MÊRDÎN – Li Qoserê ya Mêrdînê, gel bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava yên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, daketin kolanan. Ciwanan hemû kolan û rêyên Qoserê veguherandin qadên berxwedanê yên Rojava, li gelek cihan agir pêxistin û trafîkê asteng kirin. Gel jî bi dirûşmeyan, hem bi wesayîtan û hem jî bi peyatî, êrîşan protesto kir.
Xwepêşandan her ku diçe berfirehtir dibin û berdewam dikin.



