HESEKÊ – Li Hesekê, ciwanan di 27emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de meşek lidar xistin. Ciwanan bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo” kom bûn, komployê şermezar kirin û azadiya fîzîkî ya wî xwestin.
Di tevahiya meşê de, ciwanan dirûşme qîr kirin û tekez kirin ku 15ê Sibatê êrîşeke navneteweyî li dijî gelê Kurd bû. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn e.
Çalakî piştî dirûşme û axaftinan bi dawî bû.

