MUNSTER – Kurdên ku bi rojan e çalakî û meşên xwe didomînin, di roja 6emîn a xwepêşandanên xwe de jî kolanan terk nekirin. Li bajarê Münster ê Almanya bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava daketin kolanan.
Xwepêşandan, ku ji aliyê Ciwanên TCŞ Münster, Tevgera Jinan, Meclîsa Herêmî û dostên Kurd ên navneteweyî ve dihat birêvebirin, li ber Îstasyona Trenê ya Navendî (HBF) dest pê kir. Beşdarbûneke mezin di xwepêşandanê de çêbû, ku ciwan û jin roleke pêşeng lîstin.
Di destpêka xwepêşandanê de, jinên ciwan ji bo protestokirina êrîşên nemirovane yên li dijî şervanên jin ên Kurd li Rojava porê hevdu bi gûzan girêdan. Piştî deqeyek bêdengiyê, xwepêşandan bi meşek ji HBF heta Ludgeriplatzê dewam kir.
Di daxuyaniyên li Ludgeriplatzê, ku yek ji xalên herî qerebalix ên bajêr e, hatin kirin de, hat tekez kirin ku heta ku êrîş berdewam bikin, gelê Kurd dê her tim li kolanan be û hevgirtina xwe bi Rojava re xurt bike. Piştî demek kurt, girse di navenda bajêr re ber bi HBF ve meşiya, ku li wir xwepêşandan bi dawî bû.
Di tevahiya meşê de timî dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yeke yekê gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya ku di dawiya çalakiyê de hat dayîn de hat gotin ku ew ê roja Sêşemê 27ê Çileya 2026an, saet 18:00an de dîsa li ber HBFê bicivin û bang li hemû aliyên peywendîdar hat kirin ku beşdar bibin.


