Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

15 leşkerên Tirk û kontrayek hatin kuştin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/06/2018 - 15:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan
ParvekeTweet

Gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê, Amed, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk û kontrayek hate kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên ji 29’ê Gulanê heta 3’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 3’ê Hezîranê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên xurt kirin. Li gorî vê yekê;

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me saet 03:00 li dijî leşkerên dagirker ên li dora Qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketin operasyonê li girê Şikêre Reş çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 15:20’î, li dijî yekîneyeke heman operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên dagirker piştî çalakiyê termên xwe û leşkerên xwe yên birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skosky ji herêmê rakirin.

LI BEZELÊYÊ LI YEKÎNEYA LEŞKERÎ HATE XISTIN: 4 MIRÎ, 3 BIRÎNDAR

Hêzên me yên YJA Starê saet 17:40’î, li mintiqeya Boxaza Çeta ya li herêma Bezelê ya Şemzînanê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li stargeheke yekîneya dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker obus û hawan piştî çalakiyê avêtin herêmê.

Saet 05:30’î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî 3u birîndar nehate zelakirin.

3 LEŞKERÊN TIRK LI BRADOSTÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 08:30’î li dagirkerên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê xistin. Ji cihekî nêz ve derb li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

DU ÇALAKIYÊN LI DIHÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 3’ê Hezîranê saet 17’an li girê qereqola Şuxa ya navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 17’an di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li nêzî gundê Eskî Erûh a Dihê, çalakiyeke sabotajê li stasyoneke bazê kirin. Di encamê de stasyona bazê hate rûxandin.

LI ŞIRNEX Û AMEDÊ DI ÇALAKIYAN DE 6 LEŞKER Û KONTRAYEK HATIN KUŞTIN

2’ê Hezîranê, artêşa TC a dagirker li qada Çemê Xeçkê yê navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 3’ê Hezîranê saet 08:15’an li nêzî geliyê Gosini li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin. Operasyon 3’ê Hezîranê bi rengekî bê encam qediya.

29’ê Gulanê saet 13’an, hêzên me dest danîn ser qemyoneke ku malzeme ji qereqola Hegasor a li navçeya Hênê ya Amedê re dibir. Ajokarê qemyonê jî piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate hişyarkirin, hate berdan. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin. 30’ê Gulanê operasyon ber bi qada Apê Mûsa ya Licê ve berfireh bû û heman rojê saet 19:30’î li dijî yekîneyeke dijmin çalakî hate kirin. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayek û 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand û mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorksy ji herêmê rakir. Operasyona roja 31’ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya.

31’ê Gulanê saet 09.30’î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li ser rêya navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê kontrola rê dikir, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin ukştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê rêya navbera Licê û Hênê li trafîkê girt û dest bi operasyonê kir. Operasyon 2’ê Hezîranê bi awayekî bê encam qediya.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên li eyaleta Avaşînê hatin pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Li Bradostê teqîn, li Şemzînanê jî çalakiya Gerîla, kuştî û birîndar hene

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Bradostê teqîn, li Şemzînanê jî çalakiya Gerîla, kuştî û birîndar hene

Li Bradostê teqîn, li Şemzînanê jî çalakiya Gerîla, kuştî û birîndar hene

Li Bûloyê faşîstan êrîşî avahiya HDP’ê kirin

Li Bûloyê faşîstan êrîşî avahiya HDP'ê kirin

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.