LIEGE – Li Liège ya Belçîkayê, li herêma herî qerebalix a bajêr, bi pêşengiya endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), meşek li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin û belavokên bi zimanê Fransî hatine nivîsandin û belavkirin.
Di meşê de, êrîşên nemirovane yên ku ji aliyê HTŞ’ê û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk ve li Rojava têne kirin, bi zimanê Fransî ji xelkê derdorê re hatin vegotin.
Endamên ciwan ên TCŞ (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê) diyar kirin ku heta ku dewletên Ewropî li hember êrîşên nemirovane yên li Rojava bêdeng bimînin, ew ê herêmê neterikînin.
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.



