BERLÎN – Li paytexta Almanya Berlînê li dijî êrîşên li ser Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), Ciwanên Enternasyonal, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlîn ve hat organîzekirin, bi beşdariya gelek kesan pêk hat.BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên li ser Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), Ciwanên Enternasyonal, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlîn ve hat organîzekirin, bi beşdariya gelek kesan pêk hat.
Di daxuyaniyên çapemeniyê yên di meşê de de hate gotin ku HTŞ û komên girêdayî dewleta Tirk li dijî gelê Rojava û îradeya şoreşa jinan a ji bo jiyaneke azad êrîşan pêk tînin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku komkujiyên sivîlan, bombebaran, hewldanên guhertina demografîk û polîtîkayên barbar nayên qebûlkirin.
Diyar kirin ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ne tenê destkeftiyên gelê Kurd in, lê yên hemû gelên bindest in û ev destkeftî nayên tunekirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bêdengiya xwe bişkînin û li dijî êrîşan gavên berbiçav bavêjin.
Girseya ku saet 15:00an de li Hermannplatzê kom bû, piştî rêzgirtin û daxuyaniyek çapemeniyê dest bi meşê kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava li ber xwe dide” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrkirin. Meşa ku li kolanên Berlînê dewam kir, li Oranienplatzê bi dawî bû. Her wiha li ser meşek din a ku dê sibê li Kurfürstendammê were lidarxistin jî daxuyanî hatin dayîn.



