ENQERE – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Rêber APO ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Rêber APO re hevdîtinê pêk bîne danê sibehê çûbû Girava Îmraliyê. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Rêber APO ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Tê payîn ku heyet der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Rêber APO re, daxuyaniyê bide.


