NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Rêber APO di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediyaye. Ev hevdîtin, civîna destpêka entegrasyonê ye.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mithat Sancar, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Rêber APO re di Îlke TV’yê de axivî. Sancar diyar kir ku Rêber APO ji şandeyê re wiha gotiye: “Ev hevdîtin, civîna destpêka entegrasyonê ye.”
Sancar der barê hevdîtinê de ev tişt gotin: “Civîn nêzîkî 3 saetan dom kir. Hinekî 3 saetan derbas kir. Civîneke tijî bû. Ji xwe Rêber APO ji berê ve rojevên xwe diyar dike. Ew bi gelemperî mijarên ku em ê nîqaş bikin bi 10 xalan destnîşan dike û civîn di wê çarçoveyê de berdewam dike. Civîneke girîng bû. Rêber APO got, ‘Ev civîn têketina entegrasyona demokratîk e’. Piştre vegot. Dema ku serdema 16 mehan pêvajoyê bi kurtî nirxand, got, ‘Qonaxa yekem bi dawî bû. Qonaxa yekem bi biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî û têkoşîna çekdarî ve girêdayî bû. Esasê qonaxa yekem fesixkirina PKK’ê û danîna çekan bû. Ev biryarek stratejîk e’. Pir caran vê îfadeyê, hem ji bo xwe û hem jî ji bo rêxistinê bi kar tîne. Rêber APO got, ‘Ev di aliyê min de biryareke stratejîk e’. Rêber APO got, ‘Me di qonaxa yekem de ji bo vê yekê gavên girîng avêtin.’ Rêber APO got, ‘Em derbasî qonaxa duyemîn bûne û em ê li ser aliyê entegrasyonê ku mijara herî girîng a vê qonaxa duyemîn e nîqaş bikin. Em ê vê bi we re nîqaş bikin’. Axaftin wiha dest pê kir. Kêm û zêde di vê çarçoveyê de berdewam kir. Wî li ser rêya giştî ya ku divê di qonaxa duyemîn de were şopandin nîqaş kir.”

