BERLÎN – Li paytexta Almanyayê Berlin, gelê Kurd û dostên wan di 27emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di 15ê Şubatê 1999’an de li dijî Rêber APO hate kirin de derketin qadan. Meş di pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) de li Oranienplatzê dest pê kir.
Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Rojava re Statu” , “Freedom for Öcalan”, “Freiheit für Öcalan – Status für Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin bilind kirin. Beşdar bi pankart û nivîsên xwe gazî raya giştî ya navneteweyî kirin û daxwaza rawestandina êrîşên li ser Rojava kirin.
Di çalakiya de, ciwanên TCŞ’ê pankartek bi nivîsa “Freedom for Öcalan” li ser avahiyekê daliqandin û bi vî awayî helwesta ciwanan ya bi biryar nîşan dan.
Meşa ku bi pêşengiya ciwanan hat lidarxistin, piştî gihîştina Hermannplatzê bi dirûşm û peyamên hevaltiyê bi dawî bû. Li Berlînê, ciwanan careke din biryara xwe ya mezin kirina têkoşînê û bilindkirina daxwaza azadîyê nîşan da.



