NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên Apoyî û PAJK’ê têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Hêzên komploger dest ji planên xwe bernedane. Lewma divê li her derê em li dijî mantiq û planên van hêzên komploger, bi hestiyar bin û di nava çalakiyan de bin.”
Li ser navê Girtiyên Apoyî û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê tên ragirtin, Denîz Kaya daxuyanî da û hêzên tarî yên di Komploya 15’ê Sibatê de cih girtine, şermezar kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “15’ê Sibata 1999’an di şexsê Rêbertiya me de li dijî gel û tevgera me li çapa navneteweyî komplo hate rêxistinkirin. Ev komplo êrîşeke qirkirinê bû ku nexwest hêviyeke biçûk jî li holê bihêle. Ji bo pûçkirina komploya navneteweyî ya ku pêşbînî dikir gelên Anadolû û Mezopotamyayê li dijî hev sor bike, Rêbertiya me ked û hewldaneke bêhempa raber kir û nehişt hêzên komploger bigihijin armanca xwe. Di serî de Halît Oral, Aynur Artan û Selamet Menteş bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêbertiya me xeleka ji agir çêkirin û darbeya ewilî ya herî xurt li mantiqê hêzên komploger xistin. Bi milyonan kesî bi gotina ‘yan em ê bibin topa agir û bi Rêbertiya xwe re azad bijîn, yan jî em ê qet jiyan nekin’ qîr kirin û bi Rêbertiya me re bûn yek.
Rêbertiya me mantiqê sîstema şaristaniyê ji kûrahî ve çareser kir û nîşanî her kesê dost û dijmin da ku divê çawa li dijî hêzên komploger berxwedan were raberkirin. Tarzekî welê esas girt ku Girava Îmraliyê ji bo avakirina yekîtiya stratejîk a gelên Anadolû û Mezopotamyayê veguherand baregeheke sereke û ev tarz bi her kesê da qebûlkirin. Îro jî heman hêzan li dijî hemleya çareseriya demokratîk û aştiyê ya ji aliyê Rêbertiya me ve hatî destpêkirin, plana komployeke nû xistin dewrê ku di şexsê Rojava de şerê Kurd û Ereban armanc kir. Hem hewldana Rêbertiya me ya li Îmraliyê, hem jî biryara berxwedana topyekûn a gel û tevgera me, ev plan di rêjeke mezin de vale derxist. Hêzên komploger dest ji planên xwe bernedane. Lewma divê li her derê em li dijî mantiq û planên van hêzên komploger, bi hestiyar bin û di nava çalakiyan de bin.
Em hemû hêzên tarî yên di komploya navneteweyî de cih girtine, bi kîn û nefretek mezin şermezar dikin. Di şexsê hevalên me Halît Oral, Aynur Artan û Selamet Menteş de ku di dema komployê de bedena xwe dan ber agir û ji bo pûçkirina komployê bi rola pêşengiyê rabûn, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin.”


