COLEMÊRG – Li taxa Ormanê ya navçeya Gever a Colemergê, Ciwanên Welatparêz ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan li gelek deverên taxê agir pêxistin, rêyan girtin û rê nedan wesayîtên zirxî yên polîsan bikevin hundir. Li ser hewldanên polîsan bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan.
Çalakiyên ciwanan dewam dikin.


