîlla û Rastiya Jiyanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.