BERLÎN – Li Berlîna paytexta Almanya, bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer), meclîsa jinan a Dest-Dan û Nav-Berlînê, li ber Deriyê Brandenburgê meşek li dijî êrîşên DAIŞ, HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de êrîş hatin şermezarkirin û peyama hevgirtinê bi gelê Rojava re hate dayîn.
Di meşa ku saet 5ê êvarê dest pê kir de, daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn û hate gotin ku heta ku bombebaran li ser Rojava bi dawî nebe, xwepêşandan dê berdewam bikin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku êrîşên li ser Rojava tavilê bi dawî bibin û hate destnîşankirin ku pêwîst e hikûmeta Almanya helwest bigire û statuya Rojava bi fermî nas bike.
Beşdarên ku di çalakiyê de axivîn diyar kirin ku gelê Kurdistanê û dostên wan dê li kêleka Rojava bin. Di meşê de, ku ciwanan beşdariyeke mezin dît, hate destnîşankirin ku jiyana demokratîk, piralî û azad a li Rojava tê avakirin tê hedefgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî – Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin qîrîn.


