DÊRÎK – Ji bo parastina Rojavaye, rêxistinên Kurd, dost û enternasyonalîst rojên di navbera 25ê çileyê û 1ê sibatê de wekî Rojên Navnetewî yên ji bo Parastina Rojavaye ragihandin. Ev çalakî di seranserê cihanê de bên lidarxistin û bi imzakirina 183 rêxistinên cuda bangawaziya wan hate kirin. Armanca wan balkişandina li ser şûçên li dijî Rojavaye yên Huqumeta Demkî yê Şamê û Çeteyên Tirk û daxwaza naskirina statutê Rojavaye kirinê ye. Ev rojên çalakî li 25ê çileyê bi salvegera rojê rizgariya Kobanê re dest pê kirin ê her roj bi çalakiyên cûr bi cûr bidominin. Di 31ê çileyê de jî hat xwestin li ser navê “Jin Rojavayê diparêzin” mêş û çalakîyên ji bo parastina Şoreşa Jinan taybet bên kirin.
Ciwanên Dêriîkê jî ji bo tevlîbûna wan rojên çalakîye bangawazî dikin û dibêjin “bila hemû gelê me yê Rojava, Rojhilat, Bakur, Başûr û Ewropaye derkevin çalakî bikin. Em hemû ciwan yek in û divê em ê bi hev re parastina vî welatê û vî axê bikin. Em ê tola şehîdên xwe rakin û em ji axa xwe û welatê xwe bernadin”.



