Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD: Em Soza Xwe Ya Ji Bo Parastina Azadiyê Dubare Dikin

Edîtor: Nucan Serdoz
26/01/2026 - 12:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê got, “Serketina beriya bi 11 salan hate bidestxistin ji bo parastina azadiyê, parastina destketiyên şehîdan û avakirina paşerojeke demokratîk û bi ewle ya ji bo gelên Sûriyeyê sozeke nû ye.”

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi boneya salvgera 11`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Salvegera 11`mîn a rizgarkirina Kobanê ji rêxistina terorîst a DAIŞ`ê yek ji kêliyên herî girîng ên dîroka têkoşîna li dijî terorîzma cîhanî ye. Ev serkeftina dîrokî destpêka hilweşîna rastîn a rêxistina terorîst a herî xeternak û hovane ye ku cîhana nûjen heya niha nas kiriye nîşan da û rastiyeke mayînde destnîşan kir ku îradeya gelên azad û rêxistinkirî, tevî hemû zehmetiyan jî dikare projeyên tarîtî û hovîtiyê têk bibe.

Cenga Kobanê cengeke çarenûsî bû. Ew ne tenê parastina bajarekî bû, lê parastina nirxên mirovî û mafê gelan ê jiyan, azadî û rûmetê bû. Di kêliyeke dîrokî ya girîng de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî projeyeke qirkirinê ya sîstematîk rawestiyan û rê li ber rizgarkirina deverên berfireh ên Sûriyeyê vekirin û dawî li berfirehbûna wê ya xwînî ya li herêmê anîn.

Bi vê boneyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rêz û hurmeteke mezin şehîdên cenga Kobanê û hemû şehîdên şerê li dijî DAIŞ`ê bi bîr tîne, yên ku jiyana xwe ji bo parastina azadî, rûmet û jiyana hevbeş feda kirine. Her wiha şervanên xwe, hem jin û hem jî mêr, yên ku barê vê pevçûna dîrokî hilgirtine, silav dike.

Serkeftina li Kobanê bê guman îspat kir ku DAIŞ ne tenê rêxistineke leşkerî bû, lê projeyeke tarî ya dersînorî bû li dijî mirovahiyê, nirxên wê û siberojê. Têkçûna wê li Kobanê ne tenê têkçûneke leşkerî bû, lê di heman demê de têkçûneke ramyarî û exlaqî bû ku bingehên wê hilweşand û hişmendiya wê ya li ser bingeha teror û tirsê şikand. Bi vî awayî, Kobanê destpêka rastîn a dawiya DAIŞ`ê bû, û peyameke mezin ji bo cîhanê bû ku tundrewî nikare li hember îradeya gelên azad bisekine.

Îro, 11 sal piştî wê serkeftina dîrokî, bajarê Kobanê careke din rastî êriş, dorpêçkirin û zexteke bênavber tê, ev yek hewldaneke aşkera ji bo têkbirina îradeya gelê wê û aramiya ku bi qurbaniyên mezin hatiye bidestxistin. Êrişkirina ser Kobanê îro êrişeke rasterast li ser sembola serkeftina li dijî DAIŞ`ê ye, hewldaneke ji bo tolhildanê li ser bajarekî ku projeya wê DAIŞ`ê têk biriye, û parçeyek ji hewldanên têkbirina projeya aramiyê û vekirina deriyên kaos û vegera terorîzmê ye.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriyeyaa Demokratîk (QSD) radigihîne ku dîsa pabendî berdewamiya şerê li dijî DAIŞ`ê ye û em hişyarî didin ku her rewşeke bêaramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe gefek li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî, û derfetên rastîn ji rêxistinên terorîst re peyda dike ku ji nû ve kom bibin û çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.

Bi vê boneyê, Fermandariya Giştî ya QSD`ê peyamek zelal û aşkera ji civata navneteweyî re dişîne, ew jî ew e ku parastina destkeftiyên serkeftina li hember DAIŞ`ê û pêkanîna ewlehî û aramiya herêmên ku di vî şerî de bedelên giran dane ne vebijêrkeke siyasî ye, lê berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî ya hevbeş e. Bêdengiya li ser rewşa li Kobanê ne li gorî qurbaniyên ku ji bo têkbirina terorîzmê hatine dayîn e û hewldanên navneteweyî yên têkoşîna li dijî terorîzmê têk dibe.

Di dawiyê de em wek QSD diyar dikin ku Kobanê dê her wek sembolek domdar a berxwedanê bimîne û serkeftina ku berî 11 salan bi dest ketiye ne tenê bîranînek e ku were bibîranîn, lê sozeke nû ye ji bo parastina azadiyê, parastina destkeftiyên şehîdan û avakirina siberojeke ewle û demokratîk ji bo hemû gelên Sûriyeyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ: Em Li Dora Destketiyên Xwe Yên Şoreşê Bibin Yek

Nivîsa Pêş

Li Qamîşloyê Ji 7 Heta 70 Salî Di Seferberiyê De Ne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Qamîşloyê Ji 7 Heta 70 Salî Di Seferberiyê De Ne

Li Qamîşloyê Ji 7 Heta 70 Salî Di Seferberiyê De Ne

Ciwanên Bakurî Ji Hesekê Bang Kirin: Ji Bo Rojava Dema Rakirina Berpirsyariyê Ye

Ciwanên Bakurî Ji Hesekê Bang Kirin: Ji Bo Rojava Dema Rakirina Berpirsyariyê Ye

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.