NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Binarê Qendîlê li ser êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava ji Ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn. Ciwanên Binarê Qendîlê diyar kirin ku êrîş û sûcên şer ên li ser Rojava nayên qebûlkirin, van êrîşan şermezar kirin û bang li hemû gel û ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî wan bibin yek û seferber bibin.
Her wiha, ciwanên Binarê Qendîlê diyar kirin ku ew li kêleka gelê Rojava ne, peyamên hevgirtinê bi gelê Rojava re radigihînin û banga seferberiyê li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê dikin û gotin ku ew wekî ciwanên Binarê Qendîlê amade ne ku hemû berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.



